Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 40

Em Ça Dikarin Ber Çevê Xwedê Temizayê Xwey kin?

Em Ça Dikarin Ber Çevê Xwedê Temizayê Xwey kin?

Bidine ber çevê xwe, wekî dê kurê xweyî biçûk bona mektebê hazir dike. Ew bawer e wekî serê kur şûştî ye û kincê wî jî terbet û temiz in. Temizayî sihet-qewata zarê xwey dike û merivên der-dorra dide kifşê, wekî dê-bavê wî rind miqatî wî dibin. Anegorî wê yekê Yehowa, Bavê meyî hizkirî jî dixwaze, wekî em temizaya fîzîkî û nav-namûsiyê xwey kin. Temizayî him karê dide me û him jî hurmet-rûmetê dide Yehowa.

1. Em ça dikarin temizaya fîzîkî xwey kin?

Yehowa mera dibêje: “Pîroz bin” (1 Petrûs 1:16). Pîrozî temizaya fîzîkîva û nav-namûsiyêva girêdayî ye. Em dikarin temizaya fîzîkî xwey kin hergê timê serê xwe bişon û usa jî kinc, mal û ereba xwe jî terbet û temiz xwey kin. Em usa jî dikarin alîkariyê bidin bona xweykirina temizaya Odên Civata. Bi xweykirina temizaya fîzîkî em Yehowa rûmet dikin (2 Korintî 6:3, 4).

2. Em gerekê kîjan xeyseta ji xwe dûr xin, wekî temiz bêne hesabê?

Kitêba Pîroz me hêlan dike, wekî “xwe ji hemû kirêtiya qalib û ruhê xwe paqij kin” (2 Korintî 7:1). Ev tê hesabê, wekî em gerekê terka her tiştî bidin çi ku ziyanê dide beden û hişê me. Fikirên me gerekê Yehowa xweş bên, lema jî lazim e qewatê bidine xebatê, seva ku fikirên necayîz ji hişê xwe derxin (Zebûr 104:34). Em usa jî zar-zimanê xwe temiz xwey dikin (Bixûne Kolosî 3:8.)

Dîsa çi dikare aliyê fîzîkî û nav-namûsiyêda, me biherimîne? Hine tişt dikarin ziyanê bidine bedena me û me biherimînin. Lema jî em xwe dûr digirin ji titûnê, cûtina belgê kirkirkê, û xebitandina narkotîkayê bona wedederbazkirinê. Bi vî cûreyî em sihet-qewata xwe xwey dikin û qedir hindava pêşkêşa jîyînê didine kifşê. Em usa jî qewatê didine xebatê wekî nav namûsiyêda temiz bin, lema jî em xwe dûr digirin ji kirên usa heram, ça mastûrbasiya û pornografiya (Zebûr 119:37; Efesî 5:5). Dibeke çetin be terka wan tişta bidî, lê Yehowa vê yekêda dikare alî te bike (Bixûne Îşaya 41:13.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku ça temizaya fîzîkî hurmetê dide Yehowa û ça dikarî xwe ji kirên netemiz dûr bigirî.

3. Temizaya fîzîkî hurmetê dide Yehowa

Çaxê em derheqa qanûnên Yehowa dixûnin, kîjan ku ewî dabû Îsraêliya, em pêdihesin ku bona wî çiqas ferz e, wekî cimeta wî temiz be. Bixûne Derketin 19:10 û 30:17-19, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ev rêz çi mera eyan dikin derheqa nihêrandina Yehowa, ser temizaya fîzîkî?

  • Kîjan xeyset-hunurên baş dikarin alî te bikin, ku temizaya fîzîkî xwey kî?

Wede û qewat lazim e seva ku temizaya fîzîkî xwey kin. Firqî tune em kîderê dijîn, dewletî ne yan kesîb in, em dîsa jî dikarin temizayê xwey kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi cûreyî terbetî û temizaya me, qîmeta şixulê belakirina mizgîniyê bilind dike?

4. Terka xeysetên xirab bide

Yehowa dikare alî me bike, wekî terka hemû xeysetên xirab bidin

Hergê tu tiştên narkotîkî dikişînî yan jî carna bona kêfa xwe didî xebatê, dibeke tu zanî çiqas çetin e terka vî xeysetî bidî. Lê gelo çi dikare alî te bike? Pêbihese ku çawa ev xeyset dikare ser te hukum be. Bixûne Metta 22:37-39, û paşê şêwir ke, çawa tûtûn û xebitandina narkotîkayê, dikare hukum be ser . . .

