Here Naverokê

Here naverokê

DERS 19

Gelo Şahidên Yehowa Mesîhiyên Heqîqî ne?

Gelo Şahidên Yehowa Mesîhiyên Heqîqî ne?

Wek Şahidên Yehowa, em bawer dikin ku em Mesîhiyên heqîqî ne. Gelo çima? Ka bala xwe bide van sê tiştan: Bîr û baweriyên me li ser çi esasî ava bûne? Çima em xwe wek Şahidên Yehowa bi nav dikin? Û em çawa ji hevdû re hezkirinê nîşan didin?

1. Şahidên Yehowa bîr û baweriyên xwe li ser çi esasî ava dikin?

Îsa Mesîh ji Xwedê re wisa dua kir: “Peyva te rastî ye” (Yûhena 17:17). Wek Îsa Mesîh, Şahidên Yehowa jî bîr û baweriyên xwe her tim li ser esasê Peyva Xwedê ava dikin. Ka bala xwe bide tarîx û dîroka me. Li dora salên 1870yî, komeke lêkolînerên Kitêba Pîroz bi awayekî jîr û jêhatî dest bi lêkolîna Kitêba Pîroz kir. Wan bîr û baweriyên xwe ne li ser gotinên dêran, lê li ser esasê Peyva Xwedê ava dikirin. Paşê, wan ji kesên din re behsa rastiyên Kitêba Pîroz dikir. a

2. Çima em xwe wek Şahidên Yehowa bi nav dikin?

Yehowa, însanên ku jê re îbadetê dikin wek şahidên xwe bi nav dike, çimkî ew rastiya li ser wî belav dikin (Îbranî 11:4–12:1). Mesela, Yehowa di heyamên berê de ji cemaeta xwe re wisa gotibû: “Hûn şahidên min in” (Îşaya 43:10 bixwîne, Mizgînî). Ji Îsa Mesîh re jî “şahidê dilsoz” tê gotin (Peyxam 1:5). Ji ber vê yekê, em xwe ji sala 1931ê û vir ve wek Şahidên Yehowa bi nav dikin. Em bi vî navî pir kêfxweş û serbilind in.

3. Şahidên Yehowa çawa wek Îsa Mesîh hezkirinê nîşan didin?

Îsa Mesîh ji şagirtên xwe ew qas zêde hez dikir ku wî ew wek maliyên xwe hesab dikirin (Marqos 3:35 bixwîne). Bi eynî awayî, Şahidên Yehowa jî li seranserê dinyayê malbateke di yekîtiyê de ne. Loma em ji hevdû re dibêjin xwişk û bira (Filîmon 1, 2). Û em guh didin vê qanûnê: “Ji tevahiya koma xwişk û birayan hez bikin” (1. Petrûs 2:17, NWT). Şahidên Yehowa vê hezkirinê bi gelek awayan nîşan didin. Mesela, li her dera dinyayê, em di rojên teng de ji xwişk û birayên xwe re alîkariyê dikin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Ji nêzîk ve li tarîx û dîroka Şahidên Yehowa binêre. Gelo çi îsbat dike ku em Mesîhiyên heqîqî ne?

Mesîhiyên heqîqî bîr û baweriyên xwe li ser esasê Kitêba Pîroz ava dikin û wan ji kesên din re dibêjin

4. Bîr û baweriyên me li ser esasê Kitêba Pîroz in

Yehowa ji berê ve gotibû ku rastiyên Kitêba Pîroz wê çêtir bên fehmkirin. Danîêl 12:4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Dema ku xizmetkarên Xwedê Kitêba Pîroz hûr û kûr lêkolîn bikin, çi wê “zêde bibe”?

Komeke lêkolînerên Kitêba Pîroz, yek ji wan Charles Russell bû, çawa Peyva Xwedê lêkolîn dikir? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Charles Russell û hevalên wî çawa Kitêba Pîroz lêkolîn dikir?

