Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 21

Mizgîniya Xêrê Ça Tê Belakirinê?

Mizgîniya Xêrê Ça Tê Belakirinê?

Yehowa wê zûtirekê bi saya Padşatiya xwe hemû problêmên me bide hildanê. Ev mizgînî şabûneke mezin tîne û hemû meriv gerekê evê mizgîniyê bibihên. Îsa dixwaze wekî peyçûyên wî evê mizgîniyê hemû merivara bela kin (Metta 28:19, 20). Şedên Yehowa ça evê temiya Îsa tînin sêrî?

1. Ça roja îro giliyên ji Metta 24:14 têne sêrî?

Îsa got: “Ev Mizgîniya Padşatiyê wê li nav temamiya dinyayê bê dannasînkirinê” (Metta 24:14). Şedên Yehowa bi şabûnê wî şixulê ferz tînin sêrî. Em evê mizgîniyê nav temamiya dinyayê ser 1 000 zimana zêdetir bela dikin! Seva ku evî şixulê mezin bînin sêrî, lazim e qewat û terbetî. Ew şixul bê alîkariya Yehowa wê nehata sêrî.

2. Em çi dikin wekî merivara mizgîniyê bela kin?

Em mizgîniyê hemû dera bela dikin, kîderê ku meriv hene. Mîna Mesîhiyên qirna yekê, em mal bi mal xizmet dikin (Karên Şandiya 5:42). Ev mêtod alî me dike ku her sal bi mîlyona merivara mizgîniyê bela kin. Cara meriv malda nînin, lema em wan ciya jî mizgîniyê bela dikin, kîderê ku gelek meriv top dibin. Em timê mecala digerin, wekî merivara derheqa Yehowa û nêtên wî gilî kin.

3. Kî cabdar e mizgîniya xêrê bela ke?

Hemû Mesîhiyên rast cabdar in merivara mizgîniyê gilî kin. Ew cabdarî gelek ferz e. Em çiqas dikarin, xizmet dikin, çimkî zanin ku emirê meriva vê yekêva girêdayî ye (Bixûne 1 Tîmotêyo 4:16.) Em bona wî şixulî pera nastînin, çimkî Kitêba Pîrozda tê gotinê: “We bêheq standiye, bêheq jî bidin” (Metta 10:7, 8). Ne hemû meriv evê mizgîniyê qebûl dikin. Lê yeke em nasekinin û ewî şixulî berdewam dikin, çimkî bi wê yekê em gura Yehowa dikin û dilê wî şa dikin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese ku Şedên Yehowa çi dikin, wekî nav temamiya dinyayê mizgînî bela be, û usa jî pêbihese ku vê yekêda Yehowa ça alî me dike.

4. Çi destê me tê em dikin, wekî hemû merivara mizgîniyê gilî kin

Şedên Yehowa çi destê wan tê dikin, wekî hemû ciya merivara mizgîniyê gilî kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi te xweş tê vê yekêda, ku Şedên Yehowa çi dikin wekî

mizgîniyê bela kin?

Bixûne Metta 22:39 û Romayî 10:13-15, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Xizmetiya me ça dide kifşê, wekî em bona meriva xem dikin?

  • Yehowa ça dinihêre ser wan meriva, yên ku mizgîniya xêrê bela dikin? (Binihêre rêza 15.)

5. Em hevalkarên Xwedê ne

Gelek mesele hene, kîjan ku didine kifşê wekî xizmetiyêda Yehowa rêberiyê me dike. Mesele, Zelanda Nûda, birakî me navê kîjanî Paûl e, çaxê mal bi mal xizmet dikir, rastî kulfetekê hat. Hema vê rojê şebeqê, evê kulfetê navê Xwedê, Yehowa, hildabû û jêra dua kiribû. Duada ewê ji Xwedê hîvî kiribû, wekî kesek bê teseliya wê bike. Paûl dibêje, “hema sê sihet paşî duayê wê kulfetê, min derê wê xist”.

Bixûne 1 Korintî 3:9, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Meselên mîna mesela Paûl ji Zelanda Nû, ça didine kifşê, wekî Yehowa rêberiya şixulê belakirina mizgîniyê dike?

Bixûne Karên Şandiya 1:8, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira mera alîkariya Yehowa lazim e, wekî xizmetiya xwe heta xilaziyê bînin sêrî?

We zanibû?

Em her heftî civatêda, rêberiyê bona xizmetkirinê distînin. Hergê tu çûyî vê civatê, gilî ke tu çi difikirî derheqa vê hînkirinê.

6. Em temiya Xwedê tînin sêrî

Qirna yekêda merivên miqabil dixwestin peyçûyên Îsa bidine sekinandinê, wekî ewana mizgîniyê bela nekin. Lê wana bi qanûnî îzina xwe diparast, ku mizgîniya xêrê bela kin (Fîlîpî 1:7). Îro jî Şedên Yehowa usa dikin. a

Bixûne Karên Şandiya 5:27-42, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira emê nesekinin mizgîniyê bela kin? (Binihêre rêzên 29, 38 û 39.)

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çira Şedên Yehowa mal bi mal xizmet dikin?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Îsa temî da peyçûyên xwe wekî hemû miletara mizgîniyê bela kin. Yehowa alî cimeta xwe dike, wekî ewî şixulî bînin sêrî.

Wekilandin

  • Ça mizgîniya xêrê nav temamiya dinyayêda tê belakirinê?

  • Xizmetiya me ça dide kifşê wekî em bona meriva xem dikin?

  • Tu ça difikirî, belakirina mizgîniyê dikare şabûnê mera bîne? Çira?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Binihêre ku Şedên Yehowa şeherên mezinda ça xizmet dikin.

“Xizmetkirina Parîsêda li Wan Ciya, Kîderê ku Gelek Meriv Hene” (5:11)

Şedên Yehowa çi dikin, wekî alî wan xerîba bikin, yên ku ji welatên xwe revî ne?

“Reviya ji Tîbûna Ruhanî Xilaz Dikin” (5:59)

Binihêre ku ça xizmetiya hertim jîyîna meriya bextewar dike.

“Şa me ku Min Riya Rast Bijartiye” (6:29)

Pêbihese ku ça bi alîkariya hine safîkirinên dîwanê xizmetî hêsa bû.

“Mizgînvanên Padşatiyê Şixul Didine Dîwanê” (“Padşatiya Xwedê Serwêrtiyê Dike!”, serê 13)

a Xwedê xwexa temî daye ku mizgîniya xêrê bela kin, lema jî bona vê yekê Şedên Yehowara îzina meriva nelazim e.