Here Naverokê

Here naverokê

DERS 49

Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?

Jin û Mêr Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?

Bûk û zava dixwazin ku kêf û şahiya daweta wan heta bi hetayê dewam bike. Gelo ev yek mumkin e? Xizmetkarên Xwedê yên ku bi gelek salan bi hev re zewicî ne û li gor şîretên Kitêba Pîroz dimeşin, dibêjin erê ev yek mumkin e.

1. Kitêba Pîroz çi şîretê dide mêran?

Yehowa mêr kiriye serê malê (Efesî 5:23 bixwîne). Ew dixwaze ku mêr ji bo malbata xwe qerarên baş bide. Kitêba Pîroz vê şîretê dide mêran: “Ji jina xwe hez bike” (Efesî 5:25). Maneya vê çi yê? Mêrekî dilovan hem li malê hem li derve ji jina xwe re qenc e. Ew saxî û selametiya jina xwe diparêze, dilê wê xweş dike û çi ji wê re lazim be jî dide wê (1. Tîmotêyos 5:8). Ya herî muhîm jî ev e: Mêr alî jina xwe dike ku dostaniya wê ya bi Yehowa re xurt bimîne (Metta 4:4). Mesela, ew bi jina xwe re dua dike û Kitêba Pîroz dixwîne. Mêrê ku ji dil li jina xwe xwedî derdikeve bi eslê xwe nîşan dide ku ew ji Yehowa jî hez dike (1. Petrûs 3:7 bixwîne).

2. Kitêba Pîroz çi şîretê dide jinan?

Kitêba Pîroz dibêje ku “bila jin siyaneta [qedrê] mêrê xwe bigire” (Efesî 5:33). Gelo jin çawa dikare qedrê mêrê xwe bigire? Ew dikare li ser sifetên baş ên mêrê xwe bifikire û bîne bîra xwe ku mêrê wê ji bo wê û zarokên wê çi dike. Wekî din, ew dikare piştgiriya qerarên mêrê xwe bike, jê re dilnerm be, bi zimanekî xweş pê re xeber bide û li ber kesên din pesnê wî bide. Mêrê wê ne xizmetkarê Yehowa be jî, ew eynî hurmetê dide wî.

3. Jin û mêr çawa dikarin zewaca xwe xurttir bikin?

Kitêba Pîroz li ser jin û mêrên zewicî dibêje: “Herdu jî wê bibin bedenek” (Metta 19:5). Ev gotin tê maneya ku gerek ew xîret bikin ku dilê wan ji hev sar nebe. Ji ber vê yekê, ew wexta xwe bi hev re derbas dikin û li ser dilê wan çi hebe, ji hevdû re dibêjin. Ji xeynî Yehowa, gerek tu kes yan tu tişt ji jin yan mêrê te muhîmtir nebe. Hem jin û hem jî mêr baş bala xwe didinê ku ew bi kesekî din re dostaniyeke neminasib ava nekin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin zewaca te xurttir bikin?

4. Ji jina xwe hez bike û baş lê binêre

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek mêr “wek bedena xwe, ji jina xwe hez bike” (Efesî 5:28, 29). Ev yek tê çi maneyê? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Mêr bi çi awayî dikare nîşan bide ku ew ji jina xwe hez dike?

Kolosî 3:12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Mêr çawa dikare van sifetan di zewaca xwe de bîne cih?

5. Ji mêrê xwe hez bike û qedrê wî bigire

Kitêba Pîroz dilê jinan xurt dike ku ew qedrê mêrê xwe bigirin, ferq nake ku ew ji Yehowa re xizmetê dike yan na. 1. Petrûs 3:1, 2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Eger mêrê te ne xizmetkarekî Yehowa be, bê guman hesreta dilê te ew e ku ew rojekê ji Yehowa re îbadetê bike. Tu çi difikirî? Çi çêtir e? Eger tu bi wî re her tim li ser Kitêba Pîroz xeber bidî yan jî eger tu bi rabûn û rûniştina xwe nîşan bidî ku tu hurmetê didî wî?

Jin û mêr dikarin bi hev re qerarên baş bidin. Carinan fikrên jin û mêr ne wek hev in. Wê çaxê jî jin dikare fikrên xwe bi qedir û hurmet ji mêrê xwe re bibêje. Lê gerek ew ji bîr neke ku Yehowa mesûliyeta qerarên malbatî daye mêr. Loma gerek jin xîret bike ku destekê bide qerarên mêrê xwe. Bi vî awayî, li malê rewşeke xweş çêdibe. 1. Petrûs 3:3-5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Yehowa li ser jina ku qedrê mêrê xwe digire çi difikire?

6. Problemên xwe bi hev re safî bikin

Zewaceke bê problem tune ye. Loma gerek jin û mêr problemên xwe bi hev re safî bikin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Di vê vîdeoyê de, dilê jin û mêrekî çima ji hev sar bû?

  • Çi alî wan kir ku ew dîsa nêzîkî hev bibin?

1. Korîntî 10:24 û Kolosî 3:13 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî li gor vê şîretê zewaca xwe xurttir bikî?

Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em ji hev re hurmetê nîşan bidin. Romayî 12:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima ne baş e, eger em bêjin gerek pêşîn jin yan mêrê me qedir û hurmetê nîşanî me bide?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Dilê me ji hev sar bûye.”

  • Teyê çawa zelal bikira ku Kitêba Pîroz dikare alî wan bike?

BI ÇEND GOTINAN

Eger jin û mêr ji hev hez bikin, qedrê hev bigirin û li gor pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz bimeşin, ewê jiyaneke xweş bi hev re derbas bikin.

Tu çi elimî?

  • Mêr çawa dikare jiyaneke xweş bi jina xwe re derbas bike?

  • Jin çawa dikare jiyaneke xweş bi mêrê xwe re derbas bike?

  • Gelo kîjan pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz dikarin zewaca te xurttir bikin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Bala xwe bide tewsiyeyên ji bo jiyana malbateke bextewar.

Malbata Te Dikare Dilşad Be (broşûr)

Jin û mêrên ku şîretên Kitêba Pîroz di zewaca xwe de tînin cih, bereketan distînin. Li vê muzîk-vîdeoyê temaşe bike.

Evîna Dilê Min (4:26)

Kitêba Pîroz dibêje ku zilam serê jinê ye. Ev yek çawa tê fehmkirin?

“Jinno, Çima Gerek Hûn Zilamê Xwe Wek Serê Malê Qebûl Bikin?” (Birca Çavdêriyê, 15 Gulan 2010)

Jin û Mêrekî ku Hev Berda Çawa Dîsa li hev Hatin?

Bi Alîkariya Xwedê, Me Zewaca Xwe ji Nû ve Ava Kir (5:14)