Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 30

Mirî Dikarin Dîsa Vegerin Jîyînê!

Mirî Dikarin Dîsa Vegerin Jîyînê!

Mirina merivên nêzîk derdekî gelek giran e. Lema jî Kitêba Pîrozda tê gotinê ku mirin dijminê me ye (1 Korintî 15:26). Dersa 27-da em pêhesiyan wekî Yehowa wê mirine kuta ke. Lê çi wê biqewime tevî wan meriva, yên ku îdî mirine? Vê dersêda tuyê pêbihesî dîsa derheqa sozekî Xwedêyî mexsûs. Yehowa soz dide wekî wê bi mîlyona meriva vegerîne jîyînê, wekî ewana heta-hetayê bijîn! Lê gelo ev yek wê biqewime? Ewana wê kîderê bijîn, ser ezmana yan ser erdê?

1. Xwestina Yehowa çi ye?

Yehowa gelek dixwaze, wekî miriya dîsa vegerîne jîyînê. Merivê amin Îbo bawer bû ku hergê ew bimire, Xwedê wê tu car wî bîr neke. Ewî gote Xwedê: “Tê gazî min bikî, ezê jî [ji tirbê] caba te bidim” (Bixûne Îbo 14:13-15.)

2. Em ji ku zanin wekî mirî wê bêne saxkirinê?

Çaxê Îsa ser erdê bû Xwedê qewat dabû wî, wekî miriya sax ke. Îsa keçikeke 12 salî û kurê jinebîkê ji mirinê rakir (Marqos 5:41, 42; Lûqa 7:12-15). Wede şûnda hevalê Îsa Lazar mir. Rast e îda çar roj bû ku ew miribû, lê yeke Îsa wî vegerande jîyînê. Îsa Xwedêra dua kir û kire gazî: “Lazar, derkeve!” û “yê mirî . . . derkete derva” (Yûhenna 11:43, 44). Bide ber çevê xwe, ku şabûna heval û neferên Lazar çiqas mezin bû!

3. Çi hêvî heye bona miriya?

Kitêba Pîrozda tê gotinê ku mirî wê “ji mirinê rabin” (Karên Şandiya 24:15). Ew merivên ku Îsa ji mirinê rakiribûn, neçûne ser ezmana (Yûhenna 3:13). Îsa ew meriv ji mirinê rakirin, wekî ser erdê bijîn, û ewana gelek şa bûn bona vê yekê. Bi wî cûreyî Îsa wê zûtirekê bi mîlyona meriva vegerîne jîyînê û ewana wê heta-hetayê ser erdê, Cinetêda jîyînêra şa bin. Ewî got ku “hemûyên tirbada”, hela hê ewên ku dibeke bîra tu kesîda nemane jî, wê ji mirinê rabin, çimkî bîra Xwedêda nin (Yûhenna 5:28, 29).

KÛR LÊKOLÎN KE

Ji Kitêba Pîroz pêbihese ku çira em dikarin bawer bin, wekî qewata Îsa heye ku zûtirekê meriva ji mirinê rake. Pêbihese ku ça zanebûna derheqa rabûna miriya dikare dilbîniyê û hêviyê bide te.

4. Îsa îzbat kir ku ew dikare miriya ji mirinê rake

Hê zêde pêbihese, ku Îsa bona hevalê xwe Lazar, çi kir. Bixûne Yûhenna 11:14, 38-44, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em ji ku zanin ku Lazar bi rastî mirî bû? (Binihêre rêza 39.)

  • Ça tu difikirî, hergê Lazar paşî mirinê biçûya ser ezmana, Îsa wê paşda wî vegeranda ser erdê?

Vêxe VÎDÊO.

5. Bi mîlyona meriv wê dîsa vegerine jîyînê!

Bixûne Zebûr 37:29, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Merivên ku ji mirinê rabin, wê kîderê bijîn?

Îsa wê ne tenê wan meriva ji mirinê rake, yên ku Yehowa dihebandin, lê usa jî gelek merivên din. Bixûne Karên Şandiya 24:15, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çaxê meriv ji mirinê rabin, tu gişka zeftir kê dixwazî bivînî?

Bifikire derheqa wê yekê: Çawa ku bav dikare kurê xwe ji xewê hişyar ke, usa jî Îsa dikare hêsa meriva ji mirinê rake

6. Zanebûna derheqa rabûna miriya dikare dilbîniyê û hêviyê bide te

Serhatiya derheqa qîza Yayîro, dilbînî daye gelek merivên dilşkestî. Evê serhatiyê Lûqa 8:40-42, 49-56-da bixûne.

Îsa pêşiya ku qîza Yayîro ji mirinê rakira, usa gote bavê wê: “Netirse, tenê bawer bike” (Binihêre rêza 50.) Hêviya derheqa saxkirinê ça dikare alî te bike . . .

  • hergê te merivê xweyî nêzîk unda kiriye?

  • hergê emirê te bin xofiyêda ne?

Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hêviya derheqa rabûna miriya ça dilbînî da dê-bavê Fêlîsîtî û ewana ça qewî bûn?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Çetin e bawer kin ku mirî wê rabin.”

  • Lê tu ça difikirî?

  • Tu kîjan rêzê dikarî bidî xebatê, wekî nîşan kî, ku mirî wê rabin?

TEMAMKIRIN

Kitêba Pîroz soz dide, wekî bi mîlyona meriv wê ji mirinê rabin. Yehowa dixwaze wekî ewana dîsa bijîn, lema ewî qewat daye Îsa, seva ku wana ji mirinê rake.

Wekilandin

  • Nêta Yehowa û Îsa hindava merivên mirî çi ye? Şiroveke

  • Merivên ku ji mirinê rabin wê kîderê bijîn, ser ezmana yan ser erdê? Şiroveke.

  • Çi te dide bawerkirinê, wekî mirî wê dîsa rabin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese tu çi dikarî bikî, wekî ber derdê xwe teyax kî.

“Alîkarî bona Wan, yên ku Merivên Xwe Unda Kirine” (“Hişyar Bin!” № 3, 2018)

Gelo prînsîpên Kitêba Pîroz dikarin alî merivên dilşkestî bikin?

“Ça Teyax kin Ber Derdê Mirina Merivê Nêzîk” (5:06)

Zar ça dikarin teyax kin ber derdê mirina merivên xweye nêzîk?

“Qurbanbûna Îsa Mesîh” (2:07)

Gelo kesek wê bona jîyîna ser ezmana bê saxkirinê? Kê wê neyê saxkirinê?

“Rabûna Miriya Çi Tê Hesabê?” (Gotara ji malperê)