Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 43

Nihêrandina Mesîhiya ser Îçkê Gerekê Çi Cûreyî be?

Nihêrandina Mesîhiya ser Îçkê Gerekê Çi Cûreyî be?

Temamiya dinyayêda nihêrandina meriya ser îçkê cûre-cûre ye. Mesele, hine meriv safî dikin car-cara vexwin çaxê tevî hevalên xwe top dibin. Hinek safî dikin qe venexwin. Hene yên usa jî, ku haqas vedixwin heta serxweş dibin. Lê Kitêba Pîroz derheqa îçkê çi dibêje?

1. Gelo îçkevexwarin xirab e?

Kitêba Pîroz îçkêvexwarinê qedexe nake. Lê dewsê ew dibêje, wekî ji gelek pêşkêşên baş, kîjan ku Xwedê daye me, yek şerav e, “ku şa dike dilê însên” (Zebûr 104:14, 15). Him jî Kitêba Pîrozda tê gotinê, wekî hine kulfet û mêrên amin jî, îçke vedixwarin (1 Tîmotêyo 5:23).

2. Kitêba Pîroz çi şîretê dide wan meriya, yên ku îçkê vedixwin?

Yehowa qedexe dike, ku zef îçkê vexwin û serxweş bin (Galatî 5:21). Xebera wîda tê gotinê: “Neçe nava vexwarîya” (Metelok 23:20). Lema jî çaxê em safî dikin vexwin, firqî tune em tenê ne yan tevî meriya ne, yeke gerekê em haqas venexwin, ku ziyanê bidine sihet-qewata xwe, xeberdan û kirên xwe kontrol nekin û nikaribin zelal bifikirin. Hergê em nikarin kontrol kin, ku çiqas îçke vexwin, wê baş be qe venexwin.

3. Em ça dikarin qedirê safîkirina meriya hindava îçkêda, bigirin?

Her kes gerekê xwexa safî ke, îçkê vexwe yan na. Em gerekê sûcdar nekin wî merivî, yê ku hindikî vedixwe, û ne jî gerekê zorê bidine kesekî, yê ku naxwaze vexwe (Romayî 14:10). Hergê îçkevexwarina me dikare merivara bibe problêm, hingê em safî dikin venexwin (Bixûne Romayî 14:21.) Usa em evê temiyê tînin sêrî: “Nebe ku yek kara xwe bigere, lê ya hevalê xwe” (Bixûne 1 Korintî 10:23, 24.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese derheqa hine prînsîpên Kitêba Pîroz, kîjan ku wê alî te bikin, wekî safî kî îçkê vexwî yan na, û çiqas vexwî. Usa jî pêbihese, ku tu çi dikarî bikî, hergê tera çetin e terka îçkê bidî.

4. Safî ke, îçkê vexwî yan na

Nihêrandina Îsa ser îçkevexwarinê çi cûreyî bû? Seva ku caba vê pirsê bistînî, pêbihese derheqa keremeta Îsaye pêşin. Bixûne Yûhenna 2:1-11, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ji vê keremetê em çi dikarin hîn bin derheqa nihêrandina Îsa ser îçkevexwarinê û ser wan, yên ku îçkê vedixwin?

  • Hergê Îsa îçkevexwarin sûcdar nedikir, dêmek Mesîhî çawa gerekê binihêre ser wî merivî, yê ku îçkê vedixwe?

Rast e azaya Mesîhiya heye ku îçkê vexwin, lê ev nayê hesabê, ku ev yek timê kar e. Bixûne Metelok 22:3, û paşê şêwir ke, ku çawa ev derecên ku jêrê hatine dayînê, dikarin ser safîkirina te derheqa îçkevexwarinê hukum bin:

  • Tu gerekê erebê bajoyî yan ser makînê bixebitî.

  • Tu hemle yî.

  • Doxdir şîretê dide te, wekî îçkê venexwî.

  • Tera çetin e kontrol kî, ku çiqas îçke vexwî.

  • Qanûn îzinê nade, wekî îçkê vexwî.

  • Tu tevî wî merivî yî, yê ku xwe ji îçkê dûr digire, çimkî ew berê îçkêva grêdayî bû û nikaribû lê biqetiya.

Gelo tu dikarî ser dewata yan jî ser wedederbazkirinên biçûk, îçkê daynî ser sifrê? Seva ku pêbihesî ça safîkirinê bikî, vêxe VÎDÊO.

Bixûne Romayî 13:13 û 1 Korintî 10:31, 32. Paşî xwendina rêza, evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa ev prînsîp dikare alî te bike, ku safîkirina usa bikî, wekî dilê Yehowa xweş bê?

Her Mesîhî xwexa safî dike îçkê vexwe yan na. Hergê ew carna vedixwe, dibeke carna jî ew safî ke venexwe

5. Safî ke çiqas îçke vexwî

Hergê tu safî dikî îçkê vexwî, bîr neke ku Yehowa serxweşbûnê qedexe dike. Çima? Bixûne Hoseya 4:11, 18, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi dikare biqewime, hergê bende gelekî vexwe?

Çi dikare alî me bike, wekî gelekî venexwin? Em gerekê xwe qure nekin û sînorên xwe bizanibin. Bixûne Metelok 11:2, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima baş e xwera sînora daynî, ku çiqas vexwî?

6. Nêtê dayne ku gelek venexwî

Pêbihese, ku çi alî merivekî kir, wekî terka îçkê bide. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke.

  • Îçke ça ser rabûn-rûniştina Dmîtrî hukum bû?

  • Ewî karibû derbêra terka îçkê bida?

  • Axiriyêda ewî ça karibû terka îçkê bide?

Bixûne 1 Korintî 6:10, 11, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Serxweşbûn çiqas xof e?

  • Çi dide kifşê, wekî merivê ku timê serxweş dibe, dêmek gelek vedixwe, dikare bê guhastinê?

Bixûne Metta 5:30, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Mesela jêkirina dest dide kifşê, wekî lazim e tiştekî qurban kin, seva dilê Yehowa şa kin. Tu çi dikarî bikî, hergê tera çetin e terka îçkê bidî? a

Bixûne 1 Korintî 15:33, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hevalên te ça dikarin ser vê yekê hukum kin, ku tu çiqasî vexwî?

DIBEKE HINE MERIV PIRSEKE USA BIDIN: “Gelo îçkevexwarin xirab e?”

  • Tuyê ça caba xwe bidî?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze wekî em ji îçkê şabûnê bistînin, lê ew qedexe dike serxweşbûnê û vexwarina bê kontrol.

Wekilandin

  • Kitêba Pîroz derheqa îçkê çi dibêje?

  • Vexwarina zêde çida xof e?

  • Em çawa dikarin qedirê safîkirina meriya bigirin, kîjan ku vexwarina îçkêva girêdayî ye?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Cahil çawa dikarin derheqa îçkê bi bîlanî safîkirina bikin?

“Pêşiya ku Vexwî Bifikire” (2:31)

Pêbihese, wekî tu çi dikarî bikî, ku problêmên îçkevexwarinêva girêdayî safî kî.

“Nebine Dîlê Îçkê” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Çileyê, 2010)

Ji vê serhatiyê “Min Bê Hemdê Xwe Îçke Vedixwar” pêbihese, ku çawa merivekî karibû terka îçkê bide.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Gulanê, 2012)

a Ewên ku îçkêva hatine girêdanê, dibeke wanara alîkariya doxdira lazim be. Gelek doxdir dibêjin, wekî merivê ku nikare vexwarinêda xwe kontrol ke, gerekê qe îçkê venexwe.