Here Naverokê

Here naverokê

DERS 48

Ji Xwe re Dost û Hevalên Baş Bibîne

Ji Xwe re Dost û Hevalên Baş Bibîne

Dostên baş di rojên xweş de dilê me şa dikin û di rojên teng de qewetê didin me. Lê Kitêba Pîroz ji me re dibêje ku gerek em bi her kesî re dostaniyê nekin. Gelo em çawa dikarin ji xwe re dost û hevalên baş bibînin?

1. Dost û hevalên me dikarin li ser me çawa tesîr bikin?

Bi zeman re, em dibin wek kesên ku em wexta xwe bi wan re derbas dikin. Kesên ku em rû bi rû yan di Înternetê de wexta xwe bi wan re derbas dikin, dikarin tesîreke baş yan xerab li ser me bihêlin. Kitêba Pîroz dibêje: “Kesê bi şehrezayan re digere şehreza dibe, lê hevalê bêaqilan [kesên ku ji Yehowa hez nakin] xesarê dibîne” (Methelokên Silêman 13:20, Mizgînî). Hevalên ku ji Yehowa hez dikin û jê re îbadetê dikin dikarin alî me bikin ku em nêzîkî wî bimînin û qerarên baş bidin. Lê hevalên ku ji Yehowa hez nakin dikarin bibin sebeb ku em ji Yehowa dûr bikevin. Ji ber vê yekê, Kitêba Pîroz dilê me xurt dike ku em ji xwe re dost û hevalên baş bibînin! Eger em bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re dostaniyê bikin, ev yek wê ji bo me û ji bo wan jî baştir be. Bi vî awayî, em dikarin “di ber dilê hev de werin û hevdû ava bikin” (1. Selanîkî 5:11).

2. Gelo Yehowa ji dost û hevalên me razî ye?

Yehowa bi her kesî re dostaniyê nake. “Hevaltiya wî bi rastan re ye” (Methelokên Silêman 3:32). Gerek em jî bi her kesî re dostaniyê nekin. Eger em bi kesên ku ji Yehowa hez nakin re dostaniyê bikin, emê dilê wî bişikînin (Aqûb 4:4 bixwîne). Lê eger em xwe ji dost û hevalên xerab dûr bigirin û bi kesên ku ji Yehowa hez dikin re dostaniyê bikin, emê dilê wî xweş bikin, û ewê me wek dostên xwe qebûl bike (Zebûr 15:1-4).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Çima muhîm e ku em ji xwe re dost û hevalên baş bibînin? Gelo em çawa dikarin dostaniyên baş ava bikin?

3. Xwe ji hevalên xerab dûr bigire

Kesên ku ji Xwedê û ji qanûnên wî hez nakin ji bo me hevalên xerab in. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gelo em çawa dikarin bi nezanî bibin hevalên kesên xerab?

1. Korîntî 15:33 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gerek em bi kê re hevaltiyê nekin, û çima?

Zebûr 119:63 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Em çawa dikarin fehm bikin ka kesek hevalekî baş e yan na?

Sêveke xerabûyî dikare hemû sêvan xera bike. Hevalên xerab dikarin li ser te çawa tesîr bikin?

4. Kesên ku ne wek me ne dikarin bibin dostên baş

Kitêba Pîroz behsa dostaniya Dawid û Yonatan dike. Ew bi emir û rewşa xwe ji hev cuda bûn. Lê ew dîsa jî bûbûn destbirakên hev. 1. Samûyêl 18:1 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima ne hewce ye ku em û dostên xwe di eynî emrî û di eynî rewşê de bin?

Romayî 1:11, 12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Dostên ku ji Yehowa hez dikin çawa dikarin dilê hevdû ava bikin?

Di vê vîdeoyê de, ka binêre ku birayekî ciwan ji xwe re li ku derê dostên baş dibîne. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Dê û bavê Akîl çima li ser hevalên wî yên li mektebê xem dixwar?

  • Di serî de, çima kêfa wî ji wan hevalan re hat?

  • Wî ji bo ku bêheval nemîne çi kir?

5. Em çawa dikarin dostaniyên baş ava bikin?

Tu dikarî ji xwe re dostên baş bibînî û bi xwe jî bibî dostekî baş. VÎDEOYÊ vêxe.

Methelokên Silêman 18:24 û 27:17 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Dostên baş çawa alî hevdû dikin?

  • Gelo dostên te yên baş hene? Eger tune bin, tu çawa dikarî ji xwe re dostên baş bibînî?

Filîpî 2:4 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji bo ku tu ji xwe re dostên baş bibînî, gerek tu bi xwe jî bibî dostekî baş. Gelo tu çawa dikarî bibî dostekî baş?

Ji bo ku tu ji xwe re dostên baş bibînî, gerek tu bi xwe bibî dostekî baş

HINEK WISA DIBÊJIN: “Dîn û îman tiştek e, dostanî tiştekî din e.”

  • Teyê çi bigota?

BI ÇEND GOTINAN

Gava em ji xwe re dostên baş dibînin, em dilê Yehowa xweş dikin. Dostên baş jiyana me dixemilînin.

Tu çi elimî?

  • Yehowa çima bala xwe didê ku em bi kê re dostaniyê dikin?

  • Gerek em bi kê re hevaltiyê nekin?

  • Em çawa dikarin bi însanên baş re dostaniyên baş ava bikin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Gerek em li ser hevalên di Înternetê de çi bizanibin?

Di Înternetê de Hay ji Xwe Hebe (4:12)

Zilamek tîne zimên ku ew çima li hevalên nû digeriya. Bala xwe bide meqaleya “Xwezî Bavekî Min Hebûya”.

“Kitêba Pîroz Jiyanê Diguherîne” (Birca Çavdêriyê, 1 Nîsan 2012)