Here Naverokê

Here naverokê

DERS 54

Xulamê Dilsoz û Şehreza Kî ye?

Xulamê Dilsoz û Şehreza Kî ye?

Îsa Mesîh serê civata Mesîhiyên rast e (Efesî 5:23). Îro Îsa Mesîh ji ezmanan bi destê “xulamê dilsoz û şehreza [bihîkmet]” rêberiya xizmetkarên Xwedê yên li ser rûyê erdê dike (Metta 24:45 bixwîne). Îsa Mesîh bi xwe ev “xulam” tayîn kiriye û îzin daye wî ku ew rêberiya xizmetkarên Xwedê bike. Lê dîsa jî, ev xulam guh dide Îsa Mesîh û ew ji birayên Mesîh re xizmetê dike. Gelo ev xulam kî ye? Û ew çawa li me xwedî derdikeve?

1. “Xulamê Dilsoz û Şehreza Kî ye?”

Yehowa tim bi destê zilamekî yan komeke biçûk a zilaman rêberiya xizmetkarên xwe kiriye (Maleyaxî 2:7; Îbranî 1:1). Piştî mirina Îsa Mesîh, şandî û rîspiyên li Orşelîmê rêberiya xizmetkarên Xwedê dikir (Karên Şandiyan 15:2). Bi eynî awayî, îro jî komeke biçûk a rîspiyan rêberiya me dike. Ji vê komê re Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa tê gotin. Ew xwarina ruhî dide me û karê belavkirina xebera xêrê dimeşîne. Ev kom “xulamê dilsoz û şehreza” ye û Îsa Mesîh ew tayîn kiriye (Metta 24:45). Hemû endamên Koma Rêberiyê, Mesîhiyên meshkirî ne. Yanî Yehowa ew bi destê ruhê pîroz hilbijartine ku ew piştî mirina xwe bi Îsa Mesîh re di Padîşahiya Xwedê ya ezmanî de hukim bajon.

2. Xwarina ruhî ya ku xulamê dilsoz dide me çi ye?

Îsa Mesîh got ku xulamê dilsoz wê di wexta rast de xwarinê bide xizmetkarên Xwedê (Metta 24:45). Mesela, xwarina ku em her roj dixwin qewetê dide me û alî me dike ku em bi sax û selamet bin. Bi eynî awayî, xwarina ruhî jî, yanî rêberiya ji Kitêba Pîroz, qewetê dide me ku em ji Yehowa re dilsoz bimînin û karê ku Îsa Mesîh daye me, bînin cih (1. Tîmotêyos 4:6). Em vê xwarina ruhî bi destê civînan, komcivînan û weşan û vîdeoyên li ser Kitêba Pîroz distînin. Ew alî me dikin ku em mexseda Yehowa baştir fehm bikin û bi wî re dostaniya xwe xurttir bikin.

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Em çima hewceyî “xulamê dilsoz û şehreza”, yanî Koma Rêberiyê ne?

Koma Rêberiyê xwarina ruhî, rêberî û alîkariyê dide Şahidên Yehowa yên li seranserê dinyayê

3. Gerek teşkîlata xizmetkarên Yehowa hebe

Koma Rêberiyê di bin rêberiya Îsa Mesîh de fealiyetên Şahidên Yehowa dimeşîne. Bi eynî awayî, Îsa Mesîh rêberiya Mesîhiyên pêşîn dikir. VÎDEOYÊ vêxe.

1. Korîntî 14:33, 40 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev ayet çawa nîşan didin ku Yehowa dixwaze ku teşkîlata Şahidên wî hebe?

4. Xulamê dilsoz karê belavkirina xebera xêrê dimeşîne

Karê herî muhîm ê Mesîhiyên pêşîn karê belavkirina xebera xêrê bû. Karên Şandiyan 8:14, 25 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Di sedsala yekê de, kê rêberiya karê belavkirina xebera xêrê dikir?

  • Petrûs û Yûhenna, gava ji şandiyên din rêberî stand, gelo wan çi kir?

Îro karê herî muhîm ê ku Koma Rêberiyê dimeşîne, karê belavkirina xebera xêrê ye. VÎDEOYÊ vêxe.

Îsa Mesîh digot ku karê belavkirina xebera xêrê pir muhîm e. Marqos 13:10 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo karê belavkirina xebera xêrê ji bo Koma Rêberiyê çima ew qas muhîm e?

  • Ji bo vî karê cîhanî, em çima hewceyî rêberiya “xulamê dilsoz û şehreza” ne?

5. Xulamê dilsoz rêberiya xizmetkarên Xwedê dike

Koma Rêberiyê, rêberiya xizmetkarên Xwedê yên li seranserê dinyayê dike. Ev kom li ser çi esasî rêberiyê dide wan? Gelo Koma Rêberiyê ya sedsala yekê ev yek çawa dikir? Karên Şandiyan 15:1, 2 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Mesîhiyên pêşîn li ser kîjan meseleyê li hev nekir?

  • Pawlos, Barnabas û kesên din ji bo ku vê meseleyê safî bikin, çûn cem kê?

Karên Şandiyan 15:12-18, 23-29 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Koma Rêberiyê ji bo ku vê meseleyê li gor rêberiya Yehowa safî bike, çi kir? (Li ayetên 12, 15 û 28an binêre.)

Karên Şandiyan 15:30, 31 û 16:4, 5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo Mesîhiyên pêşîn guh dida rêberiya Koma Rêberiyê?

  • Yehowa guhdayîna wan çawa bi bereket kir?

2. Tîmotêyos 3:16 û Aqûb 1:5 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava ku Koma Rêberiyê îro qeraran dide, ew çawa li rêberiya Yehowa digere?

HINEK WISA DIBÊJIN: “Kesê ku li pey Koma Rêberiyê dikeve, bi eslê xwe li ser rêya însanan dimeşe.”

  • Gelo çi te îqna dike ku Koma Rêberiyê di bin rêberiya Îsa Mesîh de ye?

BI ÇEND GOTINAN

Koma Rêberiyê “xulamê dilsoz û şehreza” ye û ji aliyê Îsa Mesîh ve hatiye tayînkirin. Ew rêberiya xizmetkarên Yehowa dike, xwarina ruhî hazir dike û dide wan.

Tu çi elimî?

  • Yê ku “xulamê dilsoz û şehreza” tayîn kiriye, kî ye?

  • Koma Rêberiyê çawa li me xwedî derdikeve?

  • Gelo tu bawer dikî ku Koma Rêberiyê “xulamê dilsoz û şehreza” ye?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Koma Rêberiyê karê xwe çawa dike û mesûliyetên xwe çawa tîne cih?

“Koma Rêberiyê ya Şahidên Yehowa Çi ye?” (Meqaleya Înternetê)

Koma Rêberiyê çawa xwarina ruhî bi awayekî baş û rast hazir dike?

Weşanên Me Çima Zanînên Rast Didin? (17:18)

Koma Rêberiyê li ser karê ku ji Îsa Mesîh standiye, çi difikire?

Îmtiyazeke Biqîmet (7:04)

Civîn û komcivînên me çawa îsbat dikin ku Yehowa Koma Rêberiyê dimeşîne?

Yehowa Çawa Xizmetkarên Xwe Perwerde Dike? (9:39)