Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 39

Nihêrandina Xwedê Hindava Xûnê

Nihêrandina Xwedê Hindava Xûnê

Xûn tiştekî gelek ferz e. Bêyî xûn tu kes nikare bijî. Xwedê em efirandine, lema jî tenê îzina wî heye bêje, ku xûnê ça gerekê bidine xebatê. Lê gelo Xwedê derheqa xûnê çi gotiye? Gelo îzin e xûnê bixwin, yan jî berî xwe din? Û tu ça dikarî vê pirsêda safîkirinên rast bikî?

1. Yehowa ça ser xûnê dinihêre?

Wedê berê Yehowa gote xizmetkarên xwe: “Emirê her bînberî xûna wî ye” (Qanûna Kahîntiyê 17:14). Bona Yehowa xûn emir e. Emir pîroz e û pêşkêşa ji Xwedê ye, lema xûn jî pîroz e.

2. Xwedê kîjan cûrê xebitandina xûnê, qedexe dike?

Xwedê hê berêda xizmetkarên xwera qedexe kiribû ku xûnê bixwin (Bixûne Destpêbûn 9:4 û Qanûna Kahîntiyê 17:10.) Xwedê ferzbûna vê yekê hingê jî da kifşê, çaxê Koma Rêberiyê temî da Mesîhiya, wekî ewana “dûrî” xûnê bin (Bixûne Karên Şandiya 15:28, 29.)

Gelo çi tê hesabê dûrî xûnê bin? Mesele, hergê doxdir tera bêje xwe dûrî îçkê bigire, hemikî tuyê îçkê venexwî. Lê gelo tuyê bixwî wan tişta çida îçke heye, yan jî tuyê îçkê berî tamarên xwe dî? Femdarî ye na. Anegorî vê yekê ew temiya Xwedê ku dûrî xûnê bin, tê hesabê xûnê venexwin, ne jî goştê ku xûn jê bernedane bixwin. Em ne jî gerekê van tişta bixwin, kîjanada xûn kirinê.

Lê çi em dikarin bêjin derheqa xebitandina xûnê mêdîsînayêda? Hine mêtodên qenckirinê, miqabilî qanûna Xwedê ne. Dikeve nava wan mêtoda berîdana xûnêye bi temamî, yan jî hine parên wêye sereke, dêmek êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazma. Lê hene mêtodên qenckirinêye usa jî, kîjan ku miqabilî qanûna Xwedê dernayên. Mesele, hine mêtodên qenckirinêda didine xebatê firaksiyên ku pareke xûnêye serekeda hene. Lê hene mêtodên usa, ku xûna meriv dîsa jî bona wî didin xebatê. Em gerekê kûr derheqa wan hemû tişta bifikirin, û safîkirina şexsî bikin a (Galatî 6:5).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, çawa dikarî safî kî, ku kîjan mêtoda qenckirinê qebûl kî.

3. Mêtodên qenckirinêye usa bijbêre, kîjan ku Yehowa xweş tên

Tu çawa dikarî mêtodeke usa bijbêrî, kîjan ku li gora nihêrandina Xwedê ye? Vêxe VÎDÊO, û paşê şêwir ke ew şîretên ferz, ku jêrê hatine dayînê:

  • Bona bîlaniyê dua bike (Aqûb 1:5).

  • Prînsîpên Kitêba Pîroz lêkolîn ke û pêbihese ça wana bidî xebatê (Metelok 13:16).

  • Pêbihese ku mihala teda kîjan mêtodên qenckirinê hene.

  • Lêkolîn ke kîjan mêtodên qenckirinê gerekê nedî xebatê.

  • Safîkirineke usa bike, wekî îsaf te neçerçirîne (Karên Şandiya 24:16). b

  • Bîr neke ku tu kes, ne jin, ne mêrê te, ne rûspî û ne jî ewê ku hînbûna Kitêba Pîroz tevî te derbaz dike, dewsa te gerekê safîkirina neke, gava ev yek îsafêva girêdayî ye (Romayî 14:12).

