Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 51

Tu Ça Dikarî bi Zar-Zimanê Xwe Dilê Yehowa Şa kî?

Tu Ça Dikarî bi Zar-Zimanê Xwe Dilê Yehowa Şa kî?

Çaxê Yehowa em efirandin, ewî pêşkêşeke qîmet da me. Ev heye feresetê xeberdanê. Gelo Yehowara yeke, em evê pêşkêşê ça didine xebatê? Hemikî na! (Bixûne Aqûb 1:26.) Lê em ça dikarin wî feresetî usa bidine xebatê, ku dilê Yehowa şa kin?

1. Em pêşkêşa xeberdanê ça dikarin bidine xebatê?

Kitêba Pîroz dibêje: “Dil bidine hev û alîkariya hevdu bikin” (1 Têsalonîkî 5:11). Dikarî bînî bîra xwe wan hine meriya, yên ku hewcê hêlankirinê ne? Tu çi dikarî bikî, ku ewana xwe diha baş texmîn kin? Wana bide bawerkirinê, wekî tu bona wan xem dikî. Mesele, tu dikarî wanara bêjî, wekî çi nav wanda qîmet dikî. Dikarî rêzeke usa bînî bîra xwe, kîjan ku wî merivî wê hêlan ke? Gelek rêz hene, ji kîjana ku tu dikarî bijbêrî wekî bidî xebatê. Bîr neke, ku cûrê xeberdana te dikare gelek ser meriva hukum be. Lema jî, timê qewatê bide xebatê, seva ku bi merîfetî û nerm xeber dî (Metelok 15:1).

2. Em gerekê xwe ji xeberdana çi cûreyî dûr bigirin?

Kitêba Pîroz dibêje: “Tu car bira ji devê we xebereke xirab derneyê” (Bixûne Efesî 4:29.) Ev yek tê hesabê, wekî em giliyê xirab gerekê nedine xebatê û ne jî tiştên usa bêjin, çi ku dikarin dilê kesekî bêşînin. Em usa jî gerekê xwe ji gevestiyê û buxdanbêjiyê dûr bigirin (Bixûne Metelok 16:28.)

3. Çi wê alî me bike, ku bi xeberdana xwe meriya hêlan kin?

Gelek car pê xeberdana me eyan dibe, wekî bi rastî çi dilê meda ne û em derheqa çi difikirin (Lûqa 6:45). Lema jî em gerekê ser xwe bixebitin, ku dîna xwe bidin tiştên pozîtîv, mesele çi ku bi heqiyê ye, bi helaliyê ye, bi xweşiyê ye, û çi ku layîqî pesindayînê ye (Fîlîpî 4:8). Seva ku em bikaribin dîna xwe bidine wan tişta, gerekê bi bîlanî xwera wedederbazkirin û hevala bijbêrin (Metelok 13:20). Pêşiya ku tiştekî bêjin, lazim e bifikirin, emê çi bêjin, ça bêjin û giliyê me wê ça ser meriya hukum be. Kitêba Pîroz dibêje: “Hinek bi xebera mîna şûr mêriv birîndar dikin, lê zimanê serwaxta dermanê dila ye” (Metelok 12:18).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku ça xeber dî, seva ku dilê Yehowa şa kî û meriya qewî kî.

4. Xeberdana xwe kontrol ke

Carna em tiştên usa dibêjin, ku paşê poşman dibin (Aqûb 3:2). Bixûne Galatî 5:22, 23, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Tu seva kîjan xeyset-hunura dixwazî dua bikî, yên ku wê alî te bikin xeberdana xwe kontrol kî? Ev xeyset-hunur ça dikarin alî te bikin?

Bixûne 1 Korintî 15:33, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa heval û wedederbazkirinên te dikarin ser cûrê xeberdana te hukum kin?

Bixûne Waîz 3:1, 7, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çima wê bi bîlanî be, ku xwe ker kî û hîviya wedekî baş bî, seva ku tiştekî bêjî?

5. Derheqa meriva baş xeber de

Tu ça dikarî xwe ji xeberdana usa dûr bigirî, ya ku dikare dilê meriya bêşîne? Vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke.

  • Ça ji vîdêoyê hate kifşê, çira birak hêlan bû, ku cûrê xeberdana xweye derheqa meriva, biguhêze?

  • Ewî çi kir, ku bê guhastinê?

Bixûne Waîz 7:16, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em çi gerekê bînin bîra xwe, çaxê derheqa kesekî dixwazin xirab xeber din?

Bixûne Waîz 7:21, 22, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Ev rêz ça dikarin alî te bikin wekî hêrs nekevî, gava pêdihesî ku kesek derheqa te xirab xeber dide?

6. Neferên mala xwera şîrin xeber de

Yehowa dixwaze, wekî em neferên mala xwera, şîrin û bi hizkirin xeber din. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çi wê alî te bike, ku neferên mala xwera, şîrin xeber dî?

Bixûne Efesî 4:31, 32, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Xeberdana çi cûreyî dikare malbetê geş ke?

Yehowa hestên xwe hindava kurê xwe Îsa, eyan kir. Bixûne Metta 17:5, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa tu dikarî vê yekêda çev bidî Yehowa, ku çi cûreyî tevî malbeta xwe xeber dî?

Mecala bigere, ku payê meriya bidî

HINE MERIV DIBÊJIN: “Çi dilê minda ne, ez vê jî dibêjim. Xema min nîne, hergê giliyê min kesekî xweş nayê.”

  • Tu vê yekêra qayîl î? Şiroveke.

TEMAMKIRIN

Giliyê me dikarin dilê meriva yan qenc kin, yan jî birîndar kin. Lema jî em gerekê rind bifikirin, ku emê çi bêjin, çi çax bêjin, û ça bêjin?

Wekilandin

  • Kîjan hine derecada tu dikarî bi xeberdana xwe, alî meriya bikî?

  • Tu dixwazî xwe ji kîjan cûrê xeberdanê dûr bigirî?

  • Çi dikare alî me bike, wekî xeberdana me timê bi heqî û şîrin be?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Çi dikare alî me bike, ku xeberdana me pozîtîv be?

“‘Zimanê Serwaxta’ Nav Xweda Pêşda Bînin” (8:04)

Pêbihese, ku çi dikare alî te bike, ku xwe ji xeberdana xirab dûr bigirî.

“Çêrkirin Çira Xirab e?” (Gotara ji malperê)

Binihêre, ku tu çi dikarî bikî, wekî ji gevestiyê dûr bî?

“Gevestî Çawa Bidine Sekinandinê?” (2:36)

Pêbihese, ku çawa Yehowa alî merivekî kir, wekî zimanê xwe kontrol ke û çêra neke.

“Min Destpêkir Kûr Bifikirim ku Ez Çira Dijîm” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tebaxê, 2013)