Here Naverokê

Here naverokê

DERS 22

Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?

Tu Çawa Dikarî ji Kesên Din re Behsa Xebera Xêrê Bikî?

Gava ku tu ji Kitêba Pîroz rastiyên nû dielimî, belkî tu ji xwe re dibêjî: “Gerek her kes vê xebera xweş bibihîze!” Erê, xebera te ye, gerek her kes bi vê xebera xweş bizanibe! Lê belkî tu carinan ditirsî ku ji kesên din re behsa Kitêba Pîroz bikî. Ka em binêrin ku tu çawa dikarî vê tirs û heyecana xwe ji ser xwe bavêjî û bi kêfxweşî dest bi belavkirina xebera xêrê bikî.

1. Tu çawa dikarî ji kesên din re behsa tiştên ku tu dielimî bikî?

Şagirtên Îsa Mesîh wisa gotibû: “Em nikarin tiştên ku me dîtine û bihîstine nebêjin” (Karên Şandiyan 4:20). Wan ji rastiyê ew qas hez dikir ku wan dixwest bi her kesî re li ser wê sohbetê bikin. Gelo dilê te jî vêya dixwaze? Erê, tu dikarî li rê û fersendan bigerî ku tu ji malbat û hevalên xwe re bi xweşikahî behsa Kitêba Pîroz bikî (Kolosî 4:6 bixwîne).

Tu çawa dikarî dest bi xeberdanê bikî?

  • Gava ku tu bi malbata xwe re sohbetê bikî, tu dikarî bi van gotinan bala wan bikişînî ser Kitêba Pîroz: “Vê heftiyê ez elimîm tiştekî pir xweş ku bala min kişand.”

  • Eger hevalekî te nexweş yan xemgîn be, jê re ayeteke xweş bixwîne.

  • Dema ku hevalkarên te ji te bipirsin, ka heftiya te çawa derbas bûye, tu dikarî ji wan re behsa kursa Kitêba Pîroz yan civînê bikî.

  • Ji hevalên xwe re malpera jw.org nîşan bide.

  • Kesekî din dawetî kursa xwe ya Kitêba Pîroz bike, yan nîşanî wan bide ku ew çawa dikarin xwe bi xwe li ser jw.org kursa Kitêba Pîroz bixwazin.

2. Çima belavkirina xebera xêrê ya bi civatê re hedefeke xweş e?

Şagirtên Îsa Mesîh ne tenê ji nas û merivên xwe re, lê ji her kesî re behsa xebera xêrê dikir. Îsa Mesîh ‘ew dido dido li pêşiya xwe şandin her bajar û her cihî’ ku xebera xêrê belav bikin (Lûqa 10:1). Bi vî awayî, fersend diket destê gelek însanan ku ew xebera xêrê bibihîzin. Ji ber vê yekê, şagirtên Îsa Mesîh pir kêfxweş dibûn ku wan bi hev re xebera xêrê belav dikir (Lûqa 10:17). Gelo tu jî dixwazî tevî civatê ji kesên din re behsa xebera xêrê bikî?

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Tu çawa dikarî tirs û heyecana xwe ji ser xwe bavêjî û ji belavkirina xebera xêrê kêfê bistînî?

3. Netirse, Yehowa bi te re ye!

Hinek dixwazin bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz bipeyivin, lê ew ditirsin ka însan wê çi bifikirin yan çi bibêjin.

  • Gelo tirs û heyecana te heye ku tu ji kesên din re behsa xebera xêrê bikî?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Van keç û xortan çawa tirs û heyecan ji ser xwe avêtin?

Îşaya 41:10 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger tu newêrî ji kesên din re behsa Yehowa bikî, dua çawa dikare alî te bike?

