Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 42

Kitêba Pîroz Derheqa Azepiyê û Zewacê Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz Derheqa Azepiyê û Zewacê Çi Dibêje?

Hine kûltûrada nihêrandina meriva usa ne, ku heta nezewicî, nikarî bextewar bî. Hemikî ne hemû merivên zewicî bextewar in, ne jî hemûyên ku azep in. Lê bi rastî Kitêba Pîroz him zewacê, him jî azepiyê ça pêşkêş hesab dike.

1. Kîjan hine tiştada azepî kar e?

Kitêba Pîroz dibêje, wekî ewê ku dizewice, “qenc dike”, lê yê ku nazewice “hê qenc dike” (Bixûne 1 Korintî 7:32, 33, 38.) Gelo, çi tê hesabê ku yê azep “qenc dike”? Mesîhiyên azepra nelazim e, wekî bona hewcên mêr yan jina xwe xem bikin. Vê derecêda azaya wan zef e. Hinek ji wan dikarin xizmetêda hê zêde pêşda herin, û emirê wana hê hewas be. Mesele, ewana dikarin derbazî welatên din bin, seva ku mizgîniya xêrê bela kin. Xêncî wê yekê, ewana dikarin hê zêde wedê xwe xerc kin, wekî diha nêzîkî Yehowa bin.

2. Zewaca bi qanûnî çida kar e?

Ça zewac usa jî azepî kareke mexsûs tînin. Kitêba Pîroz dibêje, wekî “du kes ji kesekî qenctir e” (Waîz 4:9). Ev rêz îlahî bona wan Mesîhiya ye, yên ku prînsîpên Kitêba Pîroz zewaca xweda didine xebatê. Dergîstiyên ku safî dikin wekî bi qanûnî hev bistînin, soz didin, ku wê timê hevdu hiz bikin, qedirê hev bizanibin û hev qîmet kin. Lema jî ewana xwe diha bêxof texmîn dikin, ne ku yên bê qanûnî tevayî dijîn. Û him jî zewaca bi qanûnî hîmekî baş e bona xweykirin û mezinkirina zara.

3. Nihêrandina Yehowa ser zewacê çi cûreyî ye?

Çaxê Yehowa zewaca pêşin saz kir, ewî got: “Mêrê dê û bavê xwe bihêle, xwe li jina xwe bigire” (Destpêbûn 2:24). Yehowa dixwaze, wekî mêr û jin hev hiz bikin û heta sax in, hev neqetin. Ew tenê hingê dihêle ku mêr û jin hev biqetin, hergê kesek ji wan bênamûsiyê bike. Dereca usada Yehowa îzinê dide jin yan mêrê neneheq, ku xwexa safî ke lê biqete yan na a (Metta 19:9). Yehowa pirejiniyê qedexe dike (1 Tîmotêyo 3:2).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese ku çawa tu dikarî bextewar bî û dilê Yehowa şa kî, firqî tune azep î yan zewacêda nî.

4. Pêşkêşa xweye azepiyê bi bîlanî bide xebatê

Îsa azepî ça pêşkêş hesab dikir (Metta 19:11, 12). Bixûne Metta 4:23, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Îsa pêşkêşa xweye azepiyê ça dida xebatê, wekî Bavê xwera xizmet ke û alî meriva bike?

Mesîhî mîna Îsa dikarin azepiya xweda şabûnê bivînin. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Bi kîjan cûrên baş Mesîhî dikarin azepiya xwe bidine xebatê?

We zanibû?

Kitêba Pîroz konkrêt nabêje, ku meriv gerekê çend salî be, seva ku bikeve zewacê. Lê hêlan dike, wekî meriv gerekê hîviyê be, heta ku geşbûna wîye cahiltiyê derbaz be, dêmek ew wede derbaz be çaxê hestên sêksûal gelek qewî ne, çimkî ev yek dikare nerast ser safîkirina wî, hukum be (1 Korintî 7:36).

5. Bi bîlanî xwera mêr yan jinê bijbêre

Bijartina hevalzewac, safîkirineke lape ferz e. Bixûne Metta 19:4-6, 9, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima Mesîhî gerekê lez nekeve bizewice yan mêr ke?

