Here Naverokê

Here naverokê

DERS 40

Em Çawa Dikarin li ber Çavê Xwedê Paqij Bin?

Em Çawa Dikarin li ber Çavê Xwedê Paqij Bin?

Xeyal bike ku dayikeke dilovan kurikê xwe ji bo çûyîna mektebê hazir dike. Ji bo wê pir muhîm e ku kurik xwe bişo û kincên wî paqij bin. Ev yek alî kurik dike ku ew bi sax û selamet bimîne û wisa berbiçav e ku dê û bavê wî lê xwedî derdikevin. Bavê me Yehowa Xwedê jî dixwaze ku em bala xwe bidin paqijiyê û ji aliyê exlaqî ve paqij bin. Paqijî ji bo me pir bifeyde ye û rûmetê dide navê Yehowa.

1. Em çawa dikarin bala xwe bidin paqijiyê?

Yehowa ji me re dibêje: “Pîroz bin” (1. Petrûs 1:16). Pîrozî bi paqijiya fîzîkî û exlaqî ve girêdayî ye. Ji bo ku em ji aliyê bedenê ve paqij bin, gerek em xwe tim bişon. Di ser de jî, gerek em birêkûpêk paqijiya kincên xwe, mala xwe û erebeya xwe bikin. Em dikarin ji bo paqijiya Salona Îbadetê jî alîkariyê bikin. Însanê ku bala xwe dide paqijiyê, rûmetê dide navê Yehowa (2. Korîntî 6:3, 4).

2. Ji bo ku em paqij bin, gerek em xwe ji çi dûr bigirin?

Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku “em xwe ji her cûreyê murdariya ruh û bedenê paqij bikin” (2. Korîntî 7:1). Yanî, gerek em xwe dûrî her tiştê ku dikare zerarê bide bedena me yan hişê me bigirin. Em dixwazin bi fikrên xwe dilê Yehowa xweş bikin, loma em xîret dikin ku fikir û ramanên xerab nekevin hişê me (Zebûr 104:34). Gerek xeberdana me jî paqij be (Kolosî 3:8 bixwîne).

Wekî din, em çawa dikarin ji aliyê beden û exlaqî ve paqij bimînin? Hin tişt dikarin zerarê bidin bedena me. Loma, em tiştên wek titûn, madeyên hişbir û narkotîkên ji bo kêfê bi kar naynin. Eger em xwe ji van tiştan dûr bigirin, emê saxî û selametiya xwe biparêzin û qîmetê bidin jiyanê. Û ji bo ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bin, gerek em li pornografiyê nenêrin û masturbasyonê nekin, yanî bi endamên xwe yên cinsî nelîzin (Zebûr 119:37; Efesî 5:5). Eger ji bo me zehmet be jî, Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji van adetên xerab berdin (Îşaya 41:13 bixwîne).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo paqijî çawa rûmetê dide Yehowa? Gelo em çawa dikarin dev ji adetên xerab berdin?

3. Paqijî rûmetê dide Yehowa

Qanûnên ku Yehowa dabûn xizmetkarên xwe yên berê alî me dikin ku em nêrîna wî ya li ser paqijiyê baş fehm bikin. 2. Mûsa 19:10 û 30:17-19 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Yehowa li ser paqijiyê çi difikire?

  • Em çawa dikarin hay ji paqijiya bedena xwe hebin?

Ji bo paqijiyê ked, xîret û wext lazim e. Mala me li ku be yan hal û rewşa me çi be jî, dîsa gerek em bala xwe bidin paqijiyê. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger em bala xwe bidin paqijiyê, însanên din wê li ser Yehowa û xizmeta me çi bifikirin?

4. Dev ji adetên xerab berde

Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji adetên xerab berdin

Kesê ku cixareyê dikişîne yan madeyên narkotîkê bi kar tîne, ew baş dizane ku çi qas zehmet e ku însan dev ji wan berde. Gelo çi dikare alî te bike ku tu dev ji van adetên xerab berdî? Metta 22:37-39 bixwîne û sohbetê bikin ka çi tesîra van adetên xerab li ser …

  • dostaniya te ya bi Yehowa re heye?

