Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 41

Kitêba Pîroz Derheqa Sêksê Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Sêksê Çi Dibêje?

Gelek meriv şerm dikin derheqa sêksê xeber din. Lê Kitêba Pîroz eşkere û bi merîfetî besa vê yekê dike. Kitêba Pîroz çi ku dibêje, temam bona kara me ye. Ev tiştekî logîkî ye, çimkî Yehowa Efirandarê me ye û zane çi bona me here baş e. Ew mera eyan dike, wekî çawa kirên me dikarin dilê wî şa kin û çi wê alî me bike, ku em heta-hetayê jîyînêra şa bin.

1. Nihêrandina Yehowa ser sêksê çi cûreyî ye?

Sêks pêşkêşa ji Yehowa ye. Yehowa dixwaze, wekî mêr û jinên ku bi qanûnî hev standine, ji vê heleqetiyê şabûnê bistînin. Ev pêşkêş mecalê dide mêr û jin, wekî ne ku tenê zar wanara bibin, lê usa jî ku bi cûrê tebiyetî hizkirinê hindava hevda bidine kifşê. Xebera Xwedê usa dibêje: “Şa be tevî jina xweye cahiltiyê (DT)” (Metelok 5:18, 19). Yehowa ji Mesîhiyên zewicî dewa dike, wekî ewana hindava jin yan mêrê xweda amin bin û tu car bênamûsiyê nekin (Bixûne Îbranî 13:4.)

2. Çi ye bênamûsî?

Kitêba Pîroz dibêje, wekî yên “bênamûs . . . Padşatiya Xwedê wê war” nebin (1 Korintî 6:9, 10). Nivîskarên Kitêba Pîroz, yên ku ser zimanê Yûnanî derheqa heleqetiya sêksûalî dinivîsîn, xebera “pornêya” didane xebatê. Ev xeber tê hesabê (1) heleqetiya sêksûal a orta du meriva, yên ku bi qanûnî hev nestandine, (2) homosêksûalî, û (3) herimandin tevî heywana. Çaxê em “ji qaviyê” direvin, usa em him dilê Yehowa şa dikin, him jî ziyanê nadine xwe (1 Têsalonîkî 4:3).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku çawa tu dikarî ji bênamûsiyê birevî, û ça dikarî ji jîyîna namûsî karê bistînî.

3. Ji bênamûsiyê bireve

Ûsiv merivekî amin bû û xwe ji bênamûsiyê xwey dikir. Bixûne Destpêbûn 39:1-12, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çi Ûsiv hêlan kir, ku ji bênamûsiyê bireve? (Binihêre rêza 9)

  • Bi texmîna te safîkirina Ûsiv rast bû? Çima tu usa difikirî?

Cahilên rojên me çawa dikarin çev bidine Ûsiv û ji bênamûsiyê birevin? Vêxe VÎDÊO.

Yehowa dixwaze, wekî her kes ji me ji bênamûsiyê bireve. Bixûne 1 Korintî 6:18, û paşê caba van pirsa bide:

  • Kîjan derece dikarin hineka bivin berbi bênamûsiyê?

  • Tu çawa dikarî ji bênamûsiyê birevî?

4. Tu dikarî xwe ji bênamûsiyê dûr bigirî

Ji bo çi dikare çetin be ji bênamûsiyê birevin? Vêxe VÎDÊO û paşê evê pirsê şêwir ke.

  • Birakî çi kir çaxê têderxist, wekî ji bo fikir û kirên xwe ew dikare jina xwera neamin be?

Carna Mesîhiyên amin jî miqabilî fikirên bênamûs şer dikin. Tu çawa dikarî fikirên bênamûsî ji hişê xwe derxî? Bixûne Fîlîpî 4:8, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em gerekê hiş-aqilê xwe bidine ser çi?

  • Xwendina Kitêba Pîroz û xizmetkirin Yehowara, ça dikare alî me bike, wekî em guna nekin?

5. Normên Yehowa mera karê tînin

Yehowa zane çi bona me here baş e. Ew mera eyan dike ku ça namûsiyê xweyî kin û ew yek wê çi karê mera bîne. Bixûne Metelok 7:7-27 yan vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Xortekî çawa xwe kire xetayê? (Binihêre Metelok 7:8, 9.)

  • Li gora Metelok 7:23, 26, bênamûsî dikare axiriya xirab pey xwe bîne. Hergê em nav-namûs bimînin, emê xwe ji çi problêma xweyî kin?

  • Çawa nav-namûsî dikare alî me bike, ku heta-hetayê jîyînêra şa bin?

Hine meriv difikirin, wekî nihêrandina Kitêba Pîroz ser homosêksûaliyê sert e. Lê Yehowa Xwedayê hizkirinê ye, û ew dixwaze wekî her kes ji jîyîna heta-hetayê şabûnê bistîne. Seva ku em layîqî jîyîna heta-hetayê bin, em gerekê li gora normên Xwedê bijîn. Bixûne 1 Korintî 6:9-11, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Li gora nihêrandina Xwedê tenê homosêksûalî nerast e?

Seva ku Xwedê ji me razî be, her kes ji me gerekê emirê xweda guhastina bike. Gelo hêja ye bona wê yekê qewatê bidine xebatê? Bixûne Zebûr 19:8, 11, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ça tu difikirî normên Yehowa derheqa nav-namûsiyê bi bîlanî ne? Çira tu usa difikirî?

Yehowa alî gelek meriva kiriye, wekî ewana bikaribin li gora normên wî bijîn. Ew dikare alî te jî bike

HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê du meriv hev hiz dikin, heleqetiya sêksûal orta wanda, tiştekî normal e.”

  • Lê tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Yehowa heleqetiya sêksûalî ça pêşkêş da jin-mêra, wekî ji vê yekê şabûnê bistînin.

Wekilandin

  • Çi dikeve nava bênamûsiyê?

  • Çi wê alî me bike, ku xwe ji bênamûsiyê dûr bigirin?

  • Çaxê em xwe normên Yehowaye derheqa nav-namûsiyê digirin, em çi karê distînin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese çima bona Xwedê ferz e wekî jin-mêr bi qanûnî zewacêda bin.

“Kitêba Pîroz Çi Dibêje Derheqa Jîyîna Tevaye bê Zewac?” (Gotara ji malperê)

Rast e Kitêba Pîroz homosêksûaliyê qedexe dike, lê pêbihese ku çira em gerekê merivên homosêksûal nefret nekin.

“Gelo Homosêksûalî Tiştekî Normal e?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese, çawa qanûnên Xwedê derheqa bênamûsiyê me diparêzin.

“Gelo Sêksa Oralî bi Rastî Sêks e?” (Gotara ji malperê)

Ji vê serhatiyê “Ewana Hindava Minda bi Qedir Bûn” tuyê pêbihesî çi alî merivekî homosêksûal kir, wekî emirê xwe biguhêze, seva Xwedê xweş bê.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Nîsanê, 2011)

a Dikevine nava vê yekê heleqetiya sêksûalî, sêksa oralî, analî, yan jî mizdana organên şermî yên merivên din.