Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 35

Ça Safîkirinên Rast Bikin

Ça Safîkirinên Rast Bikin

Em gişk jî timê safîkirina dikin. Gelek safîkirinên me zef hukum dibin him ser me, him jî ser dostiya me tevî Yehowa. Mesele, em safî dikin ku kîderê bijîn, ça ebûra xwe bikin û bizewicin yan na. Hergê em safîkirinên rast bikin, emê bextewar bin û dilê Yehowa şa kin.

1. Kitêba Pîroz ça dikare alî te bike, wekî safîkirinên rast bikî?

Pêşiya ku tiştekî safî kî, Yehowara dua ke, wekî alî te bike û Kitêba Pîroz lêkolîn ke, seva bizanibî nihêrandina Yehowa ser vê derecê çi cûreyî ye (Bixûne Metelok 2:3-6.) Kitêba Pîrozda bona hine dereca rêberiya raste-rast heye. Derecên usada safîkirina lape baş wê ew be, ku wan rêberiya qebûl kî.

Lê tu çi gerekê bikî, çaxê Kitêba Pîrozda derheqa dereca te, rêberiya raste-rast tune? Bawer be ku Yehowa wê derecên usada jî te vê rêra bive, kîjanêra tu gerekê herî (Îşaya 48:17). Lê çi cûreyî? Tu dikarî Kitêba Pîrozda wan prînsîpa bivînî, kîjan ku wê alî te bikin. Prînsîpên Kitêba Pîroz rastiyên sereke ne, kîjan ku fikir û hestên Xwedê eyan dikin. Gelek car em nihêrandina Xwedê hindava hine dereca pêdihesin, çaxê Kitêba Pîroz dixûnin. Zanebûna wê yekê ku Yehowa ça dinihêre ser hine tişta, alî me dike safîkirinên rast bikin.

2. Pêşiya ku safîkirina bikî, tu çi gerekê hildî hesab?

Kitêba Pîrozda tê gotinê: “Yê aqil dîna xwe dide gavên xwe” (Metelok 14:15). Dêmek pêşiya ku em tiştekî safî kin, gerekê wede bivînin, wekî derheqa vê yekê bifikirin, û paşê pirsên usa bidine xwe: “Kîjan prînsîpên Kitêba Pîroz ez gerekê bidime xebatê? Kîjan safîkirin wê rihetiya dil bide min? Safîkirina min wê ça ser meriva hukum be? Û pirsa lape ferz ew e, ku safîkirina min wê Xwedê xweş bê yan na?” (Qanûna Ducarî 32:29).

Îzina Yehowa heye safî ke ku çi rast e û çi na. Çaxê em qanûn û prînsîpên Yehowa zanin û didine xebatê, usa em îsafa xwe rast hîn dikin. Îsaf mera eyan dike çi rast e û çi na (Romayî 2:14, 15). Îsafa hînkirî wê alî me bike safîkirinên rast bikin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku ça prînsîpên Kitêba Pîroz û îsafa me alî me dikin safîkirinên rast bikin.

3. Bira Kitêba Pîroz rêberiyê te bike

Çaxê em safîkirina dikin, prînsîpên Kitêba Pîroz ça rêberiyê me dikin? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Azaya bijartinê çi ye?

  • Yehowa çira azaya bijartinê daye me?

  • Yehowa çi daye me, wekî em safîkirinên lape baş bikin?

Bixûne Efesî 5:15, 16 û prînsîpeke Kitêba Pîroz bivîne, kîjan ku derheqa vê yekê ye, ku wede rast xerc kin. Paşê bifikire ku tu ça dikarî wedê xwe rast xerc kî, wekî . . .

  • timê Kitêba Pîroz bixûnî

  • jin, mêr, kur, yan qîzeke baş bî

  • herî civatê.

