Here Naverokê

Here naverokê

DERS 30

Miriyên Me wê Dîsa Vegerin Jiyanê!

Miriyên Me wê Dîsa Vegerin Jiyanê!

Mirina însanekî ku li ber dilê me ezîz e, agir berdide dilê me. Loma Kitêba Pîroz dibêje ku mirin dijminê me ye (1. Korîntî 15:26). Di dersa 27an de, em elimîn ku Yehowa wê me ji vî dijminî, yanî ji mirinê xelas bike. Gelo ji bo kesên ku heta îro mirine çi hêvî heye? Yehowa soz daye ku ewê bi milyaran kesên mirî dîsa vegerîne jiyanê û ew dixwaze jiyana herheyî bide wan. Ma tiştekî ew qas ecêb mumkin e? Gelo ewê ji bo jiyana li ezmên yan jiyana li ser rûyê erdê bên rakirin?

1. Yehowa dixwaze ji bo kesên mirî çi bike?

Hesreta dilê Yehowa ev e ku ew însanên mirî vegerîne jiyanê. Mesela, Eyûb pêxember bawer dikir ku ew bimire jî, Yehowa wî qet ji bîr nake û ewê wî rojekê ji mirinê rake. Wî ji Xwedê re wisa got: “Tuyê bang bikî, û ezê [ji tirbê] cewab bidim te” (Eyûb 14:13-15, NWT).

2. Em ji ku dizanin ku kesên mirî wê dîsa vegerin jiyanê?

Gava ku Îsa Mesîh li ser rûyê erdê bû, Yehowa qudret dida wî ku ew însanan ji mirinê rake. Mesela, Îsa Mesîh keçeke 12 salî û kurê jinebiyekê ji mirinê rakirin (Marqos 5:41, 42; Lûqa 7:12-15). Paşê, dostê Îsa Mesîh Lazar mir. Ew bi qasî 4 rojan di tirbê de bû, dîsa jî Îsa Mesîh ew ji mirinê vegerand jiyanê. Piştî ku Îsa Mesîh ji Xwedê re dua kir, wî berê xwe da gorê û bang kir: “Lazar, were derve!” Û wê çaxê, “yê mirî … derket derve”! (Yûhenna 11:43, 44). Îcar xeyal bike ku malbata wî û dostên wî çi qas şa bûn!

3. Ji bo miriyên me çi hêvî heye?

Kitêba Pîroz dibêje ku kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jiyanê (Karên Şandiyan 24:15). Însanên ku ji aliyê Îsa Mesîh ve ji mirinê hatin rakirin, ew neçûbûn ezmanan (Yûhenna 3:13). Ew pir kêfxweş bûn ku Îsa Mesîh ew ji mirinê rakirin jiyana li ser rûyê erdê. Bi eynî awayî, Îsa Mesîh wê di demeke nêzîk de bi milyaran kesên mirî rake ku ew heta bi hetayê li ser rûyê erdê bijîn. Îsa Mesîh gotibû: “Tevahiya kesên ku di gorên bîranînê de ne” wê bên rakirin. Heta kesên ku nayên hişê me jî, wê ji mirinê bên rakirin, çimkî Xwedê wan qet ji bîr nake (Yûhenna 5:28, 29, Wergera Weşanên Do).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo kesên mirî wê rojekê dîsa vegerin jiyanê? Gelo hêviya rabûna miriyan dikare êşa dilê me derman bike û teseliyê bide me?

4. Îsa Mesîh îsbat kir ku ew dikare însanan ji mirinê rake

Îsa Mesîh ji bo dostê xweyî ezîz Lazar çi kir? Yûhenna 11:14, 38-44 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Lazar bi rastî miribû? (Li ayeta 39an binêre.)

  • Eger Lazar çûbûya ezmên, ma maqûl e ku Îsa Mesîh ew ji wir vegeranda ser rûyê erdê?

VÎDEOYÊ vêxe.

5. Gelek kes wê ji mirinê bên rakirin!

Zebûr 37:29 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Bi milyaran kesên ku wê ji mirinê bên rakirin, wê li ku derê bijîn?

Îsa Mesîh wê ne tenê kesên ku ji Yehowa re îbadet kirine vegerîne jiyanê, ewê gelek kesên din jî ji mirinê rake. Karên Şandiyan 24:15 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu bi hesret li benda rabûna kê yî?

Ka bifikire: Wek ku bavek dikare kurê xwe ji xewê rake, Îsa Mesîh jî dikare miriyan bi hêsanî rake jiyanê

6. Hêviya rabûna miriyan dikare êş û kula dilê me derman bike

Serpêhatiya keçika Yayîros dilrihetî û teselî daye gelek kesên ku ketine şînê. Lûqa 8:40-42, 49-56 bixwîne.

Berî ku Îsa Mesîh keçika Yayîros ji mirinê rakir, wî ji bavê wê re got: “Netirse, tenê bawer bike” (li ayeta 50î binêre). Hêviya rabûna miriyan çawa dikare alî me bike, …

  • gava ku merivekî me bimire?

  • gava ku jiyana me bikeve xeter û talûkeyê?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Hêviya rabûna miriyan çawa qewet û teselî da dê û bavê Phelicityê?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Kesên mirî diçin wê dinyaya din.”

  • Tu çi difikirî?

  • Teyê bi kîjan ayetê nîşan bidaya ku rabûna miriyan wê li ser rûyê erdê biqewime?

BI ÇEND GOTINAN

Kitêba Pîroz soz dide ku bi milyaran însanên mirî wê dîsa vegerin jiyanê. Yehowa dixwaze ku ew dîsa bijîn, û wî qudret daye Îsa Mesîh ku ew wan ji mirinê rake.

Tu çi elimî?

  • Em ji ku dizanin ku Yehowa û Îsa Mesîh dixwazin kesên mirî vegerînin jiyanê?

  • Bi milyaran kesên ku wê ji mirinê bên rakirin, wê li ku derê bijîn, gelo li erdê yan li ezmanan?

  • Çi te îqna dike ku tuyê miriyên xwe dîsa bibînî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Di dema şînê de, çi dikare qewetê bide te?

“Alîkariya ji bo Kesên ku Şînê Digirin” (Hişyar Bin! No. 3 2018)

Kitêba Pîroz çawa dikare di wexta şînê de alî te bike?

Gava ku Kesekî Ezîz Dimire (5:06)

Em çawa dikarin alî zarokên ku şînê digirin, bikin?

Fîdye (2:07)

Gelo kî diçe ezmên? Gelo kesên ku wê ji mirinê neyên rakirin, hene?

“Rabûna Miriyan Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)