Here Naverokê

Here naverokê

DERS 42

Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz li ser Kesên Zewicî û Nezewicî Çi Dibêje?

Di hin kulturan de tê gotin ku eger kesek nezewice, ew nikare dilxweş bibe. Lê ya rast ev e ku ne hemû kesên zewicî kêfxweş in û ne jî hemû kesên nezewicî bêkêf in. Kitêba Pîroz dibêje ku hem azibî û hem jî zewac tiştekî xweş e ku Yehowa daye me.

1. Jiyana kesên nezewicî çima xweş e?

Pawlosê şandî gotibû: “Ez dixwazim ku hûn bê xem bin” (1. Korîntî 7:32, 33 bixwîne). Çima em dikarin bibêjin ku kesên nezewicî “bê xem” in? Ne lazim e ku ew bala xwe bidin hewcedariyên jin yan mêrê xwe. Ew bi tena serê xwe ne û zêdetir serbest in. Ew dikarin ji Yehowa re zêdetir xizmetê bikin. Mesela, hin kes dikarin ji bo belavkirina xebera xêrê herin welatekî din. Di ser de jî, zêdetir wexta wan heye ku ew dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin.

2. Zewaca li gor qanûnên dewletê çima bifeyde ye?

Çawa ku jiyana kesên nezewicî xweş e, jiyana kesên zewicî jî xweş e. Kitêba Pîroz dibêje ku “du kes ji kesekî çêtir in” (Waiz 4:9, Mizgînî). Ev gotinên hanê bi xisûsî li ser jin û mêrên ku li gor prensîpên Kitêba Pîroz dimeşin, tê gotin. Jin û mêrên ku bi qanûnî bi hev re dizewicin, soz didin hev ku ewê ji hevdû hez bikin, qedrê hevdû bigirin û ji hev re dilsoz bimînin. Ji ber vê yekê, cotên zewicî ji cotên nezewicî dilrihettir in. Û zewac ji bo avakirina malbatekê esasekî baş e.

3. Yehowa li ser zewacê çi difikire?

Gava ku Yehowa zewaca pêşîn ava kir, wî got: “Ji ber vê yekê wê mêr dev ji dê û bavê xwe berde, [û] xwe li jina xwe bigire” (1. Mûsa 2:24, Mizgînî). Yehowa dixwaze ku jin û mêr ji hev hez bikin û heta dawiya emrê xwe li cem hev bimînin. Li gor Yehowa, tenê zîna dikare bibe sebeba hevberdana jin û mêran. Di halekî wisa de, Yehowa heqê hevberdanê dide jin yan mêrê ku zîna nekiriye a (Metta 19:9). Yehowa qebûl nake ku xizmetkarên wî bi gelek kesan re bizewicin (1. Tîmotêyos 3:2).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Kesên zewicî û nezewicî çawa dikarin dilxweş bin û dilê Yehowa şa bikin?

4. Kesên nezewicî dikarin wexta xwe baş derbas bikin

Îsa Mesîh gotibû ku azibî dayîna ji Xwedê ye (Metta 19:11, 12). Metta 4:23 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Îsa Mesîh nezewicî bû. Wî wexta xwe ji bo xizmeta Bavê xwe û ji bo alîkariya kesên din çawa derbas dikir?

Xizmetkarên Xwedê yên nezewicî dikarin wek Îsa Mesîh di jiyana xwe de kêfxweş bin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Di destê kesên nezewicî de kîjan îmkanên xweş hene?

Hêjayî gotinê ye

Kitêba Pîroz nabêje ku gerek însan di çend saliya xwe de bizewice. Lê, ew dibêje ku bila kesek bisekine heta ku “bihara ciwaniyê” derbas bibe, yanî wexta ku xwestina cinsî zêde xurt e û keseskî ciwan nikare bi zelalî bifikire (1. Korîntî 7:36, NWT).

5. Jin yan mêrê xwe bihîkmet hilbijêre

Hilbijartina jin yan mêrekî qerareke pir muhîm e. Metta 19:4-6, 9 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima gerek em zû nezewicin?

