Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 12

Çi wê Alî Te Bike, wekî Hînbûna Kitêba Pîroz Berdewam kî?

Çi wê Alî Te Bike, wekî Hînbûna Kitêba Pîroz Berdewam kî?

Belê, hînbûna Kitêba Pîroz karê tîne, lê carna dikare nehêsa be hînbûnê berdewam kin. Carna dibeke tu dudilî dibî ku tuyê bikaribî hînbûnê berdewam kî yan na. Çira hêja ye qewatê bidî xebatê, wekî berdewam kî? Çi dikare alî te bike ku wedê çetinaya jî teyax kî?

1. Çira hînbûna Kitêba Pîroz qîmet e?

“Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbranî 4:12). Xebera Xwedê qîmet e, çimkî ew eyan dike fikir û hestên Xwedê hindava teda. Ew him jî alî te dike, wekî ne tenê zanebûnê qazanc kî, lê usa jî bîlaniyê û hêviyê. Lê ya lape ferz ew e, ku Kitêba Pîroz alî te dike bibî dostê Yehowa. Gava tu Kitêba Pîroz hîn dibî, usa tu dihêlî, wekî ew ser emirê te hukum be û jîyîna te diha baş ke.

2. Çira ferz e fem bikin, wekî rastiya Kitêba Pîroz çiqas qîmet e?

Rastiya Kitêba Pîroz mîna xiznê ye. Lema jî Kitêba Pîroz usa hêlan dike rastiyê “bikire” û tu car “nefiroşe” (Metelok 23:23). Çaxê em rastiya Kitêba Pîroz fem dikin, em hemû tiştî dikin, wekî hînbûnê berdewam kin, hela hê hingê jî, gava dikevine nava çetinaya (Bixûne Metelok 2:4, 5.)

3. Yehowa ça dikare alî te bike, wekî hînbûnê berdewam kî?

Yehowa çawa Xwedêyî Himzor û Dostê te, dixwaze alî te bike, wekî tu derheqa wî pêbihesî. Ew bona wê yekê dikare xwestin û qewatê bide te (Bixûne Fîlîpî 2:13.) Hergê tera diha zêde hêlankirin lazim e, seva ku hîn bî û çi ku pêdihesî emirê xweda bidî xebatê, Xwedê dikare alî te bike. Hergê tera diha zêde qewat jî lazim e seva ku ber çetinaya û peyketina teyax kî, ew dîsa jî dikare alî te bike. Her gav Yehowara dua bike ku ew alî te bike, wekî hînbûna Kitêba Pîroz berdewam kî (1 Têsalonîkî 5:17).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku ça hînbûna Kitêba Pîroz berdewam kî hergê jî gelek şixulê te heye, yan jî miqabilî te dertên. Paşê bifikire ku Yehowa ça wê alî te bike.

4. Bira hînbûna Kitêba Pîroz bona te ser ciyê pêşin be

Carna em usa bargiran dibin, wekî dikare mera usa bê kifşê ku wedê me bona hînbûna Kitêba Pîroz tune. Bona wê yekê çi dikare alî te bike? Bixûne Fîlîpî 1:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ça tu difikirî, emirê meda kîjan hine tişt “here qenc” in?

  • Tu ça dikarî hînbûna Kitêba Pîroz daynî ser ciyê pêşin?

  1. Hergê tu pêşiyê kevira bikî derdanê, paşê qûmê bikêyî, wê êpêce qûm têda cî be. Xût usa, hergê tu tiştên “here qenc” daynî ciyê pêşiyê, tuyê bikaribî wan tiştên ferz bînî sêrî û wedê te wê bona tiştên din jî bimîne

  2. Hergê tu pêşiyê qûmê bikî derdanê, paşê kevira bikêyî, kevir wê cî nebin

Hînbûna Kitêba Pîroz hewcê meyî ruhanî razî dike, dêmek hewcetiya vê yekê, ku derheqa Xwedê bizanibin û wîra xizmet kin. Bixûne Metta 5:3, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em çi karê distînin gava hînbûna Kitêba Pîroz datînin ser ciyê pêşin?

5. Ber peyketinê teyax ke

Carna meriv dibeke bixwazin rê te bigirin, wekî tu Kitêba Pîroz hîn nebî. Binihêre mesela Françêsko. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Vê vîdêoyêda hevalên Françêsko û malbeta wî ça xwe dane kifşê gava ewî wanra got, ku ew çi hîn dibe?

  • Ewî çi kerem stand seva wê yekê, ku hînbûn neda sekinandinê?

Bixûne 2 Tîmotêyo 2:24, 25, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Malbet û hevalên te ça dinihêrin ser wê yekê, çi ku tu hîn dibî?

  • Li gora wan rêza tu ça gerekê xwe bidî kifşê, gava kesek nerazî ye, ku tu Kitêba Pîroz hîn dibî? Çira?

6. Bawer be ku Yehowa wê alî te bike

Em çiqas nêzîkî Yehowa dibin, haqas xwestina me zêde dibe, ku dilê wî şa kin. Lê yeke mera dikare çetin be ku emirê xweda guhastina bikin, wekî usa bijîn, çawa ku Yehowa dixwaze. Hergê dereca te jî usa ne, dilteng nebe. Yehowa wê alî te bike. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Vê vîdêoyêda, Cîm kîjan guhastin kirin, seva ku dilê Yehowa şa ke?

  • Mesela Cîmda çi te xweş tê?

Bixûne Îbranî 11:6, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Yehowa wê çi bike bona wan, “kîjan ku li wî digerin”, dêmek yên ku aliyê xweda hemû tiştî dikin wekî dilê wî şa kin?

  • Ew yek ku Yehowa ça dinihêre ser wan meriya, kîjan ku hemû tiştî dikin, wekî Kitêba Pîroz hîn bin, çi derheqa wî tera eyan dike?

HINE MERIV DIBEKE JI TE PIRS KIN: “Çira tu Kitêba Pîroz hîn dibî?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Rast e cara hêsa nîne Kitêba Pîroz hîn bî, lê ew hînbûn dikare alî te bike, wekî jîyînêra heta-hetayê şa bî. Berdewam ke îtbariya xwe Yehowa bîne û ew wê te xelat ke.

Wekilandin

  • Çira rastiya Kitêba Pîroz bona te qîmet e?

  • Tu ça dikarî bawer bî ku çi “here qenc e”?

  • Çira gerekê Yehowara dua kî, wekî alî te bike ku hînbûna Kitêba Pîroz berdewam kî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çar mêtoda şêwir kin, kîjana alî gelek meriva kirin ku wedê xwe bi bîlanî xerc kin.

“Çawa Wedê Xwe bi Bîlanî Xerc kin?” (“Hişyar Bin!” Sibat, 2014)

Dîna xwe bidê, ku Yehowa ça alî jinikekê kir, mêrê kîjanê fem nedikir, ku ew çira Yehowara xizmet dike.

“Tevî Yehowa Emê Bikaribin Barê Xwe Bikişînin” (5:05)

Dîna xwe bidê ku mêrikekî çi kar stand ji bo wê yekê, ku jina wî qewî sekinî bû.

“Min Rastiya Kitêba Pîroz Kûr Lêkolîn kir” (6:30)

Carna Şedên Yehowa neheq dikin wê yekêda, ku yan çi ewana malbeta hildişînin. Lê ew yek rast e?

“Gelo bi Rastî Şedên Yehowa, Malbeta Hildişînin?” (Gotara ji malperê)