Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 16

Îsa Çaxê ser Erdê bû, Çi Dikir?

Îsa Çaxê ser Erdê bû, Çi Dikir?

Hine meriv Îsa didine ber çevê xwe ça zara biçûk û bêtaqet, hinek jî wî didine ber çevê xwe ça pêxemberekî bîlan, hinek jî wî didine ber çevê xwe ça merivê ku ber mirinê ye. Hergê derheqa jîyîna Îsaye ser erdê lêkolîn kin, emê derheqa wî hê zêde pêbihesin. Vê dersêda emê hine tiştên lapî ferz şêwir kin, kîjan ku Îsa dikir, û usa jî ça ew tişt dikarin alî te bikin.

1. Şixulê Îsayî lapî sereke çi bû?

Şixulê Îsayî sereke ew bû, wekî “Mizgîniya Padşatiya Xwedê” bela ke (Bixûne Lûqa 4:43.) Ewî derheqa Padşatiya Xwedê mizgînî bela dikir, kîjan wê hemû problêmên însanetê safî ke. a Îsa bi xîret sê sal û nîv ev mizgînî bela dikir (Metta 9:35).

2. Nêta keremetên Îsa çi bû?

Kitêba Pîrozda tê gotinê ku “Xwedê pê [Îsa] ... nîşan, keremet û kirên qewat kirin” (Karên Şandiya 2:22). Bi alîkariya qewata Xwedê, Îsa dikaribû hewayê kontrol ke, bi hezara meriva têr ke, nexweşa qenc ke, û hela hê jî miriya ji mirinê rake (Metta 8:23-27; 14:15-21; Marqos 6:56; Lûqa 7:11-17). Keremetên ku Îsa dikir îzbat kirin, wekî Xwedê ew şandibû. Ewan keremeta usa jî îzbat kirin, ku qewata Yehowa heye wekî hemû problêmên me safî ke.

3. Em çi dikarin hîn bin ji cûrê jîyîna Îsa?

Îsa hemû derecada gura Yehowa dikir (Bixûne Yûhenna 8:29.) Ew nava peyketinada jî bi aminî heta mirinê gura Bavê xweda bû. Îsa îzbat kir ku meriv dikare hela hê nava çetinayada jî Xwedêra amin bimîne. Usa ewî “nexşek [mera] hîşt, wekî . . . pêgeha wîda herin” (1 Petrûs 2:21).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku Îsa mizgîniya xêrê çi cûreyî bela dikir û ça keremet dikirin.

4. Îsa mizgîniya xêrê bela dikir

Îsa bi seda kîlomêtra riya tozra niga diçû, seva ku çiqas dikare gelek merivara mizgîniya xêrê bela ke. Bixûne Lûqa 8:1, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Gelo Îsa mizgînî tenê wan merivara bela dikir, yên ku dihatin guh bidine wî?

  • Îsa çi dikir wekî gelek meriv derheqa rastiyê pêbihesin?

Xwedê pêşda gotibû, wekî Mesîh wê mizgîniya xêrê bela ke. Bixûne Îşaya 61:1, 2, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Îsa ça ev pêxembertî anî sêrî?

  • Tu ça difikirî, îro meriv hewcê mizgîniya xêrê ne?

5. Îsa dersên qîmet hîn dikir

Xêncî belakirina mizgîniya xêrê derheqa Padşatiya Xwedê, Îsa usa jî dersên kêrhatî hîn dikir. Şêwir kin hine meselên Îsa, kîjan ku ewî ser çiyê hîn dikir. Bixûne Metta 6:14, 34 û 7:12, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Wan rêzada Îsa kîjan şîretên kêrhatî da?

  • Tu ça difikirî, ew şîret îro jî kêrhatî ne?

6. Îsa keremet dikirin

Yehowa qewat dabû Îsa wekî gelek keremeta bike. Derheqa hine ji wan keremeta, bixûne Marqos 5:25-34, yan jî vêxe VÎDÊO. Paşê van pirsa şêwir ke:

  • Vê vîdêoyêda kulfeta nexweş çida îzbat bû?

  • Ev keremet çida te xweş tê?

Bixûne ûhenna 5:36, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Keremetên ku Îsa dikir, şedetiya çi didin û derheqa wî çi eyan dikin?

We zanibû?

Em derheqa Îsa heçî zef ji çar devterên Kitêba Pîroz zanin, dêmek Metta, Marqos, Lûqa û Yûhenna. Her nivîskarekî cûre-cûre tişt derheqa Îsa nivîsîne. Ji wan hemû nivîsara em derheqa emirê Îsa pêdihesin.

  • METTA

    ji wan çar kitêba ya ewlin nivîsiye. Vê kitêbêda derheqa hînkirinên Îsa tê gotinê, îlahî çi ku ewî derheqa Padşatiya Xwedê hîn dikir.

  • MARQOS

    kitêbeke diha kin nivîsiye. Têda gelek qewimandinên hewas nivîsar in.

  • LÛQA

    nivîsiye ku dua bona Îsa gelek ferz bû, û ew hindava kulfetada ça bû.

  • YÛHENNA

    derheqa Îsa gelek tişt eyan dike bi vê yekê, ku Îsa tevî hevalên xweye nêzîk çi xeber dida.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Îsa tenê merivekî baş bû.”

  • Lê tu ça difikirî?

TEMAMKIRIN

Îsa derheqa Padşatiya Xwedê gilî dikir, keremet dikir, û hemû tiştîda gura Yehowa dikir.

Wekilandin

  • Çaxê Îsa ser erdê bû, şixulê wîyî sereke çi bû?

  • Keremetên ku Îsa dikir, çi îzbat dikin?

  • Îsa çi dersên kêrhatî hîn dikir?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Bifikirin ku em çira dikarin bawer kin, wekî keremetên Îsa, bi rastî qewimîne.

“Gelo Ji Keremetên Îsa Em Çi Pêdihesin?” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Tîrmehê, 2004)

Bixûnin ku ça merivekî emirê xwe guhast, gava pêhesiya ku Îsa bona meriva çiqas xem dikir.

“Min Tenê bona Xwe Dijît” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Cotmehê, 2014)

a Dersên 31-33-da derheqa Padşatiya Xwedê hê hûr bi hûr tê şirovekirinê.