Here Naverokê

Here naverokê

DERS 24

Rastiya li ser Melekan

Rastiya li ser Melekan

Yehowa dixwaze ku em malbata wî ya ezmanî ji nêzîk ve nas bikin. Di vê malbatê de melek hene û ji wan re “lawên Xwedê” tê gotin (Eyûb 38:7). Gelo Kitêba Pîroz li ser melekan çi dibêje? Çi tesîra wan li ser însanan heye? Ma hemû melek ji malbata Xwedê ne?

1. Melek kî ne?

Berî çêkirina erdê, Yehowa melek xuliqandine. Melek jî ruh in, nayên dîtin û li ezmên dijîn (Îbranî 1:14). Bi milyonan melek hene û her yek ji wan xwediyê şexsiyetekê ye (Peyxam 5:11). Ew bi ya Xwedê dikin û guh didin wî (Zebûr 103:20). Di zemanê Tewrat, Zebûr û Încîlê de, Yehowa carinan melek dişandin ku xeberên wî îlan bikin, ku ji xizmetkarên wî re bibin alîkar û wan xelas bikin. Îro, melek alî Mesîhiyên heqîqî dikin ku ew însanên ku dixwazin Xwedê nas bikin, bibînin.

2. Îblîs û cinên wî kî ne?

Hin melek ji Yehowa Xwedê re dilsoz neman. Melekê ku pêşîn li hemberî Xwedê serî hildaye, “jê re Îblîs û Şeytan tê gotin … ê ku hemû dinya xapandiye” (Peyxam 12:9). Îblîs dixwaze her kesî bixe bin hukmê xwe. Loma wî însanên pêşîn û paşê melekên din jî xapandin ku li hemberî Xwedê serî rakin. Ji wan melekên serhildêr re cin tê gotin. Yehowa ew ji ezmanan qewirandin û avêtin ser rûyê erdê, û ewê wan rojekê helak bike (Peyxam 12:9, 12 bixwîne).

3. Îblîs û cinên wî çawa hewl didin ku me bixapînin?

Îblîs û cinên wî hewl didin ku însanan bi destê cindariyê bixapînin. Cindarî ew adeta xerab e ku însan dixwaze bi ruh û cinan re xeber bide. Mesela, hin kes xwe diavêjin ber bextê falbaz, stêrknas yan kesên ku dibêjin ew dikarin cinan biqewirînin. Hin kes ji bo îlac û tedawiyên tibî sêhrbaziyê bi kar tînin. Hin kes jî bi vê baweriyê tên xapandin ku ew dikarin bi miriyan re bipeyivin. Lê Yehowa vê şîretê dide me: “Berê xwe nedin cinbazan û kesên bi ruhan dişêwirin. Li wan negerin” (3. Mûsa 19:31, Mizgînî). Belê, Yehowa dixwaze me ji Îblîs û cinên wî biparêze. Ew dijminên Xwedê ne û dixwazin zerarê bidin me.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Melekên dilsoz ji bo însanan çi tiştên qenc dikin? Çima cindarî bizerar e? Û em çawa dikarin xwe ji tesîra Îblîs û cinan biparêzin?

4. Melekên dilsoz alî însanan dikin ku ew Yehowa nas bikin

Melekên Xwedê xebera xêrê rasterast nadin însanan. Li şûna vê yekê, ew dikarin rêberiya xizmetkarên Xwedê bikin ku ew herin cem însanên ku dixwazin Xwedê nas bikin. Peyxam 14:6, 7 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima alîkariya melekan ji bo belavkirina xebera xêrê lazim e?

  • Fikra ku melek dikarin rêberiya te bikin ku tu herî cem însanên ku dixwazin Xwedê nas bikin li ser dilê te çawa tesîr dike?

5. Cindariyê neke

Îblîs û cinên wî dijminên Yehowa Xwedê û dijminên me ne jî. Lûqa 9:38-42 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Cin çi tînin serê însanan?

Em qet naxwazin rê bidin cinan ku ew li ser me tesîr bikin. 5. Mûsa 18:10-12 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Cin çawa hewl didin ku li ser me tesîr bikin yan xwe bigihînin me? Li hêla we, însan çawa cindariyê dikin?

  • Gelo te fehm kir ku Yehowa çima cindarî û sêhrbazî qedexe kiriye?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li gor te, gelo nivişta qîza Palesayê bixeter û bitalûke bû?

  • Palesayê çi kir ku xwe ji tesîra cinan biparêze?

Mesîhiyên heqîqî her tim li hemberî tesîra cinan sekinî ne. Karên Şandiyan 19:19 û 1. Korîntî 10:21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima muhîm e ku em her tiştê ku bi cindarî û sêhrbaziyê ve girêdayî ye tune bikin?

6. Tu dikarî li hemberî Îblîs û cinên wî bi ser bikevî!

Îblîs serokê cinan e. Lê serokê melekên dilsoz serekmelek Mîxayîl e. Mîxayîl navekî din ê Îsa Mesîh e. Ew yekî çi qas xurt û qewî ye? Peyxam 12:7-9 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Kî ji kê xurttir e? Mîxayîl û melekên wî yan Îblîs û cinên wî?

  • Tu çi dibêjî, ma hewce dike ku şagirtên Îsa Mesîh ji Îblîs û cinên wî bitirsin?

Tu dikarî di şerê li hemberî Îblîs û cinên wî de bi ser bikevî. Aqûb 4:7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî xwe ji tesîra Îblîs û cinan biparêzî?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Bi eslê xwe, fîlm û lîstikên li ser cindarî û sêhrbaziyê bêzerar in. Em tenê kêf û sebra xwe pê tînin.”

  • Çima ev fikir bixeter û bitalûke ye?

BI ÇEND GOTINAN

Melekên dilsoz ji me re dibin alîkar. Lê Îblîs û cinên wî dijminên Yehowa Xwedê ne. Û ew hewl didin ku însanan bi cindariyê bixapînin.

Tu çi elimî?

  • Melekên Yehowa çawa alî însanan dikin ku ew wî nas bikin?

  • Şeytan û cinên wî kî ne?

  • Çima gerek tu xwe ji cindariyê dûr bigirî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Em ji ku dizanin ku Îsa Mesîh serekmelek Mîxayîl e?

“Serekmelek Mîxayîl Kî ye?” (Meqaleya Înternetê)

Li ser îsbatan lêkolîn bike ka Îblîs bi rastî heye yan na.

“Ma Îblîs bi Rastî Heye?” (Meqaleya Înternetê)

Ka bixwîne ku jinikek çawa ji tesîra cinan xelas bûye.

“Min Mexseda Jiyana Xwe Fehm Kir” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 1993)

Îblîs çawa însanan bi cindarî yan sêhrbaziyê dixapîne?

“Rastiya li ser Falbazî, Sêhrbazî û Pîrebokan” (Rêya Jiyana Bêdawî, qisim 5)