Dersa 33
Padşatiya Xwedê wê Çi Bike?
Padşatiya Xwedê niha serwêrtiyê dike. Wê zûtirekê ser erdê guhastinên mezin bike. Werên em şêwir kin hine ji wan tiştên baş, çi ku Padşatiya Xwedê wê bona kara me bîne sêrî.
1. Padşatiya Xwedê wê ça dîsa edilayê û rastiyê bîne ser erdê?
Îsa ça Padşê Padşatiya Xwedê wê şerê Harmegedonêda merivên zulm û serwêrtiya wan kuta ke (Eyantî 16:14, 16). Hingê ew pêxembertiya Kitêba Pîroz wê bi temamî bê sêrî: “Belê hinekî şûnda nepakê betavebe, tê li cîyê wî bigerî û wî nebînî” (Zebûr 37:10). Îsa wê bi saya Padşatiyê edilayê bîne ser erdê. Wedê serwêrtiya wî, tu kes wê ji bo nerastiyê neçerçire (Bixûne Îşaya 11:4.)
2. Çaxê nêta Xwedê derheqa erdê bê serî, emir wê çawa be?
Bin rêberiya Padşatiya Xwedê “rastê li erdê war bin û her-heyê wê ser bijîn” (Zebûr 37:29). Bide ber çevê xwe, tu dinyake usada nî, kîderê tenê merivên rast dijîn, û ewana ne ku tenê Yehowa hiz dikin, lê usa jî hevdu! Tu kes wê nexweş nekeve û hemû meriv wê heta-hetayê bijîn.
3. Padşatiya Xwedê wê çi bîne sêrî, gava merivên zulm bêne kutakirinê?
Çaxê merivên zulm bêne kutakirinê, hingê Îsa ça Padşa wê 1 000 salî serwêrtiyê bike. Nava wî wedeyîda Îsa û 144 000 yên ku tevî wî serwêrtiyê bikin, wê alî meriva bikin ku ji gune aza bin û bibine bêqisûr. Xilaziya 1 000 salî erd wê bi temamî bibe cinet û meriv bextewar bin, çimkî wê temiyên Yehowa bînin sêrî. Wî çaxî Îsa wê serwêrtiyê dîsa bide destê Bavê xwe Yehowa. Hingê navê Yehowa wê bi temamî “pîroz be” (Metta 6:9, 10). Wê bê îzbatkirinê ku Yehowa ye Serwêrê lapî baş. Yehowa wê Mîrê-cina, cinên wî û hemûyên ku miqabilî serwêrtiya Wî rabin, kuta ke (Eyantî 20:7-10). Ew emirê xweş û bêqisûr wê heta-hetayê berdewam be.
KÛR LÊKOLÎN KE
Pêbihese ku çira em dikarin bawer kin, wekî Xwedê wê bi saya Padşatiya xwe hemû sozên xweye derheqa axiriyê bîne sêrî.
4. Padşatiya Xwedê wê serwêrtiyên meriva bide hildanê
“Serwêrtiya zilamekî, li ser yekî din, bi xesara [ziyana] wî ye” (Waîz 8:9). Bi saya Padşatiya xwe, Yehowa wê nerastiyê bide hildanê.
Bixûne Daniyêl 2:44 û 2 Têsalonîkî 1:6-8, û paşê van pirsa şêwir ke:
-
Yehowa û Kurê wî Îsa wê çi bînin serê serwêrtiyên meriva û yên ku piştgiriya wan serwêrtiya dikin?
-
Ew yek çi ku tu derheqa Yehowa û Îsa pêhesiyayî, ça te dide bawerkirinê, wekî ewana wê hemû tiştî bi heqî bikin?
5. Îsa Padşê herî baş e
Îsa, Padşê Padşatiya Xwedê, wê bona kara meriva gelek tişt bike. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê, Îsa ça da kifşê, wekî him xwestina wî heye û him jî qewata wî ji Xwedê heye, ku alî meriva bike.
Çaxê Îsa ser erdê bû ewî pê kirên xwe da kifşê, ku Padşatiya Xwedê wê çi bike. Tu ji wan keremetên ku vira nivîsar in, diha zef hîviya kîjanê yî ku bê sêrî? Bixûne van rêzên ku jêrê nivîsar in, kîjan ku van keremetava girêdayî ne.
ÇAXÊ ÎSA SER ERDÊ BÛ, EWÎ . . . |
ÎSA JI EZMANA WÊ . . . |
---|---|
|
|
|
|
|
|
|
|
6. Padşatiya Xwedê wê axirîke pir baş û hewas bîne
Padşatiya Xwedê wê bi temamî nêta Xwedêye ewlin derheqa meriva, bîne sêrî. Vêxe VÎDÊO û dîna xwe bidê ku Yehowa ça bi saya Kurê xwe Îsa, nêta xwe tîne sêrî.
Bixûne Zebûr 145:16, û evê pirsê şêwir ke:
-
Tu ça xwe texmîn dikî ku zanî, wekî Yehowa wê “hemû bînberî gora dilê wan” razî ke?
HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê em hemûşk bibine yek û qewata xwe bidine xebatê, emê bikaribin hemû problêmên dinyayê safî kin.”
-
Kîjan problêm tenê Padşatiya Xwedê dikare safî ke?
TEMAMKIRIN
Padşatiya Xwedê wê nêta Wî bîne sêrî. Ew wê temamiya erdê bike cinet, û ser erdê wê tenê merivên qenc bijîn û heta-hetayê Yehowara xizmet kin.
Wekilandin
-
Padşatiya Xwedê wê ça navê Yehowa pîroz ke?
-
Çira em dikarin bawer bin, wekî Padşatiya Xwedê wê sozên ku Kitêba Pîrozda nivîsar in, bîne sêrî?
-
Tu ji sozên Xwedê diha zef hîviya kîjanê yî?
HÊ ZÊDE PÊBIHESE
Pêbihese çi tê hesabê Harmegedon.
Pêbihese ku wedê hezarsaliya serwêrtiya Îsa û paşê, wê çi biqewime.
Binihêre ku malbet ça emirê cinetêda dide ber çevê xwe.
Gotarêda, navê kîjanê ye “Gelek Pirsên Min Hebûn”, pêbihese ku ça mêrikekî ku miqabilî polîtîkayê bû, cabên wan pirsa dît, ji bo kîjana dilteng dibû.
“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2012)