Here Naverokê

Here naverokê

DERS 14

Gerek Em ji Xwedê re Çawa Îbadetê Bikin?

Gerek Em ji Xwedê re Çawa Îbadetê Bikin?

Wek ku me di dersa berê de dît, Xwedê ji hemû dîn û baweriyên sexte ne razî ye. Lê, eger îbadeta me li gor dilê Xwedê be, ewê ji me razî be. Gelo Xwedê ji kîjan îbadetê razî ye? (Aqûb 1:27). Werin em binêrin Kitêba Pîroz çi dibêje.

1. Gerek em îbadeta xwe li ser çi esasî ava bikin?

Em gerek îbadeta xwe li ser esasê Kitêba Pîroz ava bikin. Îsa pêxember ji Xwedê re wisa dua kiribû: “Peyva te rastî ye” (Yûhena 17:17). Hin dîn û bawerî guh nadin rastiyên ku di Peyva Xwedê de hene. Li şûna vê yekê, ew guh didin elimandin û urf û adetên însanan. Lê Yehowa ji kesên ku guh nadin qanûnên wî ne razî ye (Marqos 7:9 bixwîne). Dîsa jî, gava ku îbadeta me li gor Kitêba Pîroz be û em guh bidin qanûnên Yehowa Xwedê, emê dilê wî şa bikin.

2. Gerek em ji Yehowa re çawa îbadetê bikin?

Ji ber ku Yehowa Xaliqê me ye, tenê ew hêja ye ku em jê re îbadetê bikin (Peyxam 4:11). Yanî, em ji Xwedê pir hez dikin û di îbadetê de tiştên mîna sûret, pût û heykelan bi kar naynin (Îşaya 42:8 bixwîne).

Gerek îbadeta me “pîroz û ji bo Xwedê meqbûl” be (Romayî 12:1). Yanî, gerek em li gor qanûn û pîvanên wî yên ji bo exlaqê bijîn. Mesela, kesên ku ji Yehowa hez dikin, guh didin pîvanên wî yên ji bo zewacê. Wekî din, ew xwe ji tiştên bizerar dûr digirin. Mesela, ew cixare, titûn û madeyên narkotîkê naşixulînin, serxweş nabin û derman û îlacên tibî ji bo mexsedên şaş bi kar naynin. a

3. Çima lazim e ku em tevî xizmetkarên Xwedê ji Yehowa re îbadetê bikin?

Di civînên heftane de fersend dikeve destê me ku em pesnê Yehowa bidin (Zebûr 111:1, 2). Mesela, em di civînan de kilaman dibêjin ku pesnê Xwedê bidin (Zebûr 104:33 bixwîne). Yehowa dixwaze ku em herin civînan, çimkî ew ji me hez dike. Ew dizane ku civîn wê alî me bikin ku em hem niha hem jî heta bi hetayê dilşad bin. Bi rastî, em di civînan de dilê hevdû ava dikin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Yehowa çima qebûl nake ku em di îbadetê de sûret û pûtan yan tiştên din bi kar bînin? Em çawa dikarin pesnê Xwedê bidin?

4. Xwedê qebûl nake ku em di îbadeta xwe de sûret û pûtan bi kar bînin

Em vê yekê ji ku dizanin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Di rojên Mûsa pêxember de, hin kesan dixwest bi destê golikê zêrîn, yanî bi destê pûtekî, ji Xwedê re îbadetê bikin. Gelo Xwedê çi anî serê wan?

Hin kes ji bo îbadetê sûret yan jî tiştên din bi kar tînin, çimkî ew bawer dikin ku ew bi vî awayî nêzîkî Xwedê dibin. Gelo sûret û pût me nêzîkî Xwedê dikin yan me jê dûr dixin? 2. Mûsa 20:4-6 û Zebûr 106:35, 36 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Însan ji bo îbadetê kîjan sûret yan pûtan bi kar tînin?

  • Gelo Yehowa ji vî tiştî razî dibe?

  • Tu li ser sûret û pûtan çi difikirî?

5. Îbadeta Yehowa me ji bîr û baweriyên sexte xelas dike

Ka bibîne ku îbadeta Yehowa çawa me ji bîr û baweriyên sexte xelas dike. VÎDEOYÊ vêxe.

Zebûr 91:14 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Yehowa çi sozê dide kesên ku ji wî hez dikin û tenê ji wî re îbadetê dikin?

6. Em di civînên xwe de ji Xwedê re îbadetê dikin

Gava ku em di civînan de cewaban didin û bi hev re kilaman dibêjin, em pesnê Yehowa didin û dilê hevdû ava dikin. Zebûr 22:22 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Di civînan de, gava ku tu cewabên kesên din dibihîzî, gelo tu kêfxweş dibî?

  • Gelo tu dixwazî cewabekê hazir bikî û di civînê de bibêjî?

7. Gava ku em ji kesên din re behsa Yehowa dikin, Yehowa şa dibe

Em dikarin ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz bikin. Zebûr 9:1 û 34:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu dixwazî ji kesekî din re behsa kîjan rastiyên Kitêba Pîroz bikî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Her kes li ser dîn û îmana xwe diçe.”

  • Tu çi difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Gava ku em tenê ji Xwedê re îbadetê dikin, gava ku em di civînên xwe de pesnê wî didin û gava ku em ji kesên din re dibêjin ku em ji Kitêba Pîroz çi hîn bûne, em dilê Xwedê pir şa dikin.

Tu çi elimî?

  • Gerek em îbadeta xwe li ser çi esasî ava bikin?

  • Çima gerek em tenê ji Yehowa Xwedê re îbadetê bikin?

  • Xwedê çima dixwaze ku em tevî xwişk û birayên din jê re îbadetê bikin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Gelo jinikekê çima dev ji îbadeta pûtan berda? Bala xwe bide meqaleya bi navê “Ez Êdî ji Pûtan re Îbadetê Nakim.”

“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2011)

Çi dikare alî te bike ku tu di civînan de cewaban bidî?

“Di Civatê de Pesnê Yehowa Bide” (Birca Çavdêriyê, Çile 2019)

Xortek tîne zimên ku çima ji bo wî zehmet bû ku ew here civînan û wî çawa ji wan feyde dît.

Yehowa li Min Xwedî Derket (3:07)

Gelek kes bawer dikin ku xaç nîşana Mesîhiyan e. Gelo Kitêba Pîroz bi rastî çi dibêje?

“Şahidên Yehowa Çima Xaçê di Îbadetên Xwe de Qet bi Kar Naynin?” (Meqaleya Înternetê)

a Ev mijarên hanê di dersên din de tên şîrovekirin.