Here Naverokê

Here naverokê

DERS 35

Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?

Em Çawa Dikarin Qerarên Baş Bidin?

Em gişt di jiyana xwe de qeraran didin. Gelek qerarên me li ser jiyana me û dostaniya me ya bi Yehowa re tesîr dikin. Mesela, gerek em qerarê bidin ka em li ku derê bijîn, kîjan karî bikin yan ka em bizewicin yan na. Eger em qerarên baş bidin, emê dilşad bin û dilê Yehowa xweş bikin.

1. Tu çawa dikarî bi alîkariya Kitêba Pîroz qerarên baş bidî?

Berî ku tu qerarekê bidî, ji Yehowa re dua bike û alîkariyê jê bixwaze. Dû re, di Kitêba Pîroz de lêkolîn bike ku tu bizanî ka Yehowa li ser vê meseleyê çi difikire (Methelokên Silêman 2:3-6 bixwîne). Ji bo hin meseleyan, di Kitêba Pîroz de rasterast qanûn hene. Wê çaxê, ya herî baş ew e ku em qerarên xwe li gor van qanûnan bidin.

Lê, eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be, gelo tu dikarî çi bikî? Wê çaxê jî, Yehowa wê rêya ku gerek em li ser wê bimeşin, nîşanî me bide (Îşaya 48:17). Gelo çawa? Ew dikare bi saya pîvan û prensîpan alî te bike ku tu qerarên baş bidî. Pîvan û prensîpên di Kitêba Pîroz de rastiyên esasî ne, ku hîs û fikrên Yehowa ji me re zelal dikin. Gelek caran, wexta ku em di Kitêba Pîroz de serpêhatiyekê dixwînin, em dielimin ku Yehowa çi difikire. Gava em fikrên Yehowa fehm bikin, emê qerarên baş bidin û dilê wî şa bikin.

2. Berî ku tu qerarekê bidî, gerek tu li ser çi bifikirî?

Kitêba Pîroz dibêje: “Yê baqil jî hisabê gava xwe ya davêje dike” (Methelokên Silêman 14:15). Yanî, berî ku em qerarekê bidin, gerek em wexta xwe veqetînin, pêşî bifikirin û paşê qerara xwe bidin. Wexta ku tu li ser qerara xwe difikirî, ji xwe bipirse: “Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî min bikin ku ez qerareke baş bidim? Kîjan qerar wê dilê min rihet bike? Qerara min wê li ser kesên din çawa tesîr bike?” A herî muhîm jî ev e: “Gelo qerara min wê dilê Yehowa xweş bike?” (5. Mûsa 32:29).

Belê, tenê heqê Yehowa heye ku ji me re bibêje çi qenc e û çi xerab e. Gava ku em qanûn û prensîpên wî baş nas bikin û li gor wan bimeşin, emê wijdanê xwe baş perwerde bikin. Wijdanê me alî me dike ku em pê bihesin çi rast e û çi şaş e (Romayî 2:14, 15). Wijdanekî perwerdekirî alî me dike ku em qerarên baş bidin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz û wijdanê me çawa alî me dikin ku em qerarên baş bidin?

3. Li gor rêberiya Kitêba Pîroz bimeşe

Gava ku em qeraran didin, pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz çawa dikarin rê nîşanî me bidin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Îradeya azad çi ye?

  • Çima Yehowa îradeya azad daye me?

  • Ji bo ku em qerarên baş bidin, Yehowa çi daye me?

Ji bo mîsaleke li ser pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz, Efesî 5:15, 16 bixwîne. Paşê sohbetê bikin ka tu çawa dikarî “ji fersenda vê demê îstifade” bikî …

  • ku tu her roj Kitêba Pîroz bixwînî.

  • ku tu bibî jin, mêr, dê, bav, keç yan kurekî baştir.

  • ku tu herî îbadetên Şahidên Yehowa.

4. Wijdanê xwe perwerde bike ku tu qerarên baş bidî

Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek hebe, wê ji bo me rihet be ku em qerareke baş bidin. Lê eger qanûnek tune be, gerek tu çi bikî? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Xwişka me wijdanê xwe çawa perwerde kir ku qerareke baş bide û dilê Yehowa şa bike?

