Here Naverokê

Here naverokê

DERS 50

Dê û Bav û Zarok Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?

Dê û Bav û Zarok Çawa Dikarin Jiyaneke Xweş bi Hev re Derbas Bikin?

Zarok ji Yehowa xelat in. Ew dixwaze ku dê û bav hay ji zarokên xwe hebin. Loma Yehowa şîretên baş dide wan. Ew şîretên baş dide zarokan jî. Eger zarok li gor van şîretan bimeşin, jiyana malbatê wê xweştir bibe.

1. Yehowa çi şîretê dide dê û bavan?

Yehowa dixwaze ku dê û bav ji zarokên xwe hez bikin û gelek wexta xwe bi wan re derbas bikin. Ew dixwaze ku dê û bav zarokên xwe ji tiştên xerab biparêzin yanî hîmaye bikin û wan li gor pîvan û prensîpên Kitêba Pîroz mezin bikin (Methelokên Silêman 1:8). Ew ji bavan re dibêje: “Wan [zarokên xwe] bi terbiye û şîreta Xudan perwerde bikin” (Efesî 6:4 bixwîne). Dê û bavên ku zarokên xwe li gor vê şîretê mezin dikin, dilê Yehowa xweş dikin. Yehowa naxwaze ku dê û bav mesûliyeta mezinkirina zarokan teslîmî destê kesekî din bikin.

2. Yehowa çi şîretê dide zarokan?

Yehowa ji zarokan re dibêje: “Serî li ber dê û bavê xwe deynin” (Kolosî 3:20 bixwîne). Zarokên ku guh didin dê û bavê xwe û qedrê wan digirin, ew hem dilê Yehowa û hem jî dilê dê û bavê xwe şa dikin (Methelokên Silêman 23:22-25). Zarok dikarin ji Îsa Mesîh gelek tiştan hîn bibin. Gava ew zarok bû, gelo ew yekî çawa bû? Îsa Mesîh her çi qas yekî bêqisûr bû jî, wî guh dida dê û bavê xwe û qedrê wan digirt (Lûqa 2:51, 52).

3. Malbata te çawa dikare nêzîkî Xwedê bibe?

Hesreta dê û bavan ev e ku zarokên wan wek wan ji Yehowa pir hez bikin. Tu çawa dikarî bigihîjî vê hedefa xweş? Kitêba Pîroz dibêje: “Hûnê wan [gotinên Yehowa] ji dilê zarokên xwe re dubare bikin, çaxê hûn li mala xwe rûdinin, dimeşin, radizin û radibin, divê hûn li ser wan bipeyivin” (5. Mûsa 6:7, Mizgînî). Ji bo ku zarokên te gotinên te ji bîr nekin, gerek tu gotinên xwe gelek caran ji wan re bibêjî. Yanî gerek tu tim li fersendan bigerî ku ji zarokên xwe re behsa Yehowa bikî. A baş ew e ku tu her hefte tev zarokên xwe Kitêba Pîroz lêkolîn bikî. Eger zarokên we tune bin jî, hûn dikarin wek jin û mêr her hefte bi hev re Kitêba Pîroz lêkolîn bikin û jê feydeyê bistînin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Ji bo ku dê û bav û zarok dilxweş bin û li malê dilê her kesî rihet be, gelo her ferdekî malbatê dikare çi bike?

4. Zarokên xwe bi hezkirinê terbiye bike

Terbiyekirina zarokan carinan ne hêsan e. Kitêba Pîroz çi şîretê dide? Aqûb 1:19, 20 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gava dê û bav bi zarokên xwe re xeber didin, gelo ew çawa dikarin hezkirina xwe nîşan bidin?

  • Çima gerek dê û bav, gava ku bêhna wan teng be, zarokên xwe terbiye nekin? a

5. Zarokên xwe biparêze

Gelek dê û bav dibêjin ku eyb e ew bi zarokên xwe re li ser eleqeya cinsî xeber bidin. Lê ev ji bo parastin û hîmayeya zarokan pir muhîm e. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima hinek dê û bav dibêjin ku eyb e ew bi zarokên xwe re li ser eleqeya cinsî xeber bidin?

  • Hinek dê û bavan çawa ev mesele ji zarokên xwe re zelal kir?

Wek ku Kitêba Pîroz ji berê ve gotiye, ev dinyaya Şeytan roj bi roj xerabtir dibe. 2. Tîmotêyos 3:1, 13 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Hinek ji wan însanên xerab ên ku di ayeta 13an de derbas dibin, ji aliyê cinsî ve dest diavêjin zarokan. Ji ber vê yekê, çima muhîm e ku dê û bav bi zarokên xwe re li ser eleqeya cinsî xeber bidin û wan bielimînin ku ew çawa dikarin xwe ji kesên xerab biparêzin?

