Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 29

Paşî Mirinê Çi Diqewime?

Paşî Mirinê Çi Diqewime?

Te qe merivê xweyî nêzîk unda kiriye? Hergê erê, dibeke wî wedê çetin û giranda evan pirsa rihetî nedane te: Gelo paşî mirinê çi diqewime? Gelo emê bikaribin dîsa wana bivînin? Vê dersêda û dersa dinda, tuyê pêbihesî ku Kitêba Pîroz ça caba van pirsa dide, û tuyê dilbînîke mezin bistînî.

1. Gelo paşî mirinê çi diqewime?

Îsa mirin beramberî xewa kûr kir. Merivê ku xewa kûrda ne, haş pê tune ku dor-berê wî çi diqewime. Em mirinê çida dikarin beramberî xewê kin? Çaxê meriv dimire, ew îda ne êşê texmîn dike, ne jî tenêbûnê. Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Mirî tiştekî nizanin” (Bixûne Waîz 9:5.)

2. Zanebûna rastiya derheqa miriya, ça alî me dike?

Gelek meriv ji mirinê û hela hê ji miriya jî ditirsin. Hergê ev tirs bal te jî heye, tu dikarî dilbîniyê bistînî ji wê yekê, çi ku Kitêba Pîrozda tê gotinê. Îsa got “rastiyê we aza ke” (Yûhenna 8:32). Gelek rêlîgiya hîn dikin wekî çaxê meriv dimire, ruh yan nefsa wî berdewam dike bijî, lê Kitêba Pîroz vê yekê hîn nake. Dêmek tu kes paşî mirinê naçerçire. Mirî ne jî dikarin ziyanê bidine me, çimkî haş tiştekî tune ne. Lema jî nelazim e miriya bihebînin û ne jî lazim e bona wan dua bikin.

Hine meriv bawer dikin, wekî ewana dikarin tevî miriya xeber din. Lê ev tişt nerast e, çimkî ça em pêhesiyan “mirî tiştekî nizanin”. Ewên ku difikirin wekî ewana tevî miriyên xwe xeber didin, bi rastî ewana tevî cina xeber didin, yên ku xwe dikine dilqê miriyên wan. Lema jî zanebûna rastiya derheqa miriya, me ji cina xwey dike. Yehowa mera pêşda derheqa vê yekê gotiye, çimkî zane wekî bi wî cûreyî cin dikarin ziyanê bidine me (Bixûne Qanûna Ducarî 18:10-12.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Hê zêde pêbihese ku Kitêba Pîroz çi dibêje derheqa mirinê. Ev yek wê hizkirina te hindava Xwedê qewî ke, yê ku miriya ceza nake.

3. Rastiya derheqa halê miriya

Nav temamiya dinyayê baweriya meriva derheqa halê miriya, cûre-cûre ye. Hemikî ji van baweriya hemû rast nînin.

  • Ciyê tu dijîyî, derheqa halê miriya kîjan bawerî belabûyî ye?

Seva ku pêbihesî Kitêba Pîroz derheqa halê miriya çi hîn dike, vêxe VÎDÊO.

Bixûne Waîz 3:20, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora vê rêzê, paşî mirinê çi diqewime?

  • Gelo paşî mirinê meriv dîsa berdewam dike bijî yan na?

Kitêba Pîrozda derheqa mirina Lazar, dostê Îsayî nêzîk, tê gilîkirinê. Bixûne Yûhenna 11:11-14, û binihêre ku Îsa çi got derheqa halê Lazar çaxê ew mirî bû. Paşê van pirsa şêwir ke:

  • Îsa mirin beramberî çi kir?

  • Ev yek me çi hîn dike derheqa halê miriya?

  • Tu çi difikirî ser wê yekê, ku Kitêba Pîrozda derheqa halê miriya çi tê gotinê?

4. Rastiya derheqa mirinê mera karê tîne

Zanebûna rastiya derheqa miriya, me ji tirsê aza dike. Bixûne Waîz 9:10, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Gelo mirî dikarin ziyanê bidine me?

Rastiya Kitêba Pîroz me aza dike ji wê derewiyê, ku yan çi seva qedirê miriya bizanibin, gerekê ese eyd-qeyda bînin sêrî. Bixûne Îşaya 8:19 û Eyantî 4:11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça difikirî, Yehowa çi ser xwe texmîn dike, çaxê meriv miriya dihebîne û alîkariyê ji wan dixwaze?

Rastiya derheqa miriya me ji wan eyd-qeyda aza dike, kîjana ku Yehowa qebûl nake

5. Rastiya derheqa miriya hêviyê dide me

Gelek meriv difikirin ku çaxê ewana bimirin, wê bona kirên xweye xirab biçerçirin. Lê em dilbînîke mezin distînin ji zanebûna vê yekê, ku tu meriv paşî mirinê naçerçire, çiqas jî gunê wan giran be. Bixûne Romayî 6:7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî paşî mirinê meriv ji gunê xwe aza dibe. Li gora vê yekê, tu ça difikirî, meriv dikare paşî mirinê biçerçire ji bo gunê xweyî berê?

Em çiqas Yehowa rind nas dikin, haqas em hê zêde îzbat dibin, ku tiştê usa wê tu car neqewime wekî Xwedê miriya biçerçirîne. Bixûne Qanûna Ducarî 32:4 û 1 Yûhenna 4:8, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora wan rêza, Xwedê pê hunurên xweyî usa baş, dikare meriva paşî mirinê biçerçirîne?

  • Rastiya derheqa miriya dilbîniyê dide te? Şiroveke.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez ditirsim ku paşî mirinê wê çi biqewime tevî min.”

  • Kîjan rêzên ji Kitêba Pîroz tu dikarî bidî xebatê, wekî dilbîniyê bidî meriva?

TEMAMKIRIN

Çaxê meriv dimire, emirê wî disekine, ew îdî najî. Lema jî mirî naçerçirin, ne jî dikarin ziyanê bidine meriva.

Wekilandin

  • Paşî mirinê çi diqewime?

  • Rastiya derheqa halê miriya çi karê dide me?

  • Rastiya derheqa miriya ça dilbîniyê dide me?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese ku Kitêba Pîrozda xebera “nefs” çi tê hesabê.

“Nefs Çi Tê Hesabê?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese, gelo rast e wekî Xwedê merivên zulm cenimêda diçerçirîne.

“Gelo Cenim Heye?” (3:07)

Pêbihese ça mêrikekî dilbînî stand çaxê pêhesiya, ku paşî mirinê çi diqewime.

“Ez Ecêbmayî Mam Çaxê Min Cabên Zelal û bi Logîkî Stand” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Sibatê, 2015)