Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 24

Melek Kî ne û Ewana Çi Dikin?

Melek Kî ne û Ewana Çi Dikin?

Yehowa dixwaze wekî em malbeta wîye ser ezmana rind nas kin. Neferên wê malbetê melek in, kîjan ku Kitêba Pîrozda têne navkirinê “lawên Xwedê” (Îbo 38:7). Em ji Kitêba Pîroz derheqa meleka çi pêdihesin? Ewana ça ser meriva hukum dikin? Gelo hemû melek neferên mala Xwedê ne?

1. Melek kî ne?

Yehowa melek pêşiya erdê efirandine. Ewana jî mîna Xwedê nayêne kifşê û li ezmana ne (Îbranî 1:14). Bi mîlyona melek hene û her kes ji wan bi cûrê xwe ye (Eyantî 5:11). Ewana “diqedînin gotina [Yehowa], dikin guhdarîya dengê Wî” (Zebûr 103:20). Wedê berê Yehowa carna melekên xwe dişande ser erdê, wekî gotina wî elam kin, piştgiriya cimeta wî bikin û wana xwey kin. Îro melek Rêberiyê Mesîhiya dikin, wekî ewana herin wan merivara şedetiyê bidin, yên ku dixwazin derheqa Xwedê pêbihesin.

2. Mîrê-cina û cinên wî kî ne?

Hine melek Yehowara amin neman. Melekê pêşin yê ku bû raber, “jêra Mîrêcin û Şeytan dibêjin, yê ku temamiya dinê xalifandiye” (Eyantî 12:9). Mîrê-cina dixwest serwêrtiyê ser efrînên Xwedê bikira. Lema jî ewî ser merivên pêşin, dêmek ser Adem û Hêwayê hukum kir. Paşê ewî usa kir, wekî hela hê melek jî bûne raber û pey wî çûn. Ew melek têne navkirinê cin. Yehowa ji ezmana berî wan da avîte ser erdê, û paşê wê wana kuta ke (Bixûne Eyantî 12:9, 12.)

3. Mîrê-cina û cinên wî ça me dixalifînin?

Mîrê-cina û cinên wî geleka pê sêrbaziyê dixalifînin. Mesele, hine meriv diçine bal steyrnasa, koçeka û usa jî bal sêrbaza. Hinek jî seva ku xwe qenc kin, mêtodên usa didine xebatê, kîjan ku sêrbaziyêva girêdayî ne. Hine meriv jî bawer dikin, ku dikarin tevî miriya xeber din. Lê Yehowa mera dibêje: “Neçine cem yên gazî ruha dikin û ji micêwirê cina nepirsin” (Qanûna Kahîntiyê 19:31). Yehowa mera evê yekê pêşda dibêje, wekî em fesal bin seva xwe ji Mîrê-cina û cinên wî xwey kin. Ewana dijminên Xwedê ne û dixwazin ziyanê bidine me.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku melek ça alî me dikin, sêrbazî çi ziyanê tîne, û ça em dikarin xwe ji hukumê Mîrê-cina û cinên wî xwey kin.

4. Melek alî meriva dikin wekî derheqa Yehowa pêbihesin

Melek xwexa merivara derheqa Yehowa gilî nakin. Ewana rêberiyê xizmetkarên Xwedê dikin, wekî herin bal wan meriva, yên ku dixwazin derheqa Xwedê pêbihesin. Bixûne Eyantî 14:6, 7, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çira seva ku mizgîniyê bela kin, mera alîkariya meleka lazim e?

  • Gelo tu qewî dibî ji zanebûna wê yekê, ku melek dikarin rêberiyê te bikin, wekî alî wan meriva bikî, yên ku dixwazin derheqa Kitêba Pîroz pêbihesin? Çira?

5. Sêrbaziyê înkar ke

Mîrê-cina û cin dijminên Yehowa ne. Ewana usa jî dijminên me ne. Bixûne Lûqa 9:38-42, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Cin xwe hindava meriva ça didine kifşê?

Em naxwazin wekî cin ser me hukum kin. Bixûne Qanûna Ducarî 18:10-12, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Cin bi alîkariya çi dixwazin ser me hukum kin, wekî heleqetiya me tevî wan hebe? Ew ciyê ku hûn dijîn, kîjan cûrê sêrbaziyê belabûyî ne?

  • Tu ça difikirî, ew yek bi bîlanî ye ku Yehowa hemû cûrê sêrbaziyê qedexe dike? Şiroveke.

Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu ça difikirî, telîsma ku Palêsayê destê qîza xweva kiribû, ziyan dianî?

  • Palêsayê gerekê çi bikira, wekî cin lê vegeriyana?

Mesîhiyên rast timê miqabilî cina dertên. Bixûne Karên Şandiya 19:19 û 1 Korintî 10:21, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira ferz e wekî tu hemû tiştên sêrbaziyêva girêdayî yên ku bal te hene, kuta kî?

6. Tu dikarî Mîrê-cina û cinên wî alt kî

Mîrê-cina rêberiyê cina dike. Lê melekên amin bin rêberiya Mixayîlda nin, ew jî navekî Îsa ye, yê ku melekê sereke ye. Lê qewata Mixayîl çiqas e? Bixûne Eyantî 12:7-9, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Kî diha qewat e, Mixayîl û melekên wî, yan Mîrê-cina û cin?

  • Ça tu difikirî, peyçûyên Îsa gerekê ji Mîrê-cina û cinên wî bitirsin?

Tu dikarî Mîrê-cina û cinên wî alt kî. Bixûne Aqûb 4:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça dikarî xwe ji Mîrê-cina û cinên wî xwey kî?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Tiştekî xirab vê yekêda tune ye, ku tu wan lîstika bilîzî û fîlma binihêrî, kîjanada sêrbazî heye. Ew tenê wedederbazkirin e.”

  • Çira nihêrandina usa dikare ziyanê bîne?

TEMAMKIRIN

Melekên amin alî me dikin. Lê Mîrê-cina û cinên wî dijminên Yehowa ne, û ewana pê sêrbaziyê meriva dixalifînin.

Wekilandin

  • Melekên Yehowa ça alî meriva dikin, wekî derheqa wî pêbihesin?

  • Mîrê-cina û cin kî ne?

  • Tu çira dixwazî xwe ji sêrbaziyê dûr bigirî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese em ji ku zanin, wekî Îsa Mixayîl e, dêmek serekê meleka ye.

“Mixayîlê Serekmilyaket Kî ye?“ (Gotara ji malperê

Pêbihese ku çira em dikarin bêjin, wekî Mîrê-cina kesê rêalî ye, ne ku zulmiya hindurê merivada ye.

“Gelo bi Rastî Şeytan Heye?“ (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku ça kulfetek ji hukumtiya cina aza bû.

“Ewê Nêta Jîyînê Dît“ (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 1993)