Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 27

Mirina Îsa Ça Dikare Me Xilaz ke?

Mirina Îsa Ça Dikare Me Xilaz ke?

Em guna dikin, diçerçirin û dimirin, çimkî merivên pêşin Adem û Hêwayê gura Xwedê nekirin. a Lê em bê hêvî nînin, Yehowa mera çarek dît. Ewî safî kir wekî bi mirina Kurê xwe Îsa Mesîh me ji gune û mirinê xilaz ke. Kitêba Pîrozda tê gotinê ku Îsa bi saya mirina xwe em ji gune kirîn. Kirîn ew qîmet e, kîjan ku tê dayînê, wekî kesek bê azakirinê. Heqê ku Îsa da, ew hebû qîmetê emirê wîyî bêqisûr (Bixûne Metta 20:28.) Îsa çaxê ser erdê bû, ewî dikaribû heta-hetayê bijîta, lê ewî emirê xwe bona me da. Bi saya vê yekê mera mecal vebû, ku dîsa bistînin wî emirî, kîjan Adem û Hêwayê unda kirin. Îsa pê vê yekê da kifşê, wekî ew û Yehowa me gelek hiz dikin. Ev ders wê alî me bike, wekî em hê zêde bişêkirînin vê yekê, çi ku Îsa bona me kir.

1. Mirina Îsa çi kar mera anî?

Em gunekar in lema jî em gelek tiştên usa dikin, kîjan dilê Yehowa xweş nayên. Lê çaxê em bi dil û can gunê xwe tînin rûyê xwe û ji Yehowa hîvî dikin, wekî bi saya qurbanbûna Îsa bibaxşîne me, û hergê em hemû tiştî dikin wekî dîsa wan şaşiya nekin, hingê Yehowa me ça dostê xwe hesab dike (1 Yûhenna 2:1). Kitêba Pîrozda tê gotine: “Mesîh carekê bona her tim bona guna cefa kişand, yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke” (1 Petrûs 3:18).

2. Bi saya mirina Îsa emê axiriyêda çi kerema bistînin?

Yehowa Îsa şande ser erdê seva ku emirê xweyî bêqisûr bike qurban, “wekî her kesê ku [Îsa] bawer bike unda nebe, lê jiyîna wiye heta-hetayê hebe” (Yûhenna 3:16). Zûtirekê Yehowa wê hemû xirabiyê, ku rûyê neguhdariya Ademda pêşda hat, kuta ke. Ew yek wê bi saya qurbanbûna Îsa bê sêrî. Ew tê hesabê ku hergê em baweriya xwe qurbana Îsa bînin, mecala me wê hebe emirê heta-hetayêra ser erdê şa bin (Îşaya 65:21-23).

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese, ku çira Îsa emirê xwe ça qurban da, û ji vê yekê tu çi karê dikarî bistînî.

3. Qurbanbûna Îsa me ji gune û mirinê aza dike

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Adem çaxê gura Xwedê nekir, ewî çi mecal unda kir?

Bixûne Romayî 5:12, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Gunê Adem ça ser emirê te hukum kiriye?

Bixûne Yûhenna 3:16, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Yehowa çira Kurê xwe şande ser erdê?

  1. Adem merivekî kamil bû, lê ewî gune kir, lema hemû meriv bûne dîlê gune û mirinê

  2. Îsa merivekî kamil bû, yê ku gura Xwedêda ma, û bi saya vê yekê mecal merivara vebû, wekî bêqisûr bin û heta-hetayê bijîn

4. Mirina Îsa dikare hemû merivara karê bîne

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Mirina merivekî ça dikare hemû merivara karê bîne?

Bixûne 1 Tîmotêyo 2:5, 6, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Adem merivekî bêqisûr bû, lê ewî gune kir, lema hemû meriv bûne dîlê gune û mirinê. Îsa jî mîna Adem merivekî bêqisûr bû. Lê ewî çi kir?

5. Kirîn pêşkêşa Yehowa ye bona te

Dostên Yehowa kirînê hesab dikin ça pêşkêşa ji Yehowa xût bona xwe. Mesele, bixûne Galatî 2:20, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Pawlosê şandî ça da kifşê, wekî ew kirînê hesab dike ça pêşkêş xût bona xwe?

Çaxê Adem gune kir, ewî û hemû zuretên wî, emirê heta-hetayê unda kirin. Lê Yehowa Kurê xwe şand, seva ew emirê xwe bide, wekî tu jîyîna heta-hetayêra şa bî.

Bixûne Yûhenna 19:1-7, 16-18, û bide ber çevê xwe, wekî Yehowa çi ser xwe texmîn dikir, gava Kurê wî diçerçirî, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çi ser xwe texmîn dikî çaxê difikirî, wekî Yehowa û Îsa bona te çi kirine?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Ça mirina merivekî dikare emirê hemû meriva xilaz ke?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Mirina Îsa mecalê dide wekî Yehowa gunê me bibaxşîne, û usa jî mecalê dide me ku jîyîna heta-hetayêra şa bin.

Wekilandin

  • Îsa çira mir?

  • Çi cûreyî emirê Îsayî bêqisûr hate dayînê ça kirîn?

  • Mirina Îsa çi karê dikare tera bîne?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku çira emirê Îsayî bêqisûr ku ewî da ça qurban, tê navkirinê kirîn.

“Qurbanbûna Îsa Ça Dikare ‘Geleka Bikire’?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku em çi gerekê bikin, seva ji gune û mirinê xilaz bin.

“Çi Cûre Îsa Xilazkarê Me ye?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku ça fikirandina ­derheqa qurbanbûna Îsa, alî mêrikekî kir, ku xeysetê xwe biguhêze.

“Min Terka Zordariyê kir” (Gotara ji malperê)

a Gune ne tenê ew yek e ku tiştekî xirab tê kirinê, lê ev usa jî dereca xirab e, ya ku hemû meriv têda nin.