Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 37

Kitêba Pîroz Derheqa Xebatê û Pera Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Xebatê û Pera Çi Dibêje?

Qe tu rastî çetinayên usa hatî, ku xebatêva yan perava girêdayî bûne? Dikare çetin be him bona hewcên xwe xem bikî, him jî Yehowara usa xizmet kî, çawa ku ew hêja ye. Seva wê yekê Kitêba Pîroz şîretên kêrhatî dide, kîjan ku dikarin alî te bikin.

1. Kitêba Pîroz derheqa xebatê çi dibêje?

Xwedê dixwaze em ji xebata xwe lezetê bivînin. Kitêba Pîroz dibêje: “Ji bo meriva . . . şakirina canî ya bi kedê çêtir tiştek tune” (Waîz 2:24, ÎM). Yehowa gelek xebathiz e. Çaxê em çev didine Yehowa û bi dil û can dixebitin, usa em dilê wî şa dikin û xwexa jî şabûnê distînin.

Xebat ferz e. Lê em gerekê nehêlin, wekî xebat ji xizmetiya Yehowara, ferztir be (Yûhenna 6:27). Yehowa soz dide ku hergê em emirê xweda xizmetiyê daynin ciyê pêşin, ewê bona hewcên me xem bike.

2. Nihêrandina me ser pera gerekê ça be?

Rast e Kitêba Pîroz dibêje, wekî “pere diparêzin”, lê ew usa jî dibêje wekî pere nikare bi temamî me bextewar ke (Waîz 7:12). Xebera Xwedê usa me hêlan dike: “Destên weda çiqas heye, razî bin” (Bixûne Îbranî 13:5.) Çaxê em razî ne bi van tişta, çi ku bal me hene, hingê em aza dibin ji vê xemgîniyê, ku tiştekî me kêm e û gerekê hê zêde qazanç kin. Him jî em nakevine bin deyna (Metelok 22:7). Usa jî em xwe dûr digirin ji lîstikên xumarê, û ji xebata usa, ku bê cefa gelek pera qazanc kin, ji bo çi jî em dikarin bikevine nava problêma.

3. Ça rast pera bidine xebatê?

Yehowa Xwedayê merd e, û em jî dikarin çev bidine wî hergê “merd bin û parevekirinêra jî hazir” bin (1 Tîmotêyo 6:18). Em hingê dikarin pera rast bidine xebatê, gava piştgiriya civatê dikin û alîkariyê didine merivên ku hewce ne, îlahî bawermendên xwe. Bona Yehowa gelek ferz e ne ku em çiqas didin, lê bi çi dilî didin. Çaxê em bi merdaniyê û ji dil didin, em him xwexa bextewar dibin, him jî dilê Yehowa şa dikin (Bixûne Karên Şandiya 20:35.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku ça em dikarin nihêrandina rast hindava xebatê xwey kin û ça xebata xwera razî bin.

4. Pê xebata xwe Yehowa rûmet ke

Dostiya me tevî Yehowa gerekê ser nihêrandina meye hindava xebatê hukum be. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çi te xweş hat ji nihêrandin û rabûn-rûniştina Cêyson hindava xebata wî?

  • Ewî çi kir, wekî xebat jîyîna wîda ciyê pêşin negire?

Bixûne Kolosî 3:23, 24, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çira ferz e ku nihêrandina me hindava xebatê, rast be?

Ferz e bixebitin. Lê em gerekê nehêlin, wekî bona me xebat ji xizmetiya Yehowara, ferztir be

5. Nihêrandina rast karê tîne

Gelek meriv dixwazin çiqas dikarin, pera zef qazanc kin. Lê Kitêba Pîroz şîreteke din dide. Bixûne 1 Tîmotêyo 6:6-8, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kitêba Pîroz me berbi çi hêlan dike?

Hergê jî destê meda zef tune, yeke em dikarin bextewar bin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Rast e ew malbet destteng in, lê yeke çi wana bextewar dike?

Lê çi bikin hergê em destteng nînin, lê dîsa jî dixwazin hê zêde pera qazanc kin? Îsa meselek anî ji kîjanî hate kifşê, wekî ev yek çiqas xof e. Bixûne Lûqa 12:15-21, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Mesela Îsa te çi hîn dike? (Binihêre rêza 15.)

Bixûne û beramberî hev ke Metelok 10:22 û 1 Tîmotêyo 6:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu ça difikirî, çi diha ferz e, dostiya me tevî Yehowa yan qazanckirina gelek pera? Şiroveke.

  • Qazanckirina gelek pera çi problêma dikare pey xwe bîne?

6. Yehowa wê bona hewcên me xem bike

Çetinayên ku xebatêva yan perava girêdayî ne, dikarin baweriya me hindava Yehowada sist kin. Vêxe VÎDÊO ku pêbihesî wekî wedê wan çetinaya tu çi dikarî bikî, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ça ji vîdêoyê hate kifşê, bira rastî çi çetinaya hat?

  • Ewî ça çetinayên xwe safî kir?

Bixûne Metta 6:25-34, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Yehowa çi soz dide wan meriya, kîjan ku emirê xweda Wî datînin ciyê pêşin?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez gerekê gelek bixebitim, wekî ebûra malbeta xwe bikim, lema jî ez nikarim her heftî herime civata.”

  • Kîjan rêz te dide bawerkirinê, ku çaxê xizmetkirina Yehowara emirê xweda didî ciyê pêşin, ev timê safîkirineke here baş e?

TEMAMKIRIN

Xebat û pere ferz in, lê ev tu car gerekê me ji xizmetkirina Yehowara dûr nexin.

Wekilandin

  • Çi dikare alî te bike, wekî hindava xebatê nihêrandina rast xwey kî?

  • Nihêrandina rast çi karê tera tîne?

  • Tu ça dikarî baweriya xwe hindava sozê Yehowa bidî kifşê, wekî wê bona cimeta xwe xem bike?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese hela li gora Kitêba Pîroz pere kaniya xirabiyê ye, yan na.

“Gelo Pere Kaniya Her Cûre Xirabiyê ye?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese em ça gerekê pera bidine xebatê, wekî Xwedê xweş bê.

“Kitêba Pîroz Derheqa Merdaniyê Çi Dibêje?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese ku çi alî merivekî kir, wekî terka xumarbaziyê û qaçaxtiyê bide.

“Min Gelek Lecên Hespa Hiz Dikir” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2011)