Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 09

Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be

Bi saya Dua Nêzîkî Xwedê be

Jîyîna teda qe usa bûye, ku tu hewcê rêberiyê bûyî? Pirsên teyî ferz hene, caba kîjana ku tu dixwazî bistînî? Tu hewcê berdilî û dilbîniyê yî? Tu dixwazî diha nêzîkî Yehowa bî? Dua dikare wan hemû tiştada alî te bike. Lê em ça gerekê rast dua bikin? Gelo Xwedê hemû dua dibihê? Tu çi gerekê bikî, wekî bawer bî, ku Xwedê wê duayên te bibihê? Were em şêwir kin.

1. Tu kêra gerekê dua bikî û derheqa çi?

Îsa hîn dikir, ku em gerekê tenê Bavê xweyî ezmanara dua bikin. Îsa xwexa jî Yehowara dua dikir. Ewî got ku gerekê “aha dua bikin: ‘Bavê meyî ezmana! . . .’” (Metta 6:9). Gava em Yehowara dua dikin, usa em dostiya xwe tevî wî qewî dikin.

Em dikarin derheqa her tiştî dua bikin. Seva ku Xwedê caba duayên me bide, dua gerekê li gora qirara wî bin. “Heger em tiştekî li gora xwestina wî [Xwedê] jê bixwazin, ew dengê me dibihê” (1 Yûhenna 5:14). Îsa nîşan kir, ku em dikarin derheqa çi dua bikin (Bixûne Metta 6:9-13.) Hemikî em dikarin derheqa tiştên xweye şexsî dua bikin, lê em gerekê bîr nekin, seva tiştên ku Xwedê bona me kiriye, razîbûna xwe wîra bidine kifşê. Em usa jî dikarin bona merivên din dua bikin.

2. Em çawa gerekê dua bikin?

Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî em “dilê xwe” Xwedêra vekin (Zebûr 62:8). Lema jî duayên me gerekê ji dil bin. Em dikarin him bi dengê bilind, him jî dilê xweda dua bikin. Û firqî tune em sekinîne, rûniştîne, yan cûrekî din dua dikin, ferz e wekî ew yek bi cûrê layîq be. Em li kîderê bin jî, em dikarin timê dua bikin.

3. Xwedê çawa caba duayên me dide?

Ew bi cûre-cûre mêtoda caba duayên me dide. Yehowa Xebera xwe, dêmek Kitêba Pîroz daye me, kîderê em dikarin cabên pirsên xwe bistînin. Xwendina Kitêba Pîroz dikare meriya “serwaxt” bike (Zebûr 19:7; bixûne Aqûb 1:5.) Îlahî çaxê em rastî telî-tengiya tên ew dikare rihetiya dil bide me. Yehowa dikare xizmetkarên xwe hêlan ke, wekî bêne hewara me çaxê em hewce bin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku tu ça dikarî dua bikî wekî Xwedê duayên te bibihê, û çawa dua dikare karê tera bîne.

4. Xwedê kîjan dua dibihê?

Em çi gerekê bikin, seva ku Xwedê duayên me bibihê? Vêxe VÎDÊO.

Yehowa dixwaze, wekî em wîra dua bikin. Bixûne Zebûr 65:2, û paşê caba vê pirsê bide:

  • Ça tu difikirî, Ewê ku dua dibihê, dixwaze wekî tu wîra dua bikî? Şiroveke çima erê yan çima na.

Hergê em dixwazin wekî Xwedê duayên me bibihê, em gerekê li gora normên Xwedê bijîn. Bixûne Mîxa 3:4 û 1 Petrûs 3:12, û paşê caba vê pirsê bide:

  • Em çawa dikarin bawer bin, wekî Yehowa wê duayên me bibihê?

Wedê şer her du alî jî bona serketinê dua dikin. Gelo Xwedê wê caba duayên usa bide?

5. Duayên me gerekê bi dil bin

Hine meriv usa hatine hînkirinê, wekî dua bi ezberî bêjin. Lê gelo Xwedê dixwaze wekî em usa wîra dua bikin? Bixûne Metta 6:7, û paşê caba vê pirsê bide:

  • Em ça dikarin wedê duakirinê “giliya dîsa û dîsa newekilînin”?

Her roj bifikire, wekî tu bona çi dikarî razîbûna xwe Yehowara bidî kifşê. Hergê tuyê usa bikî, hingê her roj nava heftiyêda tuyê bona heft tiştên cûre-cûre Xwedêra dua bikî û usa razîbûna xwe wîra bidî kifşê.

Ça bavekî bi hizkirinê dixwaze ku zara wî ji dil tevî wî xeber de, Yehowa jî dixwaze, wekî em ji dil wîra dua bikin

6. Dua pêşkêşa ji Xwedê ye

Dua çawa dikare îlahî wedê çetinaya alî me bike? Vêxe VÎDÊO.

Kitêba Pîroz dibêje, wekî dua dikare alî me bike rihetiya dil bivînin. Bixûne Fîlîpî 4:​6, 7, û paşê caba van pirsa bide:

  • Hergê em dua dikin lê problêmên me yeke safî ­nabin, ça dua dîsa jî alî me dike?

  • Tu dixwazî derheqa çi Xwedêra dua bikî?

We zanibû?

Xebera amîn tê hesabê bira usa be yan rast e. Wedê berê xebera “amîn” ­xilaziya duakirinê digotin (1 Dîrok 16:36).

7. Wede bivîne ku dua bikî

Cara em usa şixulva mijûl dibin, ku bîr dikin dua bikin. Bona Îsa dua çiqasî ferz bû? Bixûne Metta 14:23 û Marqos 1:​35, û paşê caba van pirsa bide:

  • Îsa çi dikir ku bona duakirinê wede bivîne?

  • Tu çi çax dikarî wede bivînî, ku dua bikî?

HINE MERIV DIBÊJIN:Bi rastî dua alîkariyê nade. Bi dua meriv tenê dilê xwe rihet dike.

  • Tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Duayên meyî ji dil me diha nêzîkî Xwedê dikin, usa jî edilaya dil û ­qewatê didine me, ku em bikaribin dilê Yehowa şa kin.

Wekilandin

  • Em kêra gerekê dua bikin?

  • Em çawa gerekê dua bikin?

  • Dua çida kêrhatî ye?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese cabên wan pirsa, kîjan ku duakirinêva girêdayî ne û gelek belabûyî ne.

“Cabên Heft Pirsa Derheqa Duakirinê” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Cotmehê, 2010)

Pêbihese, ku çima tu gerekê dua bikî û ça dikarî duayên xwe diha baş kî.

“Çira Ez Gerekê Xwedêra Dua Bikim?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese, ku li gora Kitêba Pîroz em gerekê derheqa kê dua bikin.

“Gelo Lazim e Kesên Pîrozra Dua Bikin?” (Gotara ji malperê)

Dîna xwe bide vê vîdêo miqamê û binihêre hela firqî heye kîderê û çi çax gerekê dua bikin yan na.

“Hergav Dua Bike” (1:22)