  • Safîkirina xwe ser kaxazê binivîse.

4. Şedên Yehowa mêtodên qenckirinêye lape baş dijbêrin

Em dikarin li gora qanûna Xwedê safîkirina bikin, û bê xebitandina xûnê qenckirina baş bistînin. Vêxe VÎDÊO.

Bixûne Tîto 3:2, û paşê caba vê pirsê bide:

  • Em ça dikarin tevî doxdira bi qedir û nerm xeber din?

Qedexekirî ye

Ser îsafa Mesîhiya ye

A. Plazma

Firaksiyên ji plazmayê

B. Lêykosît

Firaksiyên ji lêykosîta

C. Trombosît

Firaksiyên ji trombosîta

Ç. Êrîtrosît

Firaksiyên ji êrîtrosîta

 5. Xebitandina firaksiyên xûnê

Xûn ji çar parên sereke ye, dêmek ji êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazmayê. Wan parada gelek parên biçûk jî hene, kîjan ku nav dikin firaksiyên xûnê. c Mêdîsînayêda hine firaksiya bona qenckirina nexweşiya didine xebatê, yan jî wekî xûnçûyînê bidine sekinandinê.

Her Mesîhîk gerekê li gora îsafa xweye ser hîmê Kitêba Pîroz hînkirî, derheqa xebitandina firaksiyên xûnê safîkirinê bike. Hinek dikarin mêtodên qenckirinêye bi firaksiyên xûnê înkar kin. Lê îsafa hineka dihêle, wekî ewana firaksiya qebûl kin.

Çaxê safîkirina dikî, ser vê pirsê bifikire:

  • Ez ça dikarim hekîmra şirovekim, wekî çira ez hine firaksiyên xûnê înkar dikim yan jî qebûl dikim?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çira nerast e xûnê berî xwe din?”

  • Tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze wekî em xûnê bi cûrê nerast nedine xebatê, çimkî xûn pîroz e.

Wekilandin

  • Çima Yehowa xûnê pîroz hesab dike?

  • Çima em bawer in, wekî ev temiya Xwedê ku xwe dûrî xûnê bigirin, usa jî tê hesabê xûnê berî xwe nedin?

  • Tu ça dikarî derheqa xebitandina xûnê safîkirina baş bikî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Gava safî dikî, ku xûna te bona qenckirina te bidin xebatê yan na, tu gerekê derheqa çi bifikirî?

“Pirsên Xwendevana” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Cotmehê, 2000)

Tu çi gerekê hildî hesab, çaxê safî dikî firaksiyên xûnêye biçûk qebûl kî, yan na?

“Pirsên Xwendevana” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Hezîranê, 2004)

Çi doxdirekî hêlan kir ku bawer bike, wekî nihêrandina Yehowa ser xûnê bi bîlanî ye?

“Min Nihêrandina Xwedêye Derheqa Xûnê Qebûl Kir” (“Hişyar Bin!”, 8 Kanûna Pêşin, 2003)

Pêbihesin wekî rûspiyên ku Komîtêya Hevkariya Nexweşxanêda xizmet dikin, ça piştgiriya xûşk-bira dikin.

“Xwedê Merivên Nexweş Nahêle” (10:23)

a Binihêre Dersa 35, “Ça Safîkirinên Rast Bikin.”

b Binihêre  binseriya 5 “Xebitandina firaksiyên xûnê”; Elametiya Zêde 3, “Xebitandina Xûnê Mêdîsînayêda”; û “Qulixkirina Meye Padşatiyê“ ya Mijdarê, sala 2006, rûpêlên 3-6.

c Hine doxdir çar parên xûnêye sereke hesab dikin ça firaksiya. Lema jî tu gerekê doxdirê xwera safîkirina xwe şirovekî, wekî tu înkar dikî bi temamî xûnê û usa jî êrîtrosît, lêykosît, trombosît û plazmayê berî xwe dî.