  • malbata te û kesên din heye?

Ji xwe re planekê çêke ku tu bikarî dev ji adetên xerab berdî. a VÎDEOYÊ vêxe.

Filîpî 4:13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Adetên baş, yanî dua, lêkolîna Kitêba Pîroz û çûyîna civînan çawa dikarin qewetê bidin kesekî ku ew dev ji adetên xerab berde?

5. Li hemberî fikrên pîs û adetên xerab bisekine

Kolosî 3:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Em ji ku dizanin ku di çavê Yehowa de pornografî, şandina sûret û nivîsên cinsî û masturbasyon pîs in?

  • Yehowa dixwaze ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bin. Tu çi dibêjî, gelo ev daxwaza wî maqûl e?

Em çawa dikarin li hemberî fikrên pîs bisekinin? VÎDEOYÊ vêxe.

Ji bo ku em ji aliyê exlaqî ve paqij bimînin, gerek em bi lez û bez hereket bikin. Bala xwe bide van gotinên Îsa Mesîh. Metta 5:29, 30 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Bi van gotinan, Îsa Mesîh nedixwest bigota ku gerek em zerarê bidin bedena xwe, lê wî dixwest zelal bikira ku gerek em bi lez û bez hereket bikin. Gelo em dikarin li hemberî fikrên pîs çi bikin? b

Eger tu xîret dikî ku ji fikrên pîs xelas bibî, Yehowa gelek qîmetê dide keda te. Zebûr 103:13, 14 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev ayet çawa alî te dikin ku tu li hemberî adetên xerab bisekinî?

Rêya serkeftinê xîret e!

Belkî kesek bifikire, “Min dîsa dest bi wê adeta xerab kir. Çi bikim nekim, nikarim jê xelas bibim.” Ka li ser vê mîsalê bifikire: Eger sporvanek di bazdanê de biterpile û bikeve, ev nayê maneya ku ew bi ser neketiye yan ku gerek ew ji nû ve dest pê bike. Bi eynî awayî, eger tu dîsa dest bavêjî adeteke xerab, ev nayê maneya ku tu têk çûyî. Ked û xîreta ku te daye jî boş û vala nîne. Însan bi ketin û rabûnê mezin dibe. Teslîm nebe! Bi alîkariya Yehowa, tu dikarî dev ji adetên xerab berdî.

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez bi xwe nikarim, ez nikarim dev ji adetên xerab berdim.”

  • Yehowa dikare alî me bike ku em dev ji adetên xerab berdin. Teyê ev yek bi kîjan ayetê nîşan bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Eger bedena me, fikir û ramanên me û rabûn û rûniştina me paqij bin, Yehowa wê ji me razî be.

Tu çi elimî?

  • Çima pir muhîm e ku em paqij bin?

  • Tu çawa dikarî ji aliyê bedenê ve paqij bî?

  • Tu çawa dikarî ji aliyê fikir, rabûn û rûniştina xwe ve paqij bî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Eger pereyê te kêm be jî, tu çawa dikarî bala xwe bidî paqijiyê?

Sihet û Paqijî – Destşûştin (3:01)

Ev şîretên baş dikarin alî te bikin ku tu dev ji kişandina cixareyê berdî.

“Ez Çawa Dikarim Dev ji Kişandina Cixareyê Berdim?” (Hişyar Bin!, Gulan 2010)

Zilamek tîne zimên ku ew çawa ji pornografiyê xelas bûye.

“Ez Gelek Caran Ketim, Lê Dawiya Dawî bi ser Ketim” (Birca Çavdêriyê No. 4 2016)

a Di meqaleya “Ez Çawa Dikarim Dev ji Kişandina Cixareyê Berdim?” de şîretên baş tên dayîn. Bala xwe bide qismê Zêdetir Hîn Bibe.

b Ji bo ku însan bikare dev ji masturbasyonê berde, bala xwe bide meqaleya bi navê “Gelo Ez Çawa Dikarim Dev ji Masturbasyonê Berdim?” (kitêba Pirsên Ciwanan û Cewabên Maqûl, Cîld 1, beş 25).