Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 54

“Xulamê Amin û Serwaxt” Çi Şixulî Dike?

“Xulamê Amin û Serwaxt” Çi Şixulî Dike?

Îsa Serê civata Mesîhiya ye (Efesî 5:23). Îro Îsa bi saya “xulamê amin û serwaxt” ji ezmên rêberiyê peyçûyên xwe dike (Bixûne Metta 24:45.) Îsa Mesîh ev “xulam” kifş kiriye, û îzin daye wî, wekî hine safîkirina bike, lê dîsa jî ev xulam gura Îsada ne û birên Îsara xulamtiyê dike. Gelo kî ye ev xulam? Ew xulam çi cûreyî bona me xem dike?

1. Kî ye “xulamê amin û serwaxt”?

Berê, Yehowa timê bi alîkariya mêrekî yan çend mêra, rêberî cimeta xwe dikir (Malaxî 2:7; Îbranî 1:1). Paşî mirina Îsa, şagirta û rûspiyên Orşelîmê rêberî civatê dikirin (Karên Şandiya 15:2). Îro jî Koma Rêberiyê, kîjan ku komeke biçûke ji rûspiya ye, xwarina ruhanî dide me û rêberiyê şixulê belakirina mizgîniyê dike. Ev kom heye “xulamê amin û serwaxt”, kîjanî ku Îsa kifş kir (Metta 24:45a). Hemû endemên Koma Rêberiyê, Mesîhiyên bi ruh kifşkirî ne, yên ku paşî mirinê, wê tevî Îsa Padşatiya ezmanîda serwêrtiyê bikin.

2. Xulamê amin çi cûreyî xwarina ruhanî dide?

Îsa got ku xulamê amin wê, “wextda xwarina wan [Mesîhiya] bide wan” (Metta 24:45b). Çawa xwarin alî me dike em sihet-qewat bin, usa jî xwarina ruhanî, dêmek şîret û rêberiyên ji Xebera Xwedê, qewatê didine me, ku bikaribin Yehowara amin bimînin û wî şixulî bikin, kîjan ku Îsa mera kifş kiriye (1 Tîmotêyo 4:6). Evê xwarina ruhanî em distînin bi saya civata, civatên mezin, edebyetên ser hîmê Kitêba Pîroz û vîdêoya, kîjan ku alî me dikin qirara Xwedê fem bikin û dostiya xwe tevî Wî qewî kin.

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku çima Îsa “xulamê amin û serwaxt”, dêmek Koma Rêberiyê kifş kir.

“Xulamê amin”, xwarina ruhanî, rêberiyê û alîkariya kêrhatî dide Şedên Yehowa nav temamiya dinyayê

3. Cimeta Yehowa gerekê bi organîze be

Koma Rêberiyê bin rêberiya Îsada şixulê teşkîleta Şedên Yehowa organîze dike. Mîna vê yekê qirna yekêda jî Îsa rêberî civatê dikir. Vêxe VÎDÊO.

Bixûne 1 Korintî 14:33, 40, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Çawa ev rêz didine kifşê, ku Yehowa dixwaze, wekî cimeta wî bi organîze be?

4. Xulamê amin şixulê belakirina mizgîniyê organîze dike

Şixulê Mesîhiyên qirna yekê, ya lape ferz belakirina mizgîniyê bû. Bixûne Karên Şandiya 8:14, 25, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Qirna yekêda kê rêberî şixulê belakirina mizgîniya xêrê dikir?

  • Petrûs û Yûhenna ça xwe dane kifşê, çaxê ji şandiyên din rêberî standin?

Koma Rêberiyê, rêberiya şixuleke gelek ferz dike, ev heye belakirina mizgîniyê. Vêxe VÎDÊO.

Îsa dîna xwe da ferzbûna belakirina mizgîniyê. Bixûne Marqos 13:10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çima Koma Rêberiyê, belakirina mizgîniyê ferz hesab dike?

  • Çima meyê nikaribûya bêyî “xulamê amin û serwaxt” ev şixulê hemdinyayê bianiya sêrî?

5. Xulamê amin rêberiyê dide

Koma Rêberiyê nav temamiya dinyayê rêberiya Mesîhiya dike. Lê ewana ça têderdixin, wekî kîjan rêberiyê bidin? Were em şêwir kin, wekî qirna yekêda Koma Rêberiyê ça ev yek dikir. Bixûne Karên Şandiya 15:1, 2, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Bona çi hine Mesîhiyên qirna yekê hevra ketine dew-dozê?

  • Pawlos, Barnabas û yên din çûne cem kê, seva evê pirsê safî kin?

Bixûne Karên Şandiya 15:12-18, 23-29, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Koma Rêberiyê pêşiya ku tiştekî safî ke, ser çi difikire, wekî rêberiya Xwedê bistîne? (Binihêre rêzên 12, 15, û 28.)

Bixûne Karên Şandiya 15:30, 31 û 16:4, 5, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Mesîhiyên qirna yekê xwe ça dane kifşê hindava rêberiya Koma Rêberiyê?

  • Yehowa bona guhdariya wan, ça ewana kerem kirin?

Bixûne 2 Tîmotêyo 3:16 û Aqûb 1:5, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Îro Koma Rêberiyê seva ku tiştekî safî ke, kîderê rêberiyê digere?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Hergê tu gura Koma Rêberiyê dikî, tu dikevî bin rêberiya meriva.”

  • Çi te dide bawerkirinê, wekî Îsa rêberiya Koma Rêberiyê dike?

TEMAMKIRIN

Îsa kifş kiriye Koma Rêberiyê, kîjan ku “xulamê amin û serwaxt” e. Ev xulam rêberiyê û xwarina ruhanî dide Mesîhiyên nav temamiya dinyayê.

Wekilandin

  • Kî “xulamê amin û serwaxt” kifş kiriye?

  • Koma Rêberiyê çi cûreyî bona me xem dike?

  • Tu bawer dikî, wekî Koma Rêberiyê, “xulamê amin û serwaxt” e?

Goal

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese, wekî Koma Rêberiyê ça organîzekirî ye.

“Çi ye Koma Rêberiyê ya Şedên Yehowa?” (Gotara ji malperê)

Pêbihese, wekî Koma Rêberiyê çi dike, seva ku elametiyên edebyetên meda rast û bi îtbar bin?

“Edebyetên bi Îtbar Neşir Dikin” (17:18)

Endemên Koma Rêberiyê ça xwe didine kifşê, hindava wî şixulî, kîjan ku Îsa daye wan?

“Bona Me Qedirekî Mezin e Ça Xulamê Yehowa Xizmet kin” (7:04)

Çi cûreyî civat û civatên meye mezin îzbat dikin, ku Yehowa rêberiya “xulamê amin” dike?

“Yehowa Cimeta Xwe Hîn Dike” (9:39)