Çima gerek em ji tu kesî nexwazin ku ew li şûna me qerarekê bide? Îbranî 5:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Belkî ya herî rihet ew e ku kesên din li şûna me qeraran bidin. Lê gerek em bi xwe çi ji hev derxin?

  • Kîjan hacetên lêkolînê dikarin alî te bikin ku tu wijdanê xwe perwerde bikî û qerarên baş bidî?

Çawa ku xerîteyek alî me dike ku em rêya xwe bibînin, wijdanê me jî alî me dike ku em qerarên baş bidin

5. Qedrê wijdanê kesên din bigire

Çawa ku însan ji hev cuda ne, qerarên wan jî ji hev cuda ne. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em qedrê qerar û wijdanê kesên din digirin? Bala xwe bide du mîsalan:

Mîsal 1: Xwişkeke me pir jê hez dike ku xwe makyaj bike. Rojekê, ew mala xwe bar dike û diçe civateke din. Li wir xwişkên me ji makyaja zêde aciz dibin.

Romayî 15:1 û 1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li ser esasê van ayetan, xwişka me belkî qerareke çawa bide? Eger wijdanê te tiştekî qebûl dike, lê wijdanê kesekî din qet qebûl nake, gelo teyê çi bikira?

Mîsal 2: Birayekî me dizane ku Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Lê dîsa jî, wî qerar daye ku alkolê venexwe. Rojekê, ew diçe mêvandariya birayekî û dibîne ku xwişk û bira alkolê vedixwin.

Waiz 7:16 û Romayî 14:1, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Li ser esasê van ayetan, birayê me belkî qerareke çawa bide? Eger te bidîta ku kesekî din tiştekî dike ku wijdanê te jê aciz dibe, gelo teyê çi bikira?

 Çi dikare alî te bike ku tu qerarên baş bidî?

1. Ji Yehowa re dua bike. Alîkariyê ji wî bixwaze (Aqûb 1:5).

2. Lêkolîn bike. Di Kitêba Pîroz û weşanên me de li pîvan û prensîpên ku dikarin alî te bikin, bigere. Tu dikarî bi xwişk yan birayekî bitecrûbe bişêwirî.

3. Li ser netîceyê bifikire. Gelo qerara te wê li ser wijdanê te û yê kesên din çawa tesîr bike?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez kîjan qerarê bidim, ezê bidim. Ez mîrê bi dilê xwe me. Kî çi dibêje bila bêje!”

  • Gava em qerarekê didin, çima gerek em li ser hîs û fikrên Xwedê û yên kesên din jî bifikirin?

BI ÇEND GOTINAN

Ji bo ku em qerarên baş bidin, gerek em pêşî fehm bikin ku Yehowa li ser meseleyekê çi difikire û paşê bifikirin ka qerara me wê li ser kesên din çawa tesîr bike.

Tu çi elimî?

  • Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dilê Yehowa xweş bikî?

  • Tu çawa dikarî wijdanê xwe perwerde bikî?

  • Tu çawa dikarî qedrê wijdanê kesên din bigirî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Tu çawa dikarî bi qerarên xwe dostaniya xwe ya bi Xwedê re xurttir bikî?

“Bi Qerarên Xwe Rûmetê Bide Xwedê” (Birca Çavdêriyê, 15 Nîsan 2011)

Yehowa çawa şîretan dide me?

Yehowa Rêberiya Xizmetkarên Xwe Dike (9:50)

Çi alî zilamekî kir ku ew qerareke giran bide?

Yehowa Tenê Tiştên Qenc Soz Dide (5:46)

Eger di Kitêba Pîroz de li ser meseleyekê rasterast qanûnek tune be jî, em çawa dikarin dilê Yehowa şa bikin?

“Gelo di Kitêba Pîroz de li ser Her Meseleyekê Qanûnek Heye?” (Birca Çavdêriyê, 1 Kanûn 2003)