Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 50

Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 2

Ça Dikarî Malbeta Xwe Bextewar kî?; Para 2

Yehowa zar ça pêşkêş daye dê-bava. Ew dixwaze, wekî ewana rind miqatî vê pêşkêşê bin. Yehowa şîretên kêrhatî dide, kîjan ku dikarin vê yekêda alî dê-bava bikin. Şîretên wî usa jî dikarin alî zara bikin, ku malbetê bextewar kin.

1. Yehowa çi şîreta dide dê-bava?

Yehowa dixwaze, wekî dê-bav zarên xwe hiz bikin û çiqas dikarin tevî wan wede derbaz kin. Xêncî wê yekê ew dixwaze, wekî dê-bav zarên xwe ji ziyanê biparêzin, usa jî şîretkirin û mezinkirina wanda prînsîpên Kitêba Pîroz bidine xebatê (Metelok 1:8). Ew temiyê dide bava, wekî “[zarên xwe] bi şîret û hînkirina Xudan mezin kin” (Bixûne Efesî 6:4.) Yehowa xweş tê gava dê-bav li gora şîretên wî, zara mezin dikin û cabdariya xwe navêjne ser kesekî din.

2. Yehowa çi şîreta dide zara?

Yehowa temiyê dide zara: “Gura dê û bavê xweda bin” (Bixûne Kolosî 3:20.) Çaxê zar qedirê dê-bavê xwe digirin û gura wanda nin, usa ewana him Yehowa, him jî dê-bavê xwe şa dikin (Metelok 23:22-25). Vê yekêda Îsayê biçûk meseleke baş hîştiye. Rast e, ew kamil bû, lê dîsa jî gura dê-bavê xweyî nekamil dikir û qedirê wan digirt (Lûqa 2:51, 52).

3. Tu ça dikarî tevî malbeta xwe diha nêzîkî Xwedê bî?

Hergê tu dê yî yan bav î, bêşik tu dixwazî wekî zarên te mîna te Yehowa hiz bikin. Tu dikarî bigihîjî vê nêtê, hergê xwe li vê yekê bigirî, çi ku Kitêba Pîroz dibêje: “Zarên xwe qenc hînî van [xeberên Yehowa] ke. Bona van xeber de, gava mala xweda rûniştî bî, yan rêda bî” (Qanûna Ducarî 6:7). “Hînî van ke” tê hesabê, çi ku hîn dikî, timê wanra biwekilînî. Çaxê tiştekî gelek car zarên xwera diwekilînî, ev yek bîra wanda dimîne. Ev rêz dide kifşê, wekî tu gerekê hergav mecala bigerî, seva ku derheqa Yehowa zarên xwera xeber dî. Wê baş be, wekî temamiya malbetê her heftiyê wede veqetîne, seva ku tevayî Kitêba Pîroz lêkolîn kin. Hergê zarên te tune ne, tuyê dîsa jî karê bistînî, hergê wede bivînî ku her heftiyê Xebera Xwedê lêkolîn kî.

KÛR LÊKOLÎN KE

Şêwir ke hine şîretên kêrhatî, yên ku wê alî hemû neferên malbetê bikin, wekî ewana xwe bêxof texmîn kin û bextewar bin.

4. Bi hizkirin zarên xwe hîn kin

Şîretkirin û mezinkirina zara dikare çetin be. Lê Kitêba Pîroz ça dikare alî te bike? Bixûne Aqûb 1:19, 20, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Dê-bav ça dikarin hizkirina xwe bidine kifşê, gava zarên xwera xeber didin?

  • Çima dê-bav çaxê hêrsketî ne, hingê gerekê zara şîret nekin? a

5. Zarên xwe biparêze

Dibeke wera çetin be derheqa sêksê tevî zarên xwe xeber din. Lê seva ku wana vê yekêda biparêzin, gelek ferz e evê têmê tevî wan şêwir kin. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima hine dê-bavara çetin dibe, ku zarên xwera derheqa sêksê xeber din?

  • Hine dê-bava çi cûreyî zarên xwera derheqa sêksê şirovekirin?

Çawa ku hatibû pêxembertîkirinê, dinya Mîrê-cina çiqas diçe, bi zulmiyê tije dibe. Bixûne 2 Tîmotêyo 3:1, 13, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Hine merivên zulm derheqa kîjana ku rêza 13-da hatibû gotinê, zorbetiyê zara dikin û wana xirab dikin. Lema jî gelek ferz e dê-bav alî zarên xwe bikin, wekî derheqa sêksê bizanibin, û usa jî wana hîn kin ku çawa xwe ji merivên usa xwey kin?