Kitêba Pîroz dikare alî te bike, ku bizanibî çi gerekê hildî hesab, wekî hevalzewacê layîq bivînî. Lê ya lape ferz ew e, wekî hevalzewacê usa xwera bivînî, kîjan ku Yehowa hiz dike. b Bixûne 1 Korintî 7:39 û 2 Korintî 6:14, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima em gerekê tenê tevî bawermendê xwe bikevine zewacê?

  • Yehowa wê çi ser xwe texmîn ke, hergê tu tevî wî merivî bikevî zewacê, kîjan ku Yehowa hiz nake?

Hergê du heywanên ku gelek ji hev cude ne, bikine binê nîrekî, ewana herdu jî wê zef biçerçirin. Mîna wê yekê Mesîhiyê ku nebawermend distîne, wê rastî gelek çetinaya bê û biçerçire

6. Bira nihêrandina te ser zewacê mîna ya Yehowa be

Îsraêla berêda, hine mêr ji bo xwehiziyê bê menî ji jina xwe diqetiyan. Bixûne Malaxî 2:13, 14, 16, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima Yehowa hevqetandinê nefret dike?

Bênamûsî û hevqetandin gelek dilê hevalzewacê neneheq û zara dêşîne

Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke.

  • Hergê hevalzewacê te, bawermend nîne, tu çi dikarî bikî, seva ku zewaca te bextewar be?

7. Normên Yehowaye bona zewacê bide xebatê

Dibeke merivra lazim be gelek ser xwe bixebite, wekî normên Yehowaye bona zewacê bide xebatê. c Yehowa wan meriva kerem dike, yên ku bona vê yekê qewatê didine xebatê. Vêxe VÎDÊO.

Bixûne Îbranî 13:4, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Bi texmîna te, normên Yehowaye derheqa zewacê bi bîlanî ne? Çira tu usa difikirî?

Yehowa dewa dike, wekî Mesîhî zewaca xwe û usa jî hevqetandinê li gora qanûna dewletê destûr kin. Bixûne Tîto 3:1, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hergê tu zewicî yî, tu sed selefî bawer î, wekî zewaca te bi qanûnê destûrkirî ye?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Çira gerekê bi qanûnî bikevine zewacê, hergê dikarin usa jî tevayî bijîn?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Çawa ji azepiyê usa jî ji zewacê, em dikarin şabûn û lezetê bistînin, hergê herdu derecada jî qirara Yehowa bînin sêrî, çimkî ew pêşkêşên ji Xwedê ne.

Wekilandin

  • Çawa meriv dikare azepiya xwe bi bîlanî bide xebatê?

  • Çira Kitêba Pîroz dibêje, wekî tenê tevî bawermendê xwe bikevine zewacê?

  • Tenê ji bo kîjan menî li gora Kitêba Pîroz îzin e ji hev biqetin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çi tê hesabê tenê tevî “bawermendê Xudan” bikevine zewacê?

“Pirsên Xwendevana” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2004)

Sê vîdêoyên kin binihêre, yên ku wê alî te bikin bi bîlanî safîkirinên zewacêva girêdayî bikî.

“Hazirbûna bona Zewacê” (17:05)

Pêbihese çira birak difikire, wekî Yehowa tiştên diha qîmet da wî himberî wan tişta, çi ku ewî bona Yehowa berva kir.

“Ez Bawer bûm ku Ewê Rastiyê Qebûl ke” (1:56)

Pêşiya ku meriv safî dike ji hevalzewacê xwe biqete yan başqe bijî, ew kîjan hine tişta gerekê hilde hesab?

“Hurmet kin Zewacê, çimkî Ew Sazkirina Xwedê ye” (“Birca Qerewiliyê”, Kanûna Pêşin, 2018)

a Binihêre Elametiya Zêde 4 ku derheqa başqejîtinê çi tê gotinê, hergê menî bênamûsî nîne.

b Hine kûltûrada dê-bav bona kur yan qîza xwe, xwexa hevalzewac dijbêrin. Vê derecêda, dê-bavên baş dîna xwe didin ne ku ser pera û navdengiyê, lê vê yekê, hela ew Yehowa hiz dike yan na.

c Hergê tu tevî kesekî bê zewaca qanûnî dijîyî, ser safîkirina te dimîne, tu ji wî merivî biqetî yan zewaca xwe bi qanûnî destûr kî.