  • dostiya me tevî Yehowa

  • heleqetiya me tevî malbeta me û merivên der-dor.

Nêtê dayne pêşiya xwe, wekî terka tiştên xirab bidî. a Vêxe VÎDÊO.

Bixûne Fîlîpî 4:13, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa dua, hînbûna Kitêba Pîroz û civat, dikarin qewatê bidine mêriv, wekî terka xeysetê xirab bide?

5. Miqabilî fikir û kirên netemiz be

Bixûne Kolosî 3:5, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ji çi tê kifşê wekî pornografiya, sêkstîng û mastûrbasiya ber çevê Yehowa heram in?

  • Gelo bi bîlanî ye ku Yehowa ji me dewa dike, wekî nav-namûs bin? Çima usa difikirî?

Pêbihese ça tu dikarî fikirên nerast ji hişê xwe derxî. Vêxe VÎDÊO.

Îsa bi meselê da kifşê wekî em gerekê ser xwe bixebitin, ku hişê xwe ji fikirên xirab, temiz xwey kin. Bixûne Metta 5:29, 30, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Rast e Îsa nedixwest bigota ku em gerekê ziyanê bidine bedena xwe, lê ewî da kifşê wekî em gerekê her tiştî ji aliyê xweda bikin, seva ku hişê xwe temiz xwey kin. Lê meriv çi dikare bike, wekî xwe ji fikirên netemiz dûr bigire? b

Yehowa gelek dişêkirîne ew qewata ku tu didî xebatê, seva terka fikirên netemiz bidî. Bixûne Zebûr 103:13, 14, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ev rêz ça dikare hêlanê bide te, wekî nesekinî lê berdewam kî miqabilî xeysetên netemiz şer bikî?

Qewî be û qidûm nekeve!

Dibeke tu bifikirî: “Bal min nayê standinê, badîhewa ye dîsa tiştekî bikim”. Lê hela derheqa vê yekê bifikire: Rast e merivê ku lecmeydanêda direve, dikare bişimite û bikeve, ev nayê hesabê wekî vê lecêda ewî da der. Ev nejî tê hesabê ku ew gerekê vegere û reva xwe sêrîda destpêke. Anegorî vê yekê, hergê sêrîda tiştek bal te nehate standin, ev yek nayê hesabê wekî te da der û îda tuyê nikaribî terka xeysetê xirab bidî. Ev normal e hergê carna bal te tiştek nayê standin. Bîr neke, ev pareke şerê te ye, kîjanêda tu dikarî serkevî. Qewî be û xwe sist neke! Bi alîkariya Yehowa tu dikarî serkevî û terka xeysetên xirab bidî.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez vê yekêva qayîm hatime girêdanê û nikarim terk bidim.”

  • Tu kîjan rêzê dikarî bidî xebatê, wekî wî merivîra bidî kifşê, ku ew bi alîkariya Yehowa dikare terka xeysetê xirab bide?

TEMAMKIRIN

Çaxê em beden, hiş û rabûn-rûniştina xwe temiz xwey dikin, usa em dilê Yehowa şa dikin.

Wekilandin

  • Çima ferz e temizayê xwey kî?

  • Tu ça dikarî temizaya fîzîkî xwey kî?

  • Tu ça dikarî fikir û rabûn-rûniştina xwe temiz xwey kî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Hergê tu destteng bî jî, kîjan hine tişta dikarî bikî, wekî temizaya fîzîkî xwey kî?

“Sihet-Qewat û Temizayî: Destşûştin” (3:01)

Hine şîretên kêrhatî pêbihese, ku ça terka cixarê bidî.

“Ça Terka Cixarê Bidin” (“Hişyar Bin!”, Gulan, 2010)

Pêbihese ku çi alî merivekî kir, wekî pornografiyayê nenihêre.

“Pêşiya ku Serfiraz bim, Min Gelek Cara Dida Der” (“Birca Qerewiliyê” № 4, 2016)

a Ev jûrnal: “Ça Terka Cixarê Bidin” kîjan ku vê çargoşêda hatiye dayînê: “Hê Zêde Pêbihese”, şirovedike şîretên kêrhatî, yên ku dikarin alîkariyê bidin, wekî terka xeysetên xirab bidin.

b Seva ku bikaribî terka mastûrbasiyayê bidî, binihêre gotara bi navê “Ça Terka Mastûrbasiyayê Bidim?” (“Pirsên Cahila û Şîretên Kêrhatî”, Para 1, serê 25).