We zanibû?

Şedên Yehowa gelek haceta derdixin, yên ku alî dê-bava dikin, wekî zarên xwe derheqa sêksê rast şîret kin û wana ji merivên zorbe xwey kin. Mesele, binihêre:

6. Qedirê dê-bavê xwe bigire

Zarên biçûk û yên cahil bi cûrê xeberdana xwe dikarin qedir hindava dê-bavê xwe bidine kifşê. Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima ferz e, ku cahil tevî dê-bavê xwe bi qedir xeber de?

  • Cahil gerekê ça tevî dê-bavê xwe xeber de, ku bê kifşê wekî ew qedirê wan digire?

Bixûne Metelok 1:8, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Cahil gerekê ça xwe bide kifşê, çaxê dê-bav wî şîret dikin?

7. Tevî malbeta xwe Yehowa bihebîne

Malbetên Şedên Yehowa wede vediqetînin, ku her heftî tevî malbetên xwe bona hebandinê top bin. Çi dikeve nava vê hebandina malbetê? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çi gerekê bikin, ku her heftî Qulixkirina Tevî Malbetê Derbaz kin?

  • Dê-bav çi dikarin bikin, wekî Qulixkirina Tevî Malbetê kêrhatî û hewas derbaz be? Şiklê ewlin ya vê dersê binihêre.

  • Çi çetinayî dikare malbeta tera bibe menî, ku hûn nikaribin tevayî bona hebandinê bicivin?

Yehowa temî dabû malbetên îsraêliya, wekî ewana timê derheqa Nivîsarên Pîroz şêwir kin. Bixûne Qanûna Ducarî 6:6, 7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça dikarî evê prînsîpê bidî xebatê?

Tu ça dikarî qulixkirina tevî malbetê derbaz kî?

  • Xwe bona civata hazir kin.

  • Serhatîke ji Kitêba Pîroz bixûne û şêwir ke, kîjan ku wê malbeta te xweş bê.

  • Hergê zarên we hene, hûn dikarin ji jw.org dersên bona zara bidine kişandinê yan jî neşir kin.

  • Hergê zarên we mezin in, hûn dikarin tevî wan ser jw.org têmekê ji “Pirsên Cahila” bivînin û şêwir kin.

  • Tevî zarên xwe serhatîke Kitêba Pîroz bi cûrê dramayê hazir kin û derbaz kin.

  • Vîdêoyeke ji jw.org binihêrin û şêwir kin.

HINE MERIV DIBÊJIN: “Kitêba Pîroz gelek çetin e; zar wê nikaribin fem bikin.”

  • Tuyê çi bêjî?

TEMAMKIRIN

Yehowa dixwaze, wekî dê-bav zarên xwe hiz bikin, hîn kin û biparêzin. Ew usa jî dixwaze, wekî zar qedirê dê-bava bigirin û gura wanda bin. Lê ji malbeta dixwaze, ku ewana tevayî Wî bihebînin.

Wekilandin

  • Dê-bav ça dikarin zarên xwe hîn kin û biparêzin?

  • Zar ça dikarin hindava dê-bavê xwe qedir bidine kifşê?

  • Kara vê yekê çi ye, çaxê malbet wede vediqetîne, seva ku her heftî tevayî Yehowa bihebînin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Kîjan ders axiriyêda jî wê bona zara te kêrhatî be?

“Şeş Ders ku Zar Gerekê Hîn bin” (“Hişyar Bin!” № 2, 2019)

Pêbihese derheqa şîretên kêrhatî ji Kitêba Pîroz, yên ku wê alî wan bikin, kî ku miqatî dê-bavê xweyî emirda mezin dibin.

“Li Gora Kitêba Pîroz Ça Gerekê bona Dê-Bavên Xweye Emirda Mezin Xem Bikin?” (Gotara ji malperê)

Binihêre, ku ça merivek, yê ku nizanibû ça zara mezin ke, dibe bavekî baş.

“Yehowa Em Hînkirin, Zarên Xwe Mezin kin” (5:58)

Pêbihese, ku bav ça dikarin heleqetiya xwe tevî kurên xwe qewî kin.

“Bav Ça Dikarin Heleqetiya Xwe Tevî Kurên Xwe Qewî kin?” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Mijdarê, 2011)

a Kitêba Pîroz xebera “şîret” dide xebatê ça rêberî, ku alî zarê dike nihêrandin yan rabûn-rûniştina xweye nerast biguhêze. Û ev tu car nayê hesabê cezakirina sert (Metelok 4:1).