Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 46

Çima Gerekê Xwe Tesmîlî Xwedê kin û Bêne Nixumandinê?

Çima Gerekê Xwe Tesmîlî Xwedê kin û Bêne Nixumandinê?

Çaxê em dixwazin xwe tesmîlî Yehowa bikin, em bi dua soz didine wî, wekî tenê wî bihebînin û jîyîna xweda qirara wî daynin ciyê pêşin (Zebûr 40:8). Paşê em têne nixumandinê. Usa em merivara didine kifşê, ku me xwe tesmîlî Yehowa kiriye. Eva emirê meda safîkirineke lape ferz e. Gelo çi me hêlan dike evê gavê bavêjin, ya ku jîyîna me pêda diguhêze.

1. Çi me hêlan dike, ku xwe tesmîlî Yehowa kin?

Hizkirina meye hindava Yehowa me hêlan dike, wekî xwe tesmîlî wî kin (1 Yûhenna 4:10, 19). Kitêba Pîrozda nivîsar e: “Xudan Xwedêyê xwe hiz bike, bi temamiya dilê xwe, bi temamiya caniya xwe, bi temamiya hişê xwe û bi temamiya qewata xwe” (Marqos 12:30). Em ne tenê bi zar-zimanê xwe hizkirina xwe hindava Xwedê didine kifşê, lê usa jî bi kirên xwe. Anegorî wê yekê, ça hizkirin du meriya hêlan dike hev bistînin, hizkirina hindava Yehowa jî me hêlan dike, wekî xwe tesmîlî wî bikin û bêne nixumandinê.

2. Yehowa çi soz dide xizmetkarên xweyî nixumandî?

Çaxê tu bêyî nixumandinê, tuyê bibî endemê malbeta Yehowaye bextewar. Paşê tuyê hemû aliyava hizkirina wî ser xwe texmîn kî û diha nêzîkî wî bî (Bixûne Malaxî 3:16-18.) Xêncî wê yekê, Yehowa dibe Bavê teyî ezmanî û tu malbeteke ruhanî qazanc dikî, kîjanêda merivên ji cûre-cûre mileta ne. Û ewana him Yehowa him jî te hiz dikin (Bixûne Marqos 10:29, 30.) Hemikî pêşiya ku bêyî nixumandinê, tu gerekê hine tişt bikî. Tu gerekê derheqa Yehowa pêbihesî, wî hiz bikî, û baweriya xwe Kurê wî bînî. Paşê îda tu dikarî jîyîna xwe tesmîlî Yehowa kî. Hergê tu wan tişta bikî û bêyî nixumandinê, tuyê heta-hetayê jîyînêra şa bî. Xebera Xwedêda tê gotinê, wekî nixumandin “we xilaz dike” (1 Petrûs 3:21).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese çima ferz e xwe tesmîlî Yehowa bikî û bêyî nixumandinê.

3. Her kes ji me gerekê safî ke kêra xizmet ke

Îsraêla berêda hine meriv difikirîn, ku dikarin him Yehowa bihebînin, him jî xudanê qelp, Bael. Lê Yehowa pêxemberê xwe Êlyas şand, wekî alî wan bike, ku nihêrandina xwe rast kin. Bixûne 1 Padşatî 18:21, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Îsraêliya kîjan bijartin gerekê bikirana?

Çawa ku Îsraêliya gerekê safî kirana kêra xizmet kin, usa jî em gerekê safîkirinê bikin. Bixûne Lûqa 16:13, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em çima nikarin him Yehowa, him jî kesekî din yan jî tiştekî bihebînin?

  • Em ça dikarin Yehowara bidine kifşê, ku me wî bijartiye?

4. Derheqa hizkirina Yehowa bifikire

Yehowa gelek pêşkêşên qîmet daye me. Lê gelo em çi dikarin bidine wî? Vêxe VÎDÊO.

Yehowa çi cûreyî hizkirina xwe hindava teda dide kifşê? Bixûne Zebûr 104:14, 15 û 1 Yûhenna 4:9, 10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu îlahî seva kîjan pêşkêşa ji Yehowa razî yî?

  • Ev pêşkêş tera derheqa Yehowa çi eyan dikin?

Çaxê em pêşkêşeke ku gelek me xweş tê, distînin, em dixwazin razîbûna xwe wî merivîra bidine kifşê, yê ku ev pêşkêş daye me. Bixûne Qanûna Ducarî 16:17, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çaxê tu derheqa her tiştên ku Yehowa bona te kiriye, difikirî, hingê tu hêlan dibî çi bidî Yehowa?

5. Tesmîlbûyîn gelek kerema tîne

Gelek meriv bawer dikin, wekî navdarî, xebata baş yan jî pere meriva bextewar dikin. Gelo ev yek rast e? Vêxe VÎDÊO û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çawa ji vîdêoyê hate kifşê, çima fûtbolçî terka kariyêra xweye hizkirî da?

  • Ewî safî kir xwe tesmîlî Yehowa bike, ne ku tesmîlî fûtbolê. Bi texmîna te safîkirina wî rast bû? Çima usa difikirî?

Pawlosê şandî pêşiya ku bibûya Mesîhî, her tişt dikir ku pêşda here û bibe yekî navdar. Ew cem mamostekî nav û deng qanûna Cihûya hîn dibû. Lê seva ku Pawlos bibûya Mesîhî, terka vê yekê da. Gelo ew paşê bona safîkirina xwe qe poşman bû? Bixûne Fîlîpî 3:8, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima Pawlos kirên xweye berê, ça “gemar hesab” kir?

  • Ewî dewsê çi qazanç kir?

  • Tu ça dikarî xizmetkirina Yehowa beramberî wan tişta bikî, çi ku te pişt xweva hîştiye?

Çaxê Pawlos bû Mesîhî, ewî diha gelek tişt qazanc kir, ne ku unda kir

HINE MERIV DIBÊJIN: “Eseyî nîne jîyîna xwe tesmîlî Xwedê kin.”

  • Bi texmîna te aqilayî ye, ku bende xwe tesmîlî Yehowa ke?

TEMAMKIRIN

Hizkirin me hêlan dike xwe tesmîlî Yehowa kin û bêne nixumandinê.

Wekilandin

  • Çima Yehowa hêja ye, ku em wî hiz kin û bihebînin?

  • Yehowa xizmetkarên xweyî nixumandî çawa xelat dike?

  • Tu dixwazî xwe tesmîlî Yehowa kî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese, ku çima sazbendekê û sportsmênekî safî kirin xwe tesmîlî Yehowa kin.

“Pirsên Cahila, Jîyîna Xwe Tesmîlî Çi Bikim?; Jîyîna Berê” (6:54)

Şêwir ke meniyên zêde, ku çima gerekê xwe tesmîlî Yehowa kin.

“Çira Gerekê Emirê Xwe Tesmîlî Yehowa kin?” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Çileyê, 2010)

Vê vîdêo-miqamêda dîna xwe bide şabûna wan meriya, yên ku xwe tesmîlî Yehowa kirine.

“Ez Emirê Xwe Tesmîlî Te Dikim” (4:30)

Vê serhatiyêda: “Ez bi Sala Derheqa Nêta Emir Difikirîm”, dîna xwe bidê, çi kulfetekê hêlan kir wekî bifikire, ku çi bona wê diha ferz e.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2012)