Hêjayî gotinê ye

Gelek kes, berî ku bûne Şahidên Yehowa, difikirîn ku ew qet nikarin bi kesên din re li ser xebera xêrê bipeyivin. Ka bala xwe bide mîsala Sergey. Wî xwe bêqîmet didît û ji bo wî pir zehmet bû ku fikrên xwe bîne zimên. Lê rojekê wî dest bi kursa Kitêba Pîroz kir. Ew wisa dibêje: “Rast e, min newêrîbû ku ez bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz xeber bidim, lê dîsa jî min xîret dikir ku dest bi sohbetê bikim. Gava min ji însanan re behsa Kitêba Pîroz dikir, min didît ku ez hêdî hêdî bi xwe bawer dibim û ji rastiyên Kitêba Pîroz bêtir hez dikim.”

4. Bi xeberdana xwe qedrê kesên din bigire

Gava ku tu xebera xêrê belav dikî, bala xwe bidê ku tu çi çawa dibêjî. 2. Tîmotêyos 2:24 û 1. Petrûs 3:15 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Ev ayet çawa alî te dikin ku tu bi kesên din re li ser Kitêba Pîroz bipeyivî?

  • Eger hin ferdên malbata te yan hevalên te wek te nefikirin, gelo tu dikarî çi bikî? Gerek tu çi nekî?

  • Li şûna ku em ji wan re bi hişkî behsa Kitêba Pîroz bikin, çima çêtir e ku em bi alîkariya pirsên maqûl bi wan re sohbetê bikin?

5. Belavkirina xebera xêrê dilê me xweş dike

Yehowa emir dabû Îsa Mesîh ku ew xebera xêrê belav bike. Îsa Mesîh li ser vî emrê Xwedê çi difikirî? Yûhena 4:34 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Xwarinên baş ji bo jiyanê muhîm in û dilê me şa dikin. Îsa Mesîh çima got ku kirina daxwaza Xwedê, yanî belavkirina xebera xêrê, ji bo wî wek xwarinê ye?

  • Bi dîtina te, belavkirina xebera xêrê çi dilxweşiyê dide me?

Hin teklîf

  • Di civîna Jiyan û Xizmetê de, bala xwe bidê ku sohbet çawa tên destpêkirin.

  • Bifikire ka tu dikarî di civîna Jiyan û Xizmetê de wezîfeyên xwendekaran bikî. Ew ji bo te alîkariyeke baş in ku tu bi kesên din re li ser xebera xêrê bipeyivî.

  • Bi alîkariya qismên “Hinek Wisa Dibêjin” yan “Belkî Kesek ji Te Bipirse” xwe hazir bike ka tu dikarî li ser van pirs û meseleyan çi bibêjî.

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çi heye çi tune ye?”

  • Wexta ku tu cewaba vê pirsê bidî, tu çawa dikarî behsa Kitêba Pîroz bikî?

BI ÇEND GOTINAN

Belavkirina xebera xêrê dilê me xweş dike, û destpêkirina sohbetan jî ne ew qas zor e.

Tu çi elimî?

  • Çima em ji kesên din re behsa xebera xêrê dikin?

  • Em çawa dikarin vê yekê bi zimanekî şîrîn û xweş bikin?

  • Eger ji bo te zor û zehmet be ku tu behsa xebera xêra bikî, tu dikarî çi bikî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ka bibîne ku em çawa dikarin behsa xebera xêrê bikin û karta jw.org bidin xelkê.

Sohbetên Emsal – Karta JW.ORG (1:43)

Bixwîne yan bibihîze ku xwendekarek çawa dikare bibe mamosteyê Kitêba Pîroz.

“Gelo Tu Hazir î ku Bibî ‘Masîgir’?” (Birca Çavdêriyê, Îlon 2020)

Serpêhatiyeke Kitêba Pîroz dikare alî me bike ku em ji kesên din re behsa xebera xêrê bikin.

Netirse, Yehowa wê Alî Te Bike! (11:59)

Gelo tu çawa dikarî bi malbata xwe re li ser Kitêba Pîroz xeber bidî?

“Xebera Xêrê Bigihîne Dilê Merivên Xwe” (Birca Çavdêriyê, 15 Adar 2014)