Hêjayî gotinê ye

Şahidên Yehowa li ser parastina zarokan gelek vîdeo û weşan belav kirine. Ev vîdeo û weşan alî dê û bavan dikin ku ew bi zarokên xwe re li ser eleqeya cinsî xeber bidin û wan ji kesên xerab biparêzin. Mesela, yên wek:

6. Qedrê dê û bavê xwe bigire

Gerek zarok, keç û xort di xeberdana xwe de nîşan bidin ku ew qedrê dê û bavê xwe digirin. VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Çima muhîm e ku zarok bi qedir û hurmet bi dê û bavê xwe re xeber bidin?

  • Tu çawa dikarî bi qedir û hurmet bi dê û bavê xwe re xeber bidî?

Methelokên Silêman 1:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava dê û bav şîretan didin zarokên xwe, gerek zarok çi bikin?

7. Wek malbat bi hev re ji Yehowa re îbadetê bikin

Li seranserê dinyayê malbatên Şahidên Yehowa her hefte wexta xwe wisa eyar dikin ku bi hev re Kitêba Pîroz bixwînin. Gelo ev îbadeta malbatê çawa derbas dibe? VÎDEOYÊ vêxe û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Dê û bav û zarok çawa dikarin her hefte îbadeta malbatê çêkin?

  • Dê û bav çawa dikarin îbadeta malbatê wisa derbas bikin ku zarok jê kêf û feydeyê bistînin? (Li sûretê pêşîn ê vê dersê binêre.)

  • Çima carinan ji bo we zor e ku hûn wek malbat bi hev re lêkolîn bikin?

Li Îsraêla berê, Yehowa ji malbatan dixwest ku ew bi hev re tim li ser Nivîsarên Pîroz xeber bidin. 5. Mûsa 6:6, 7 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî vê şîretê bînî cih?

Fikrên ji bo îbadeta malbatê:

  • Bi hev re haziriya civînan bikin.

  • Bi hev re serpêhatiyeke xweş a Kitêba Pîroz bixwînin û li ser wê sohbetê bikin.

  • Ji bo zarokên biçûk: Li ser jw.org ji qismê “Çalakiyên ji bo Zarokan” tiştekî daxin yan çap bikin.

  • Ji bo keç û xortan: Li ser jw.org meqaleyekê hilbijêrin û li ser wê sohbetê bikin.

  • Bi zarokên xwe re serpêhatiyeke Kitêba Pîroz temsîl bikin.

  • Bi hev re li ser jw.org li vîdeoyekê temaşe bikin û li ser wê sohbetê bikin.

HINEK WISA DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz ji bo zarokan pir giran e.”

  • Teyê çi bigota?

BI ÇEND GOTINAN

Yehowa dixwaze ku dê û bav ji zarokên xwe hez bikin, wan terbiye bikin û wan biparêzin. Ew dixwaze ku zarok guh bidin dê û bavê xwe û qedrê wan bigirin. Wekî din, ew dixwaze ku dê û bav û zarok bi malbatî ji wî re îbadetê bikin.

Tu çi elimî?

  • Dê û bav çawa dikarin zarokên xwe terbiye bikin û wan biparêzin?

  • Zarok çawa dikarin qedrê dê û bavê xwe bigirin?

  • Çima baş e ku dê û bav û zarok her hefte îbadeta malbatê çêkin?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Dê û bav çawa dikarin rêyeke baş bidin ber zarokên xwe?

“Şeş Dersên ji bo Zarokan” (Hişyar Bin! No. 2 2019)

Kitêba Pîroz çi şîretê dide kesên ku li dê û bavên xwe yên kal û pîr dinêrin?

“Kitêba Pîroz li ser Xwedîkirina Dê û Bavên Extiyar Çi Dibêje?” (Meqaleya Înternetê)

Kitêba Pîroz çawa alî zilamekî kir ku ew bibe bavekî baş?

Em ji Yehowa Elimîn ku Zarokên Xwe Çawa Mezin Bikin (5:58)

Bavek çawa dikare dostaniya xwe ya bi kurê xwe re xurttir bike?

“Bavek Çawa Dikare Bibe Hevalê Kurê Xwe?” (Birca Çavdêriyê, 1 Mijdar 2011)

a Di Kitêba Pîroz de, peyva “terbiye” tê maneya perwerdekirin, rêberîkirin yan serrastkirina kesekî. Ev peyv qet nayê maneya zilm, zordarî yan şidetê (Efesî 6:4).