Here Naverokê

Here naverokê

DERS 46

Çima Gerek Em Jiyana Xwe Bidin Destê Yehowa û Bin Av Bibin?

Çima Gerek Em Jiyana Xwe Bidin Destê Yehowa û Bin Av Bibin?

Gava tu sonda xwedayînê bixwî, tuyê di duayeke şexsî de soz bidî Yehowa ku tu dixwazî tenê ji wî re îbadetê bikî û tim li ser rêya wî bimeşî (Zebûr 40:8). Dû re, tu dikarî bin av bibî. Bi vî awayî, her kes wê bibîne ku te jiyana xwe daye destê Yehowa. Ji nav hemû qerarên ku em didin, qerara sonda xwedayînê ya herî muhîm e. Gelo çi dikare dilê te xurt bike ku tu vê qerara herî muhîm bidî?

1. Çi dikare dilê te xurt bike ku tu sonda xwedayînê bixwî?

Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em jiyana xwe teslîmî destê wî dikin (1. Yûhenna 4:10, 19). Kitêba Pîroz ji me re dibêje: “Ji Xudan Xwedayê xwe bi hemû dilê xwe, bi hemû canê xwe, bi hemû fêmdariya xwe û bi hemû hêza xwe hez bike” (Marqos 12:30). Em hezkirina xwe ya ji Xwedê re ne tenê bi gotinên xwe, lê bi kirinên xwe jî nîşan didin. Çawa ku hezkirina di navbera qîz û xortekî de dilê wan xurt dike ku ew bi hev re bizewicin, bi eynî awayî hezkirina me ya ji Yehowa re jî dilê me xurt dike ku em jiyana xwe bidin destê wî û bin av bibin.

2. Yehowa kîjan bereketan dide Şahidên xwe yên binavbûyî?

Bi binavbûna xwe, tuyê bibî ferdekî malbata Yehowa. Hingê tuyê dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikî û her û her bibînî ku ew ji te çi qas hez dike (Maleyaxî 3:16-18 bixwîne). Bi rastî Yehowa wê ji te re bibe Bav. Di ser de jî, li seranserê dinyayê xwişk û birayên te wê hebin, ew ji Yehowa û ji te hez dikin (Marqos 10:29, 30 bixwîne). Îcar berî ku tu bin av bibî, gerek tu kîjan gavan bavêjî? Gerek tu Yehowa nas bikî, ji wî hez bikî, û îmana xwe bi Kurê wî bînî. Taliya talî, gerek tu jiyana xwe bidî destê Yehowa. Eger tu van gavan bavêjî û dû re bin av bibî, tuyê bikevî ser rêya jiyana bêdawî. Erê, tu dikarî hem niha hem jî heta bi hetayê dilşad bî. Kitêba Pîroz dibêje: ‘Imad [binavbûn] … îro we xelas dike’ (1. Petrûs 3:21).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Çima ew qas muhîm e ku tu jiyana xwe bidî destê Yehowa û bin av bibî?

3. Gerek em gişt qerarê bidin ka em ji kê re xizmetê bikin

Di zemanê Îsraêla berê de, hin kes difikirîn ku ew dikarin hem ji Yehowa re û hem jî ji îlahê sexte Baal re îbadetê bikin. Lê Yehowa pêxemberê xwe Êlyas şand ku vê nêrîna şaş serrast bike. 1. Qiralan 18:21 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gerek Îsraêliyan kîjan qerar bidaya?

Wek Îsraêliyan, gerek em jî qerarê bidin ka em ji kê re xizmetê bikin. Lûqa 16:13 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima em nikarin hem ji Yehowa re û hem jî ji kesekî yan tiştekî din re îbadetê bikin?

  • Em çawa dikarin ji Yehowa re nîşan bidin ku em dixwazin jê re îbadetê bikin?

4. Hezkirina Yehowa bîne bîra xwe

Yehowa gelek tiştên giranbiha dane me. Gelo em dikarin çi bidin wî? VÎDEOYÊ vêxe.

Yehowa çawa ji te re nîşan daye ku ew ji te hez dike? Zebûr 104:14, 15 û 1. Yûhenna 4:9, 10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Tu ji bo kîjan tiştên ku Yehowa dane me şikurdar î?

  • Ev tiştên ku wî dane me li ser dilê te çawa tesîr dikin?

Gava kesek tiştekî xweş diyarî me dike, em dixwazin şikurdariya xwe ji wî re nîşan bidin. 5. Mûsa 16:17 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava tu her tiştê ku Yehowa ji bo te kiriye tînî bîra xwe, tu dixwazî çi bidî wî?

5. Sonda xwedayînê bereketan bi xwe re tîne

Gelek însan difikirin ku kesên bi nav û deng, kesên ku serkeftî bûne û kesên zengîn dilxweş in. Ma ev rast e? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Sporvan her çi qas ji topê pir hez dikir jî, wî çima dev jê berda?

  • Wî qerar da ku ne ji bo topê, lê ji bo Yehowa bijî. Tu çi difikirî, gelo wî qerareke baş da?

Berî ku Pawlosê şandî bû Mesîhî, wî dixwest di karê xwe de pir serkeftî bibûya. Wî bi mamosteyekî bi nav û deng re şerîeta Cihûyan xwendibû. Lê ji bo ku ew bibe Mesîhî, wî dev ji vê rêyê berda. Gelo ew qet ji qerara xwe poşman bû? Filîpî 3:8 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Pawlosê şandî çima hemû tiştên ku wî berê dikirin, wek “zibil” yanî çop didît?

  • Li şûna wan tiştan, wî çi bi dest xist?

  • Bi dîtina te, çi çêtir e? Eger em ji Yehowa re xizmetê bikin yan bidin pey tiştên din?

Gava ku Pawlosê şandî bû Mesîhî, wî gelek tişt feda kirin, lê tiştên ku wî bi dest xistin zêdetir bûn

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez dizanim rêya we rast e. Lê ez nikarim li ser vê rêyê herim.”

  • Bi dîtina te, çima baş e ku em jiyana xwe bidin destê Yehowa?

BI ÇEND GOTINAN

Ji ber ku em ji Yehowa hez dikin, em jiyana xwe didin destê wî û bin av dibin.

Tu çi elimî?

  • Çima Yehowa hêja ye ku em ji dil ji wî hez bikin û tenê ji wî re îbadetê bikin?

  • Yehowa kîjan bereketan dide Şahidên xwe yên binavbûyî?

  • Gelo tu dixwazî jiyana xwe bidî destê Yehowa?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Stranbêjekê û sporvanekî çima qerar da ku jiyana xwe bidin destê Yehowa?

Pirsên Ciwanan – Ez Dixwazim Bibim Çi? – Rojên Berê (6:54)

Yên ku jiyana xwe didin destê Yehowa pir dilşad in. Li vê muzîk-vîdeoyê temaşe bike.

Ez Jiyana Xwe Didim Te (4:30)

Jinek tîne zimên ku ew li ser hedefên xwe çima difikirî. Li meqaleya “Bi Salan Min Meraq Dikir, ‘Çima Em li Vir in?’” binêre.

“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2012)