Here Naverokê

Here naverokê

DERS 38

Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê Bizane

Bi Qedir û Qîmeta Jiyanê Bizane

Jiyan şîrîn û xweş e. Heta di rojên zor û zehmet de jî, em dikarin ji jiyanê kêfê bistînin. Gelo em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi qedir û qîmeta jiyanê dizanin? Çima gerek em ji bo jiyana ku Xwedê daye me şikurdar bin?

1. Çima gerek em bi qedir û qîmeta jiyanê bizanin?

Gerek em bi qedir û qîmeta jiyanê bizanin, çimkî Bavê meyî dilovan Yehowa Xwedê jiyan daye me. Ew “çavkaniya tevahiya jiyanê” ye, yanî wî her tişt çêkiriye (Zebûr 36:9, Wergera Weşanên Do). “Yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e” (Karên Şandiyan 17:25, 28). Yehowa her tiştê ku ji bo jiyanê lazim e, dide me. Di ser de jî, wî her tişt ew qas xweş çêkiriye ku em dikarin ji jiyanê kêfê bistînin (Karên Şandiyan 14:17).

2. Em çawa dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikurdar in?

Ji roja ku jiyana me di zikê dayikê de çêbûye û heta îro ve, Yehowa bi me eleqedar bûye. Bi îlhama Xwedê, Dawid Padîşah wisa gotibû: “Hê di malzaroka dê de çavên te ez dîtim” (Zebûr 139:16). Belê, jiyana her kesî û jiyana te jî di çavê Yehowa de pir bi qedir û qîmet e (Metta 10:29-31 bixwîne). Eger însanek jiyana xwe yan ya kesekî din bi qesdî bi dawî bike, ewê dilê Yehowa pir biêşîne a (2. Mûsa 20:13). Wekî din, eger em jiyana xwe bêsebeb bixin talûkeyê yan eger em jiyana kesên din ji qezayan neparêzin, wê çaxê Yehowa wê pir xemgîn bibe. Gava ku em hay ji jiyana xwe hebin û qedir û qîmetê bidin jiyana kesên din jî, emê nîşan bidin ku em ji bo jiyanê şikurdar in.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo em çawa dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em qedir û qîmetê didin jiyanê?

3. Hay ji siheta xwe hebe

Kesên ku jiyana xwe didin destê Yehowa, ew soz didin wî ku ewê heta dawiya emrê xwe jê re xizmetê bikin. Wek ku Kitêba Pîroz dibêje, ew canê xwe wek qurbanekê pêşkêşî Xwedê dikin. Romayî 12:1, 2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima gerek em hay ji siheta xwe hebin?

  • Gelo tu çawa dikarî bala xwe bidî siheta xwe?

4. Hay ji emniyeta xwe û ya kesên din hebe

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji her tiştê ku dikare jiyana me bixe talûkeyê, dûr bisekinin. VÎDEOYÊ vêxe û bibîne ku tu çawa dikarî bala xwe bidî emniyeta xwe û ya kesên din.

Methelokên Silêman 22:3 bixwîne. Tu çawa dikarî xwe û kesên din ji qezayan biparêzî?

  • Li malê

  • Li cihê kar

  • Gava tu sporê dikî

  • Gava tu bi erebeyê yan bi trafîkê diçî

5. Qedir û qîmetê bide jiyana zarokê di zikê dayikê de

Dawid Padîşah bi helbestî anî zimên ku Yehowa gelek qîmetê dide zarokê di zikê dayikê de û mezinbûna wî. Zebûr 139:13-17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Di çavê Yehowa de, gelo jiyana zarokekî berî bûyînê yan piştî bûyînê dest pê dike?

Qanûna ku Yehowa dabû xizmetkarên xwe, jinên ducanî û zarokên di zikê wan de diparastin. 2. Mûsa 21:22, 23 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Yehowa li ser kesekî ku bê hemdî dibe sebebê mirina zarokekî di zikê dayikê de çi difikire?

  • Eger kesek vê yekê bi hemdî bike, Yehowa çi difikire? b

  • Tu li ser nêrîna Yehowa ya li ser vê meseleyê çi difikirî?

VÎDEOYÊ vêxe.

Heta, jineke ku qedir û qîmetê dide jiyanê jî, dikare bifikire ku ji xeynî jiberxwekirina zarok çareyeke din tune ye. Îşaya 41:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Eger li jinekê tade bê kirin ku gerek ew zarok ji ber xwe bike, gelo ew dikare ji kê alîkariyê bixwaze? Û çima?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Jin di hin hal û rewşan de mecbûr in ku zarokên xwe ji ber xwe bikin.”

  • Çi te îqna dike ku Yehowa gelek qîmetê dide jiyana jineke ducanî û jiyana zarokê di zikê wê de?

BI ÇEND GOTINAN

Yehowa jiyan daye me. Loma, Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji jiyanê hez bikin, bi qedir û qîmeta wê bizanibin û wê biparêzin. Bi eynî awayî, em qedir û qîmetê didin jiyana kesên din jî.

Tu çi elimî?

  • Di çavê Yehowa de, jiyana însanekî çima gelek bi qedir û qîmet e?

  • Gava ku însanek jiyana xwe yan ya kesekî din bi dawî dike, gelo Yehowa li ser vê çi difikire?

  • Tu di jiyana xwe de ji bo çi şikurdar î?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Em çawa dikarin ji bo jiyana xwe ji Yehowa re şikur bikin?

Kilam 141Jiyan Hediyeyeke Mezin e (2:41)

Gelo Xwedê gunehê jineke ku zarok ji ber xwe kiriye, efû dike?

“Gelo Kitêba Pîroz li ser Jiberxwekirina Zarokan Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

Gerek nêrîna Xwedê ya der barê jiyanê de li ser kêf û mijûliyên me çawa tesîr bike?

“Gerek Em li ser Sporên Bixeter Çawa Bifikirin?” (Hişyar Bin!, 8 Cotmeh 2000)

a Yehowa li ser kesên dilşikestî gelek xeman dixwe (Zebûr 34:18). Dilşikestîbûn dikare bibe sebeb ku kesek bixwaze xwe bikuje. Yehowa ji êşa dilê wan fehm dike û dixwaze alî wan bike. Bala xwe bide meqaleya bi navê “Ez Dixwazim Bimirim – Gelo Kitêba Pîroz Dikare Alî Min Bike ku Ez ji vê Fikrê Xelas Bibim?” Ev meqale li bin qismê Zêdetir Hîn Bibe derbas dibe.

b Eger te berê zarokek ji ber xwe kiribe û tu ji ber vê sebebê xwe sûcdar dikî, ne lazim e ku tu li ber xwe bikevî. Yehowa dikare te efû bike. Di heqê vê mijarê de, li meqaleya bi navê “Gelo Kitêba Pîroz li ser Jiberxwekirina Zarokan Çi Dibêje?” binêre. Ev meqale li bin qismê Zêdetir Hîn Bibe derbas dibe.