Here Naverokê

Here naverokê

DERS 45

Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî Be

Di Meseleyên vê Dinyayê de Bêalî Be

Îsa Mesîh dielimand ku gerek şagirtên wî nebin qismekî vê dinyayê. Wî ji wan re gotibû: “Hûn ne ji dinyayê ne” (Yûhenna 15:19). Ev yek tê maneya ku gerek em ji hêla siyasetê ve bêalî bin û tev li şeran nebin. Lê bi rastî jî, ev yek carinan ne hêsan e. Ji ber ku em bêalî û bêteref in, kesên din carinan henekên xwe bi me dikin. Gelo em çawa dikarin di meseleyên vê dinyayê de bêalî bin û bi dilsozî li aliyê Yehowa Xwedê cih bigirin?

1. Mesîhiyên rast li ser hukûmetên dinyayê çi difikirin?

Mesîhiyên rast qedrê hukûmetan digirin. Wek ku Îsa Mesîh gotibû, gerek em “tiştên Qeyser bidin Qeyser”. Yanî, em guh didin qanûnên dewletê, mesela em bacê didin (Marqos 12:17). Kitêba Pîroz dielimîne ku hukûmetên dinyayê bi îzna Yehowa hukim dajon (Romayî 13:1). Em ji vê fehm dikin ku hukûmetên dinyayê xwediyê desthilatiyeke nispî yan bisînor in, yanî desthilatiya Xwedê ji ya wan mezintir e. Em bawer dikin ku tenê Xwedayê me dikare bi destê Padîşahiya xwe ya ezmanî hemû derdên însanan safî bike.

2. Em çawa dikarin nîşan bidin ku em di meseleyên vê dinyayê de bêalî ne?

Wek Îsa Mesîh, em jî tev li siyasetê nabin. Gava însanan ji mucîzeyên Îsa Mesîh yek dît, wan xwest ku wî bikin Padîşahê xwe, lê Îsa Mesîh ev yek red kir (Yûhenna 6:15). Gelo çima? Çimkî wî gotibû: “Padîşahiya min ne ji vê dinyayê ye” (Yûhenna 18:36). Wek şagirtên Îsa Mesîh, em di gelek hal û rewşan de bêalî dimînin. Mesela, em tev li şer û cengan nabin (Mîka 4:3 bixwîne). Em qedrê nîşanên welatî, yên wek al û beyraqê, digirin; lê em bejna xwe li ber wan natewînin, çimkî ev awayekî îbadetê ye (1. Yûhenna 5:21). Û em aliyê partiyên siyasî yan siyasetvanan nagirin û li dijî wan jî nînin. Eger em di van meseleyan û meseleyên din de jî bêalî bimînin, emê nîşan bidin ku em ji hukûmeta Xwedê, yanî ji Padîşahiya wî re, bi temamî dilsoz in.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? Ji bo ku Yehowa ji me razî be, gerek em di van meseleyan de çawa hereket bikin?

3. Mesîhiyên rast bêalî ne

Îsa Mesîh û şagirtên wî nîşan da ku bêalîbûn tê çi maneyê. Romayî 13:1, 5-7 û 1. Petrûs 2:13, 14 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima gerek em qedrê hukûmetên dinyayê bigirin?

  • Em çawa dikarin nîşan bidin ku em bi ya hukûmetan dikin?

Wexta ku şer û herb çêdibin, hin dewlet dibêjin ku ew bêalî ne, lê dîsa jî ew piştgiriya her du aliyan dikin. Lê bêalîbûna rastîn çi ye? Yûhenna 17:16 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Bêalîbûn tê çi maneyê?

Eger hukûmet tiştekî ku ne li gor qanûnên Xwedê ye ji me bixwaze, gerek em çawa hereket bikin? Karên Şandiyan 5:28, 29 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Eger qanûneke însanan li dijî qanûneke Xwedê be, gerek em guh bidin kê?

  • Tu çi difikirî, Mesîhiyên rast di kîjan hal û rewşan de nikarin guh bidin hukûmetên dinyayê?

4. Di fikir û kirinên xwe de bêalî be

1. Yûhenna 5:21 bixwîne. Paşê, VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Birayê me Ayenge çima qerar da ku tev li partiyên siyasî yan merasîmên welatî, yên wek silavdana al û beyraqê, nebe?

  • Tu li ser qerara wî çi difikirî?

Di kîjan hal û rewşên din de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî di wexta lîstikên taximên welatî de bêalî bimînî?

  • Eger tesîra qerarên siyasî li ser me hebe, em çawa dikarin bêalî bimînin?

  • Xeber yan jî hevalên me dikarin li ser bêalîbûna me çawa tesîr bikin?

Gerek xizmetkarekî Xwedê di kîjan rewşan de di fikir û kirinên xwe de bêalî bimîne?

BELKÎ KESEK JI TE BIPIRSE: “Çima tu destekê nadî partiyeke siyasî?”

  • Teyê çawa cewab bidaya?

BI ÇEND GOTINAN

Xizmetkarên Xwedê pir xîret dikin ku ji hêla siyasî ve di fikir, gotin û kirinên xwe de bêalî bin.

Tu çi elimî?

  • Em ji kîjan aliyan ve deyndarên hukûmetên dinyayê ne?

  • Çima em ji hêla siyasî ve bêalî dimînin?

  • Di kîjan hal û rewşan de belkî ji bo me zehmet e ku em bêalî bimînin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ji bo ku em bêalî bimînin, gerek em carinan kîjan fedakariyan bikin?

Yehowa Em Tu Caran bi Tenê Nehiştine (3:14)

Malbat çawa dikarin haziriya xwe bikin ku ew bêalî bimînin?

Di Merasîmên Umûmî de Bêalî Bimîne (4:25)

Hin kes dibêjin ku parastina welat şeref û rûmeta herî mezin e. Ma ev bi rastî wisa ye?

“Li ba Xwedê Her Tişt Dibe” (5:19)

Gava tu li ser karê xwe qeraran didî, tu çawa dikarî nîşan bidî ku tu ne qismekî vê dinyayê yî?

“Her Kes wê Barê Xwe Hilgire” (Birca Çavdêriyê, 15 Adar 2006)