Here Naverokê

Here naverokê

DERS 43

Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?

Kitêba Pîroz li ser Alkolê Çi Dibêje?

Li seranserê dinyayê, însan li ser vexwarina alkolê wek hev nafikirin. Hin kes car caran bi hevalên xwe re bi kêfxweşî alkolê vedixwin. Hin kes qet alkolê venaxwin. Hin kes jî heta serxweşbûnê alkolê vedixwin. Gelo Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?

1. Gelo Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe dike?

Na, Kitêba Pîroz vexwarina alkolê qedexe nake. Kitêba Pîroz dibêje ku Xwedê gelek tiştên xweş dane me. Yek ji wan jî ev e: “Şeraba ku dilê mirov şa dike” (Zebûr 104:14, 15). Di Kitêba Pîroz de tê gotin ku hin jin û mêrên dilsoz jî alkol vedixwar (1. Tîmotêyos 5:23).

2. Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê kîjan şîretan dide?

Yehowa vexwarina zêde ya alkolê û serxweşiyê qedexe dike (Galatî 5:21). Kitêba Pîroz dibêje: “Bi yên ku xemra zêde vedixwin … hevaltiyê meke” (Methelokên Silêman 23:20). Eger em bi tena serê xwe jî alkolê vexwin, gerek em hay jê hebin ku çi qas vedixwin. Yanî, gerek em ew qas alkolê venexwin ku em nikaribin bi zelalî bifikirin yan gotin û kirinên xwe kontrol bikin. Wekî din, gerek em zerarê nedin siheta xwe. Eger em nikaribin vexwarina alkolê kontrol bikin, gerek em bi temamî dev jê berdin.

3. Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?

Her kes gerek xwe bi xwe qerarê bide ka ew alkolê vexwe yan na. Gerek em kesekî ku bi maqûlî alkolê vedixwe mehkûm nekin û gerek em zorê nedin tu kesî ku ew alkolê vexwe (Romayî 14:10). Eger wijdanê kesekî din ji vexwarina alkolê aciz bibe, emê hazir bin ku li ber wî alkolê venexwin (Romayî 14:21 bixwîne). “Bila her kes ne li qenciya xwe, lê belê li qenciya yên din bigere” (1. Korîntî 10:23, 24 bixwîne).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin alî me bikin ku em qerarê bidin, ka em alkolê vexwin yan na? Gelo em dikarin çi qas alkolê vexwin? Eger tu derdê alkolê dikişînî, gelo tu çawa dikarî jê xelas bibî?

4. Alkolê vexwim yan venexwim?

Gelo Îsa Mesîh li ser vexwarina alkolê çi difikirî? Ka bala xwe bide mucîzeya wî ya pêşîn. Yûhena 2:1-11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Îsa Mesîh li ser alkolê û li ser kesên ku alkol vedixwar, çi difikirî? Em ji vê mucîzeyê çi dielimin?

  • Wek ku me dît, Îsa Mesîh vexwarina alkolê qedexe nedikir. Gerek Mesîhiyên rast li ser kesên ku alkolê vedixwin, çawa bifikirin?

Erê rast e, xizmetkarên Xwedê dikarin alkolê vexwin, lê ev nayê maneya ku ev her tim qerareke baş e. Methelokên Silêman 22:3 bixwîne û bifikire ka teyê di van hal û rewşan de alkol vexwara yan na:

  • Tu erebeyekê dajoyî yan li ser makîneyekê kar dikî.

  • Tu ducanî yî.

  • Doktor dibêje ku gerek tu alkolê venexwî.

  • Vexwarina alkolê bûye belaya serê te.

  • Qanûna dewletê vexwarina alkolê qedexe dike.

  • Kesekî ku berê derdê alkolê dikişand, qerar daye ku qet alkolê venexwe. Rojekê tu pê re wext derbas dikî.

Gelo em dikarin di dawet yan di kêf û şahiyan de alkolê îkram bikin? Çi dikare alî te bike ku tu qerareke baş bidî? VÎDEOYÊ vêxe.

Romayî 13:13 û 1. Korîntî 10:31, 32 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev gotin çawa dikarin alî te bikin ku tu bi qerarên xwe dilê Yehowa şa bikî?

Vexwarin yan venexwarina alkolê qerareke şexsî ye. Kesekî ku carinan alkolê vedixwe jî, belkî qerarê dide ku carinan alkolê venexwe

5. Ez çi qas alkolê vexwim?

Yê ku dixwaze alkolê vexwe, bila vê yekê ji bîr neke: Yehowa îznê dide me ku em alkolê vexwin, lê ew vexwarina zêde qedexe dike. Gelo çima? Hoşeya 4:11, 18 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Wexta ku kesek zêde alkolê vexwe, çi dikare biqewime?

Çi dikare alî me bike ku em zêde alkolê venexwin? Gerek em bi hedê xwe bizanin û jê derbas nebin. Methelokên Silêman 11:2 bixwîne a û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima baş e ku em di wexta vexwarina alkolê de ji xwe re sînorekî maqûl deynin?

6. Tu dikarî ji derdê alkolê xelas bibî

Çi alî zilamekî kir ku ew ji derdê alkolê xelas bibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Di vê vîdeoyê de, vexwarina alkolê li ser Dimîtrî çawa tesîr dikir?

  • Gelo wî dikaribû zû dev ji vexwarina alkolê berde?

  • Gelo çi alî wî kir ku ew dev ji vexwarina alkolê berde?

1. Korîntî 6:10, 11 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Serxweşî çima derdekî giran e?

  • Ev ayet çawa nîşan dide ku kesek dikare dev ji vexwarina alkolê berde?

Meta 18:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Bi vê mesela jêkirina dest, Îsa Mesîh dixwest bigota, ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em fedakariyê bikin. Eger tu hewl didî ku dev ji alkolê berdî, tu dikarî çi bikî? b

1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger hevalên te pir alkolê vedixwin, ew dikarin li ser te çawa tesîr bikin?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Ma vexwarina alkolê ne guneh e?”

  • Teyê çawa cewab bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Alkol tiştekî xweş e ku Yehowa daye me, lê ew vexwarina zêde û serxweşiyê qedexe dike.

Tu çi elimî?

  • Kitêba Pîroz li ser vexwarina alkolê çi dibêje?

  • Vexwarina zêde ya alkolê çima bizerar e?

  • Em çawa dikarin di meseleya alkolê de qedrê kesên din bigirin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Keç û xort çawa dikarin li ser alkolê qerarên baş bidin?

Pêşî Bifikire, Paşê Vexwe (2:31)

Kîjan gav dikarin alî te bikin ku tu ji derdê alkolê xelas bibî?

“Alkolê bi Awayekî Maqûl Vexwe” (Birca Çavdêriyê, 1 Çile 2010)

Kitêba Pîroz li ser hildan û lihevdana qedehan çi dibêje?

“Pirsên Xwendevanan” (Birca Çavdêriyê, 15 Sibat 2007)

Di meqaleya “Ez Bîdoneke Bêbinî Bûm” de bixwîne ku zilamekî çawa dev ji vexwarina zêde ya alkolê berda.

“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Gulan 2012)

a NWT wisa dibêje: “Gava xwebawerî zêde dibe, bêrûmetî li dû tê, lê kesên ku bi hedê xwe dizanin, hîkmet bi wan re ye.”

b Eger kesek derdê alkolê dikişîne, belkî alîkariya kesên zana ji wî re lazim e. Gelek doktor dibêjin, bila kesên ku derdê alkolê dikişînin bi temamî dev jê berdin.