Hêjayî gotinê ye

Carinan, em hin bîr û baweriyên xwe serrast dikin. Gelo çima? Ka li ser vê mîsalê bifikire: Gava ku roj derdikeve, her ku diçe em rêya xwe baştir dibînin. Bi eynî awayî, Xwedê alî me dike ku em Peyva wî gav bi gav çêtir fehm bikin (Methelokên Silêman 4:18 bixwîne). Rast e, Kitêba Pîroz nayê guhertin, lê çaxê fehmkirina me ya Kitêba Pîroz zelaltir dibe, em bîr û baweriyên xwe serrast dikin.

5. Em li gor navê xwe hereket dikin

Çima em dibêjin ku em Şahidên Yehowa ne? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Şahidên Yehowa – çima ev nav ji bo me xweş e?

Yehowa çima însan kirine şahidên xwe? Çimkî ew dibêjin ku Xwedayê rast kî ye û çi derew li ser wî hatine gotin. Mesela, bala xwe bide van du derewan.

Hin dîn û bawerî ji mirîdên xwe re dibêjin ku ew dikarin pût û sûretan ji bo îbadetê bi kar bînin. Lê belê, 3. Mûsa 26:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo Yehowa li ser pût û sûretan çi difikire?

Hin rêberên dînî dibêjin ku Îsa Mesîh bi xwe Xwedê ye. Lê belê, Yûhena 20:17 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Yehowa Xwedê û Îsa Mesîh eynî şexs in?

  • Yehowa, Şahidên xwe şandine ku ew rastiya li ser wî û Kurê wî belav bikin. Ev yek li ser te çawa tesîr dike?

6. Em ji hevdû hez dikin

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek Mesîhiyên heqîqî wek hemû endamên bedena însên bi hev re di yekîtiyê de bişixulin. 1. Korîntî 12:25, 26 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gava Mesîhiyên heqîqî dibînin ku xwişk û birayên wan kul û derdan dikişînin, ew çi dikin?

  • Gelo te ji hezkirina ku di nav Şahidên Yehowa de heye, çi ferq kiriye?

Şahidên Yehowa, gava dibînin ku xwişk û birayên wan li çar aliyên dinyayê kul û derdan dikişînin, ew bi lez û bez diçin hewara wan. Ji bo dîtina mîsalekê, vê VÎDEOYÊ vêxe. Paşê li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Şahidên Yehowa di rojên felaketên tebîetê de çawa hezkirina xwe nîşan didin?

Mesîhiyên heqîqî ji kesên muhtac re hezkirinê nîşan didin

HINEK WISA DIBÊJIN: “Şahidên Yehowa hiş û aqlê xelkê dişon.”

  • Teyê çi bigota?

BI ÇEND GOTINAN

Şahidên Yehowa Mesîhiyên heqîqî ne. Em wek malbateke cîhanî ji Yehowa re îbadetê dikin. Em bîr û baweriyên xwe li ser esasê Kitêba Pîroz ava dikin. Û em rastiya li ser Yehowa belav dikin.

Tu çi elimî?

  • Çima em xwe wek Şahidên Yehowa bi nav dikin?

  • Şahidên Yehowa ji hevdû re çawa ne?

  • Bi dîtina te, gelo Şahidên Yehowa Mesîhiyên heqîqî ne?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Şahidên Yehowa elimandinên sexte derdixin holê. Bala xwe bide vê mîsalê:

Cemaeta Xwedê Navê Wî bi Rûmet Dike (7:08)

Çi pirsên te der barê Şahidên Yehowa de hene? Bersivên wan bistîne.

“Pirsên Pir Tên Pirsîn” (malpera jw.org)

Stephen ji însanên ji kok û miletên din pir nefret dikir û êrîşî wan dikir. Gava ku wî Şahidên Yehowa nas kir, wî xwe guherand.

“Jiyana Min Her ku Diçû Xerabtir Dibû” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2015)

a Ji sala 1879an û vir ve, kovara me ya sereke, yanî Birca Çavdêriyê, gotin û elimandinên Kitêba Pîroz şîrove dike.