Here Naverokê

Here naverokê

DERS 16

Gava ku Îsa Mesîh li Dinyayê Bû, Wî Çi Dikir?

Gava ku Îsa Mesîh li Dinyayê Bû, Wî Çi Dikir?

Gelek însan, gava ku li ser Îsa Mesîh difikirin, yan zarokekî biçûk yan pêxemberekî mezin tê aqlê wan. Lê hêja ye ku em jiyana wî çêtir nas bikin. Gelo Kitêba Pîroz li ser jiyana wî ya li ser rûyê erdê çi dibêje? Ji bo wî tiştên herî muhîm çi bûn? Û em dikarin ji wî çi dersan bistînin?

1. Karê Îsa Mesîh yê esasî çi bû?

Îsa Mesîh bi xwe digot ku gerek ew “Mizgîniya Padîşahiya Xwedê” belav bike (Lûqa 4:43 bixwîne). Wî ji xelkê re behsa xebera xêrê dikir. Wî digot ku Xwedê wê padîşahiyekê, yanî hukûmetekê ava bike. Û ev hukûmet wê hemû kul û derdên însaniyetê safî bike. a Îsa Mesîh bi xîreteke mezin ev xeberên xweş di hundirê sê sal û nîvan de belav dikirin (Metta 9:35).

2. Îsa Mesîh çima mucîze çêdikirin?

Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh bi qewet û qudreta Xwedê ‘keramet, karên mezin û nîşan’ çêdikirin (Karên Şandiyan 2:22). Mesela, Îsa Mesîh bi qewet û qudreta Xwedê av û hewa dixist bin hukmê xwe, bi hezaran însan têr dikirin, kesên nexweş qenc dikirin û heta însan ji mirinê radikirin jiyanê (Metta 8:23-27; 14:15-21; Marqos 6:56; Lûqa 7:11-17). Mucîzeyên Îsa Mesîh îsbat dikir ku Xwedê ew şandiye. Wekî din, ew nîşan didin ku Yehowa dikare hemû kul û derdan çareser bike.

3. Em dikarin ji jiyana Îsa Mesîh çi bielimin?

Îsa Mesîh di her halê jiyana xwe de tim bi ya Yehowa Xwedê dikir (Yûhenna 8:29 bixwîne). Gava ku gelek kes li hemberî wî radibûn, Îsa Mesîh dîsa jî bi dilsozî li ser rêya Xwedê dima. Di hal û rewşên zehmet de û heta roja mirina xwe jî, wî îsbat dikir ku însan dikare ji Xwedê re bi dilsozî xizmetê bike. Bi vî rengî, Îsa Mesîh ‘mînak ji me re hişt, da ku em li ser şopa wî herin’ (1. Petrûs 2:21).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Îsa Mesîh çawa xebera xêrê belav dikir û wî çawa mucîze çêdikirin?

4. Îsa Mesîh xebera xêrê belav dikir

Îsa Mesîh bi sedan kîlometreyan li ser rêyên bitoz û biherî dimeşiya. Gelo çima? Çimkî wî dixwest xeberên xweş bigihîne gelek însanan. Lûqa 8:1 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Îsa Mesîh, ji bo ku xebera xêrê belav bike, gelo ew li bendê bû ku însan werin cem wî?

  • Îsa Mesîh çi dikir ku xwe bigihîne însanan?

Xwedê ji berê ve gotibû ku Mesîh wê xeberên xweş belav bike. Îşaya 61:1, 2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Îsa Mesîh çawa ev gotin anîn cih?

  • Tu çi dibêjî, gelo ev xeberên xweş ji însanan re lazim in?

5. Îsa Mesîh rastiyên biqîmet hîn dikirin

Îsa Mesîh hem mizgîna Padîşahiya Xwedê belav dikir, hem jî dersên bifeyde hîn dikirin. Ka bala xwe bide çend mînakên ji Weaza li ser Çiyê. Metta 6:14, 34 û 7:12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Îsa Mesîh çi şîretên bifeyde didan xelkê?

  • Tu çi dibêjî, gelo feydeya van şîretan îro jî heye?

6. Îsa Mesîh mucîze çêdikirin

Yehowa qewet û qudret dida Îsa Mesîh ku ew gelek mucîzeyan çêke. Marqos 5:25-34 bixwîne yan vê VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser van pirsan sohbetê bikin.

  • Jinika nexweş bi çi bawer bû?

  • Ev mucîze li te xweş hat? Çima?

Yûhenna 5:36 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Mucîzeyên Îsa Mesîh ji bo çi “şahid in”, yanî çi îsbat dikin?

Hêjayî gotinê ye

Piraniya tiştên ku em li ser Îsa Mesîh dizanin, em ji çar kitêbên ku di Încîlê de hene, yanî ji Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna dizanin. Her nivîskarekî ji aliyekî din ve behsa jiyana Îsa Mesîh kiriye, û gotinên wan hevdû temam dikin. Eger em van çar kitêban bixwînin, emê bi zelalî bibînin ku jiyana Îsa Mesîh çawa bû.

  • METTA

    Wî kitêba pêşîn nivîsandibû. Ev kitêb bala me dikişîne ser elimandinên Îsa Mesîh û bi taybetî jî ku wî li ser Padîşahiya Xwedê çi digot.

  • MARQOS

    Wî kitêba herî biçûk nivîsandibû. Ev kitêb behsa gelek bûyerên balkêş dike û wek avê diherike.

  • LÛQA

    Ew dibêje ku dua ji bo Îsa Mesîh çi qas muhîm bû û ku Îsa Mesîh ji jinan re çawa bû.

  • YÛHENNA

    Ew balê dikişîne ser gelek sohbetên ku di nav Îsa Mesîh, dostên wî û kesên din de çêdibûn. Bi vî awayî, em hîn dibin ku Îsa Mesîh yekî çawa bû.

HINEK WISA DIBÊJIN: “Îsa Mesîh jî tenê pêxemberekî Xwedê ye.”

  • Tu çi difikirî?

BI ÇEND GOTINAN

Îsa Mesîh ji xelkê re behsa Padîşahiya Xwedê dikir, mucîze çêdikirin û di her halê jiyana xwe de guh dida Yehowa.

Tu çi elimî?

  • Gava ku Îsa Mesîh li dinyayê bû, karê wî yê esasî çi bû?

  • Mucîzeyên Îsa Mesîh çi îsbat dikin?

  • Îsa Mesîh çi dersên bifeyde didan însanan?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bixwîne ku hezkirin û fedakariya Îsa Mesîh çawa li ser zilamekî bandor kiriye.

“Min Tenê ji Xwe Hez Dikir” (Birca Çavdêriyê, 1 Cotmeh 2014)

Li gor rêzkirina demê, li bûyerên girîng ên di xizmeta Îsa Mesîh de binêre.

“Jiyana Îsa Mesîh a li ser Rûyê Erdê” (Wergera Dinyaya Nû, Pêvek A7)

a Dersên 31-33yan zelal dikin ku Padîşahiya Xwedê çi ye.