Here Naverokê

Here naverokê

DERS 11

Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Feydeyê Bistînî?

Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Feydeyê Bistînî?

Fikra ku tuyê dest bi îşekî nû bikî, gelo çavê te ditirsîne? Ji bo ku ev îş li te zor neyê, belkî tu bi gavên biçûk dest pê bikî. Em dikarin bi vî awayî dest bi xwendina Kitêba Pîroz jî bikin. Belkî tu ji xwe re dibêjî: “Ezê çawa dest pê bikim?” Di vê dersê de, tuyê bibînî ku çi dikare alî te bike ku tu ji xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz kêfê bistînî.

1. Çima muhîm e ku em her roj Kitêba Pîroz bixwînin?

Kesê ku her roj Kitêba Pîroz, yanî “şerîeta Xudan” dixwîne, ewê hem dilxweş hem jî serkeftî be (Zebûr 1:1-3 bixwîne). Ji bo destpêkirina xwendina Kitêba Pîroz, tu dikarî her roj çend deqeyan bixwînî. Tu çi qas zêde Peyva Xwedê nas bikî, tuyê ew qas zêde jê kêfê bistînî.

2. Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz feydeyê bistînin?

Gava ku em Kitêba Pîroz dixwînin, lazim e ku em car caran bisekinin û li ser wê hûr û kûr bifikirin (Yêşû 1:8). Wexta ku tu dixwînî, ji xwe bipirse: “Ez li ser Yehowa Xwedê çi dielimim? Ez çawa dikarim van gotinan di jiyana xwe de bînim cih? Ez çawa dikarim bi van ayetan alî kesên din bikim?”

3. Tu çawa dikarî wexta xwe ji bo xwendina Kitêba Pîroz veqetînî?

Li gelek kesan zor tê ku ji bo xwendina Kitêba Pîroz wexta xwe veqetînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji fersenda vê demê îstifade bikin” (Efesî 5:16). Tu dikarî wexta xwe wisa eyar bikî ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî. Mesela, hin kes serê sibê dixwînin. Hin kes di hundirê rojê de dixwînin. Û hin kes jî êvarê, berî raketinê dixwînin. Gelo ji bo te kîjan wext baş e?

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em çawa dikarin ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê bistînin? Ji bo ku tu ji kursa Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî, tu çawa dikarî xwe hazir bikî?

Çawa ku em dikarin bielimin ku em ji xwarineke xerîb hez bikin, em dikarin bielimin ku em ji xwendina Kitêba Pîroz jî hez bikin

4. Ji xwendina Kitêba Pîroz kêfê bistîne

Belkî li me zor tê ku em dest bi xwendina Kitêba Pîroz bikin. Ka li ser vê mîsalê bifikire: Însanê ku bi tehma devê xwe dizane dikare bielime ku ji xwarineke xerîb hez bike. Bi eynî awayî em dikarin bielimin ku ji xwendina Kitêba Pîroz hez bikin. 1. Petrûs 2:2 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çi difikirî, eger tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî, gelo tuyê jê kêfê bistînî û bêriya xwendina wê bikî?

VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku hin kesan çawa dest bi xwendina Kitêba Pîroz kiriye û jê hez kiriye. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Xwendina Kitêba Pîroz çima li ciwanan zor dihat?

  • Çi alî wan kir ku ew Kitêba Pîroz her roj bixwînin?

  • Ji bo ku xwendina Kitêba Pîroz li wan xweş bê, wan çi kir?

Şîretên ku wê alî te bikin:

  • Wergereke rihet û pêbawer hilbijêre. Eger Wergera Dinyaya Nû bi zimanê te tune be, bi zimanekî ku tu baş jê fehm dikî, bixwîne.

  • Ewilî, tu dikarî qismên ku li te xweş tên, bixwînî. Ji bo fikrên din li bernameya “Dest bi Xwendina Kitêba Pîroz bike” binêre.

  • Binivîse ku te çi xwendiye. Ji vê weşanê bernameya “Xwendina Kitêba Pîroz ya Şexsî” bi kar bîne.

  • Programa JW Library®bişixulîne. Tu dikarî li her derê Kitêba Pîroz bixwînî yan jî guh bidî qeyda deng.

  • Tu dikarî pêveka ku di Wergera Dinyaya Nû de heye, bi kar bînî. Li wir ferhengokek, xerîte û cedwel hene. Ew xwendina Kitêba Pîroz xweştir dikin.

5. Xwe ji bo kursa Kitêba Pîroz hazir bike

Zebûr 119:34 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Berî xwendina Kitêba Pîroz yan jî berî haziriya ji bo kursa Kitêba Pîroz, çima lazim e ku em dua bikin?

Tu çawa dikarî ji her dersê zêdetir feydeyê bistînî? Gava ku tu xwe ji bo dersê hazir dikî, li gor van gavan hereket bike:

  1. Paragrafên pêşîn ên dersê bixwîne.

  2. Ayetan bixwîne û bifikire ku ew çawa bi dersê ve girêdayî ne.

  3. Gotinên muhîm, ên ku cewaba pirsê ne, îşaret bike. Bi vî awayî, tu dikarî bi mamosteyê xwe re xweş sohbetê bikî.

Hêjayî gotinê ye

Şahidên Yehowa gelek wergerên Kitêba Pîroz bi kar tînin. Lê belê, em pir ji Wergera Dinyaya Nû ya Nivîsarên Pîroz hez dikin, çimkî ew rast û zelal e û navê Yehowa Xwedê tê de heye. (Li meqaleya Înternetê ya bi navê Gelo Şahidên Yehowa Tenê Wergera Kitêba Pîroz ya Xwe bi Kar Tînin? binêre.)

HINEK WISA DIBÊJIN: “Xwendina Kitêba Pîroz pir zehmet e. Ne qewet ne jî wexta min heye ku ez wê bixwînim.”

  • Tu çi difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Ji bo ku tu ji Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî, ji bo xwendina wê wexta xwe veqetîne. Dua bike ku tu jê fehm bikî. Û xwe ji bo her dersê hazir bike.

Tu çi elimî?

  • Çi dikare alî te bike ku tu ji Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî?

  • Tu kengê dikarî ji bo xwendin û lêkolîna Kitêba Pîroz wexta xwe veqetînî?

  • Çima ji bo her dersa kursa Kitêba Pîroz hazirî lazim e?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ji bo ku tu ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bibînî, li vê meqaleyê binêre:

“Tu Çawa Dikarî ji Xwendina Kitêba Pîroz Zêdetir Kêfê Bistînî” (Birca Çavdêriyê No. 1 2017)

Ji kesên ku di xwendina Kitêba Pîroz de jêhatî ne, aqil bistîne.

Ji Lêkolîna Şexsî Zêdetir Feydeyê Bistîne (2:06)