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek jin yan mêrekî baş çawa be. Berî her tiştî, gerek ew ji Yehowa hez bike. b 1. Korîntî 7:39 û 2. Korîntî 6:14 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima gerek em tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicin?

  • Tu çi difikirî, eger em bi kesekî re bizewicin ku ji Yehowa hez nake, gelo Yehowa vê yekê çawa dibîne?

Eger du heywanên cuda di bin nîrekî de bin, ewê êşê bikişînin. Eger xizmetkarekî Yehowa bi kesekî re bizewice ku ji Yehowa re îbadetê nake, ewê gelek derdan bikişîne

6. Li ser zewacê wek Yehowa bifikire

Li Îsraêla berê, hin mêran jinên xwe ji bo kêf û menfaeta xwe berdidan. Maleyaxî 2:13, 14, 16 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima Yehowa ji hevberdana ne li gor qanûnên wî nefret dike?

Zîna û hevberdan dilê kesê bêsûc û zarokan pir diêşîne

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger jin yan mêrê te ne xizmetkarekî Yehowa be, gelo tu dikarî çi bikî ku hûn bi hev re jiyaneke xweş derbas bikin?

7. Li gor qanûnên Yehowa yên li ser zewacê bimeşe

Ji bo kesekî ku dixwaze li gor qanûnên Yehowa yên li ser zewacê bimeşe, belkî ked û xîreteke mezin lazim be. c Lê Yehowa bereketa xwe dide kesên xîretkêş. VÎDEOYÊ vêxe.

Îbranî 13:4 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo qanûnên Yehowa yên li ser zewacê maqûl in? Tu çima wisa difikirî?

Yehowa ji xizmetkarên xwe dixwaze ku ew zewac yan hevberdana xwe bi resmî qeyd bikin. Tîtos 3:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger tu zewicî bî, gelo zewaca te bi resmî hatiye qeydkirin?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Ma çênabe ku jin û mêr bê zewaca resmî bi hev re bijîn?”

  • Teyê çawa cewab bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Hem azibî û hem jî zewac tiştekî xweş e ku Yehowa daye me. Eger kesên zewicî û nezewicî li gor qanûnên Yehowa bimeşin, ewê kêfxweş bin.

Tu çi elimî?

  • Kesên nezewicî çawa dikarin wexta xwe baş derbas bikin?

  • Kitêba Pîroz çima dibêje ku gerek em tenê bi xizmetkarekî Yehowa re bizewicin?

  • Li gor Kitêba Pîroz, sebeba hevberdanê tenê çi ye?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Li gor 1. Korîntî 7:39, Yehowa li ser zewacê çi difikire?

“Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 1 Tîrmeh 2004)

Tu çawa dikarî li ser hevnasîn û zewacê qerarên baş bidî?

Xwe ji bo Zewacê Hazir Bike (11:53)

Birayek behs dike ku wî çawa qerareke muhîm daye û Yehowa ew çawa bi bereket kiriye.

Ez Bihêvî Bûm ku Ewê Rastiyê Nas Bike (1:56)

Berî ku kesek qerara hevberdanê yan cihêbûnê bide, gerek ew li ser çi bifikire?

“Qîmetê Bide Zewacê” (Birca Çavdêriyê, Kanûn 2018)

a Kitêba Pîroz li ser jin û mêrên ku bê sebeba zînayê ji hev vediqetin, çi dibêje? Li Zanîna zêde 4 binêre.

b Di hin kulturan de, dê û bav zarokên xwe li gor dilê xwe dizewicînin. Gava ku hal mesele wisa be, gerek dê û bavên dilovan bala xwe nedin pere yan meqamê kesekî, lê gerek ew bala xwe bidinê ka ew kes ji Yehowa hez dike yan na.

c Eger tu bê zewaca resmî bi kesekî re dijî; qerara ku tu bi resmî pê re bizewicî yan jê veqetî, qerareke şexsî ye.