4. Îsafa xwe hîn ke wekî safîkirinên rast bikî

Çaxê Kitêba Pîrozda derheqa tiştekî rêberiya raste-rast heye, hingê hêsa ye safîkirina rast bikî. Lê tuyê çi bikî hergê rêberiya raste-rast tune? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Vê vîdêoyêda xûşkê çi kir, wekî îsafa xwe hîn ke, seva safîkirina rast bike û dilê Yehowa şa ke?

Carna dibeke diha hêsa be, wekî kesekî din dewsa me safîkirina bike. Lê çira ev yek wê nerast be? Bixûne Îbranî 5:14, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Her kes ji me çi gerekê xwexa bikaribe bike?

  • Çi dikare alî te bike, wekî îsafa xwe hîn kî û safîkirinên rast bikî?

Îsafa me mîna xerîtê riya rast nîşanî me dike

5. Qedirê îsafa merivên din bigire

Safîkirinên meriva ji hev cude dibin. Lema jî pirs pêşda tê: Em ça dikarin hindava îsafa meriva qedir bidine kifşê? Du dereca şêwir ke:

Dereca 1: Xûşkek kîjan ku hiz dike xwe gelek bixemilîne, derbazî civateke din dibe, kîderê bona gelek xûşka xemilandina usa ecêbmayî ye.

Bixûne Romayî 15:1 û 1 Korintî 10:23, 24, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora wan rêza ev xûşk gerekê çi bikira? Hergê îsafa kesekî nahêle wan tişta bike çi ku îsafa te dihêle, hingê anegorî van rêza tuyê çi bikî?

Dereca 2: Bira zane wekî Kitêba Pîrozda nayê gotinê, ku qe îçkê venexwin. Lê yeke ew safî dike, wekî qe îçkê venexwe. Wî teglîf dikin tevayî wede derbaz kin, û ew divîne ku bira îçkê vedixwin.

Bixûne Waîz 7:16 û Romayî 14:1, 10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Li gora wan rêza ev bira gerekê çi bikira? Hergê îsafa te nahêle wan tişta bikî çi ku îsafa merivên din dihêle, hingê anegorî van rêza tuyê çi bikî?

 Ça safîkirinên rast bikin?

1. Ji Yehowa hîvî ke, wekî alî te bike safîkirina rast bikî (Aqûb 1:5).

2. Kitêba Pîroz û edebyeta lêkolîn ke, wekî wan prînsîpa bivînî, kîjan ku tera lazim in. Tu usa jî dikarî ji Mesîhiyên cêribandî şîreta hildî.

3. Bifikire ku safîkirina te wê ça him ser îsafa te, him jî ser îsafa merivên din hukum be.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Îzina te heye çi dixwazî bikî. Tera yek nîne meriv çi difikirin?”

  • Tu ça difikirî, çira ferz e fikirên Yehowa û usa jî fikirên meriva hildî hesab?

TEMAMKIRIN

Seva ku safîkirina rast bikin, em gerekê nihêrandina Yehowa pêbihesin û usa jî bifikirin, ku ça ev safîkirina me wê ser meriva hukum be.

Wekilandin

  • Tu ça dikarî safîkirinên usa bikî, kîjan ku wê dilê Yehowa şa kin?

  • Tu ça dikarî îsafa xwe hîn kî?

  • Tu ça dikarî hindava îsafa meriva qedir bidî kifşê?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Tu ça dikarî safîkirinên usa bikî, ku dostiya te tevî Yehowa qewî be?

“Pê Safîkirinên Xwe Xwedê Rûmet ke” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Nîsanê, 2011)

Hê zêde pêbihese ku Yehowa ça şîreta dide me.

“Yehowa Rêberiyê Cimeta Xwe Dike” (9:50)

Pêbihese ku çi alî merivekî kir, wekî pirseke çetin safî ke.

“Yehowa Hemû Tiştên Herî Qenc Mera Soz Dide” (5:46)

Pêbihese tu ça dikarî dilê Yehowa hingê jî şa kî, çaxê Kitêba Pîrozda bona dereca te rêberiya raste-rast tune.

“Tu Hemû Derecada Hewcê Rêberiya Kitêba Pîroz î?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Kanûna Pêşin, 2003)