Here Naverokê

Here naverokê

DERS 27

Mirina Îsa Mesîh Dikare Me ji Çi Xelas Bike?

Mirina Îsa Mesîh Dikare Me ji Çi Xelas Bike?

Ji ber ku însanên pêşîn, yanî Adem û Hewa, ji rêya Xwedê derketin, em îro gunehkar in, êşê dikişînin û dimirin. a Halê me pir zor e, lê Yehowa ji me re çareyek dîtiye. Ew dixwaze bi destê Îsa Mesîh me ji guneh û mirinê xelas bike. Kitêba Pîroz dibêje ku Îsa Mesîh canê xwe wek fîdye daye. Maneya fîdyeyê ev e: Ji bo ku kesekî girtî serbest bê berdan, lazim e ku berdêl, yanî fîdye, bê dayîn. Îcar fîdyeya ku Îsa Mesîh dabû, jiyana wî ya bêqisûr bû (Metta 20:28 bixwîne). Heqê Îsa Mesîh hebû ku ew heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijiya, lê wî ji bo xatirê me jiyana xwe feda kir. Bi vî awayî, wî ji me re rê vekir ku em tiştên ku Adem û Hewayê winda kirine dîsa bi dest bixin. Wexta ku Îsa Mesîh canê xwe da, wî nîşan da ku ew û Yehowa ji me pir hez dikin. Ev ders alî me dike ku em şikurdariya xwe ji bo mirina Îsa Mesîh nîşan bidin.

1. Îro, çi xêra mirina Îsa Mesîh ji bo me heye?

Ji ber ku em gunehkar in, em gelek caran bi gotin û kirinên xwe dilê Yehowa diêşînin. Lê dîsa jî, em dikarin bibin dostên Yehowa Xwedê. Gelo çawa? Ya yekê, gerek em ji dil ji gunehên xwe tobe bikin. Ya diduyan, gerek em bi navê Îsa Mesîh ji Xwedê rica bikin ku ew me efû bike. Ya sisêyan jî, gerek em xîret bikin ku gunehên berê dîsa nekin (1. Yûhenna 2:1). Kitêba Pîroz dibêje: “Mesîh jî bi carekê ji bo gunehan cefa kişand, da ku me bigihîne Xwedê. Yê rast ji bo yên nerast mir” (1. Petrûs 3:18).

2. Di pêşerojê de, çi xêra mirina Îsa Mesîh ji bo me heye?

Yehowa Xwedê, Îsa Mesîh şand ser rûyê erdê ku ew jiyana xwe ya bêqisûr ji bo însanan bide. Bi vî awayî, wê “her kesê ku baweriyê bi wî [Îsa Mesîh] bîne helak nebe, lê jiyana wî ya herheyî hebe” (Yûhenna 3:16). Ji ber ku Îsa Mesîh canê xwe ji bo me da, Yehowa wê di demeke nêzîk de hemû belayên ku Adem anîne serê me, ji holê rake. Eger em îmana xwe bi qurbanbûna Îsa Mesîh bînin, rê li ber me vedibe ku em heta bi hetayê di ceneta li ser rûyê erdê de bijîn (Îşaya 65:21-23).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Îsa Mesîh çima canê xwe ji bo me însanan daye, û çi xêra mirina wî ji bo me heye?

3. Mirina Îsa Mesîh me ji guneh û mirinê xelas dike

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji ber ku Adem guh neda Yehowa Xwedê, çi ji destê wî çû?

Romayî 5:12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi tesîra gunehê Adem li ser me heye?

Yûhenna 3:16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima Yehowa Xwedê Kurê xwe şand ser rûyê erdê?

  1. Adem yekî bêqisûr bû, wî guh neda Xwedê û em xistin ser rêya guneh û mirinê

  2. Îsa Mesîh yekî bêqisûr bû, wî guh da Xwedê û em xistin ser rêya jiyana bêdawî

4. Mirina Îsa Mesîh ji bo xêra her kesî ye

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Hemû însan çawa dikarin ji mirina yek kesekî xêrê bibînin?

1. Tîmotêyos 2:5, 6 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Adem yekî bêqisûr û kamil bû, lê wî em xistin ser rêya guneh û mirinê. Îsa Mesîh jî yekî bêqisûr û kamil bû. Wî çawa “xwe ji bo hemûyan kir berdêl” yanî fîdye?

5. Fîdye diyariya Yehowa ya ji bo te ye

Dostên Yehowa fîdyeya Îsa Mesîh wek diyariyeke şexsî dibînin. Galatî 2:20 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Pawlosê şandî çawa anî zimên ku fîdye ji bo wî diyariyeke şexsî ye?

Gava ku Adem guneh kir, ew û hemû zarokên wî bûn mehkûmên mirinê. Lê ji bo ku fersenda jiyana bêdawî bikeve destê te, Yehowa Xwedê Kurê xwe şand dinyayê.

Van ayetan bixwîne û xeyal bike ku gava Kurê wî êş dikişand, Yehowa çi hîs dikir. Yûhenna 19:1-7, 16-18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev tiştên ku Yehowa û Îsa Mesîh ji bo te kirine, çawa li ser te tesîr dikin?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Mirina yek kesekî çawa dikare hemû însanan xelas bike?”

  • Teyê çawa cewab bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Îsa Mesîh bi mirina xwe bingeh danî ku Yehowa gunehên me efû bike. Û mirina wî rêya jiyana bêdawî li ber me vekir.

Tu çi elimî?

  • Îsa Mesîh çima mir?

  • Jiyana Îsa Mesîh a bêqisûr çawa bûye fîdye, yanî berdêl?

  • Çi feydeya mirina Îsa Mesîh ji bo te heye?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ji jiyana Îsa Mesîh a bêqisûr û kamil re çima “fîdye” tê gotin?

“Îsa Mesîh Çawa ji bo Gelekan Fîdye Daye?” (Meqaleya Înternetê)

Ji bo ku em sax bimînin, gerek em çi bikin?

“Îsa Mesîh Me Çawa Xelas Dike?” (Meqaleya Înternetê)

Binêre ku fîdyeya Îsa Mesîh çawa alî zilamekî kiriye ku ew bibe mirovekî baştir.

“Min Terka Zordariyê kir” (Meqaleya Înternetê)

a Li gor Kitêba Pîroz, wexta ku însan tiştekî xerab dike, jê re “guneh” tê gotin. Wekî din, guneh ew halê gunehkar e ku em ji roja çêbûna xwe ve tê de ne.