Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 58

Yehowara Amin Bimîne

Yehowara Amin Bimîne

Mesîhiyên rast nahêlin ku tiştek yan kesek heleqetiya wan tevî Yehowa xirab ke. Em bawer in, wekî tu jî usa nî. Yehowa aminiya te dişêkirîne (Bixûne 1 Dîrok 28:9.) Kîjan derecada aminiya te hindava Yehowada dikare bê cêribandinê, û çi dikare alî te bike?

1. Meriv ça dikarin aminiya me bicêribînin?

Hine meriv wê bixwazin riya me bigirin, wekî em Yehowara xizmet nekin. Gelo ev meriv kî ne? Hine merivên ku safî kirine îda Yehowara xizmet nekin, derheqa teşkîleta Xwedê derewa bela dikin, seva ku baweriya me kuta kin. Ev meriv raber in. Xêncî wan, hine serwêrên rêlîgiya jî derheqa me derewa bela dikin. Hergê em fesal nîbin, dibeke ber bayê wan kevin û ji Yehowa dûr kevin. Lema jî gerekê em haş xwe hebin, tevî wan nekevine xeberdanê, kitêbên wan nexûnin, nekevine malperên wan, û ne jî vîdêoyên wan binihêrin, seva ku ruhanîda ziyanê nestînin. Derheqa rabera Îsa got: “Ji wan vegerin! Ewe kor in û rêberê kora ne. Heger kor rêberiyê kora bike, her duyê jî bikevine çelê” (Metta 15:14).

Lê em çi dikarin bikin wê derecêda, hergê kesek îda naxwaze Yehowara xizmet ke? Ev yek dikare gelek dilê me bêşîne, îlahî hergê ev meriv mera gelek nêzîk e. Ew dikare ji me jî dewa ke, wekî em yan wî yan jî Yehowa bijbêrin. Çi jî hebe, em gerekê Yehowara amin bimînin (Metta 10:37). Lema jî em guh didin temiya Yehowa û tu tiştîda tevî wan rabera nabine yek (Bixûne 1 Korintî 5:11.)

2. Kîjan safîkirinên me dikarin aminiya me bicêribînin?

Hizkirin hindava Yehowa wê me hêlan ke, wekî xwe dûr bigirin ji wan hemû tişta, çi ku rêlîgiya qelpva girêdayî ne. Lema jî em xwe dûr digirin ji xebat, teşkîlet û şixulên usa, yên ku rêlîgiya qelpva girêdayî ne. Yehowa temiyê dide: “Ji nava wê [Babîlona Mezin], derkevin, cimeta min” (Eyantî 18:2, 4).

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku çawa tu dikarî nehêlî, wekî kesek aminiya te hindava Yehowa sist ke. Usa jî binihêre wekî ça aminî wê yekêda jî tê kifşê, ku ji Babîlona Mezin derdikevî.

3. Hînkirinên qelp têderxe

Em ça gerekê xwe bidine kifşê, çaxê derheqa teşkîleta Yehowa tiştên nerast dibihên? Bixûne Metelok 14:15, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Em çima fesal in û baweriya xwe her tiştî naynin, çi ku dibihên?

Bixûne 2 Yûhenna 10, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Em gerekê ça bin hindava raberada?

  • Hergê jî em rastî rabera nayên û tevî wan xeber nadin, yeke em ça dikarin bikevin ber bayê wan?

  • Yehowa wê çi ser xwe texmîn ke, hergê tu guh bidî wan derewa, ku ser wî û teşkîleta wî tê gotinê?

4. Yehowara amin bimîne çaxê kesek ji xûşk-bira gunê giran dike

Hergê tu pêdihesî, ku kesek ji civatê gunê giran kiriye, tu borcdar î çi bikî? Dîna xwe bide prînsîpa ji Qanûna Xwedê, ku Îsraêla berêra hatibû dayînê. Bixûne Qanûna Kahîntiyê 5:1.

Çawa ku ji vê rêzê tê kifşê, çaxê em pêdihesin ku kesekî gunê giran kiriye, em gerekê herin û bêjine rûspiya. Pêşiya ku evê yekê bikin, wê baş be wî merivî hêlan kin, ku ew xwexa here cem rûspiya û gunê xwe bide rûyê xwe. Hergê ev naçe cem rûspiya, hingê aminiya me Yehowara gerekê me hêlan ke xwe paş nexin û rûspiyara gilî kin. Çi cûreyî ev kirê me eyan dike aminiya me hindava . . .

  • Yehowa Xwedê?

  • merivê ku gune kiriye?

  • hemûyên civatêda?

Hergê bawermendê te dikeve tengasiyê, alî wî bike!

5. Xwe ji Babîlona Mezin dûr bigire

Bixûne Lûqa 4:8 û Eyantî 18:4, 5, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Ez hela hê cîkî nivîsar im ça endemê rêlîgiyeke qelp?

  • Ez tême hesabê ça endemê teşkîletekê, kîjan ku rêlîgiyeke dinva girêdayî ye?

  • Gelo xebata min tiştekîda rêlîgiya qelpva girêdayî ye?

  • Gelo dîsa tiştek min rêlîgiya qelpva girêdide?

  • Hergê caba min hema ser pirsekê jî “erê” ye, ez çi gerekê bikim?

Çi jî hebe safîkirineke usa bike, ku îsafa te temiz bimîne û aminiya te hindava Yehowa jî eyan be.

Tuyê çi bikî, hergê bona piştgiriya rêlîgiyeke din, dixwazin ku tu pera qurban kî?

HINE MERIV DIBÊJIN: “Ez gerekê bizanibim ku raber derheqa Şedên Yehowa çi dibêjin, seva ku bikaribim rastiyê biparêzim.”

  • Ew yek wê bi bîlanî be? Çima usa difikirî?

TEMAMKIRIN

Seva ku Yehowara amin bimînin, em gerekê xwe ji merivên neamin dûr bigirin. Em usa jî gerekê bi temamî ji rêlîgiya qelp dûr kevin.

Wekilandin

  • Çima em gerekê nenihêrin, nexûnin û ne jî guh bidin derewên rabera?

  • Em gerekê ça bin hindava wan meriya, yên ku îda naxwazin bibine Şedên Yehowa?

  • Em ça dikirin guh bidine vê temiyê, kîderêda tê gotinê, wekî ji rêlîgiya qelp birevin?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Pêbihese, ku tu çi gerekê bikî, çaxê kesek derheqa Şedên Yehowa derewa bela dike.

“Tu Rast Zanî Her Tiştî?” (“Birca Qerewiliyê”, Tebax, 2018)

Tu ça dikarî têderxî, ku çi rêlîgiya qelpva girêdayî ye û kîjan teşkîlet piştgiriya rêlîgiya qelp dike?

“Xilaziya Van ‘Rojêd Axiriyêda’ Xîret bin” (“Birca Qerewiliyê”, Cotmeh, 2019, abzasên 16-18)

Hine neyar çi dikin ku baweriya me sist kin?

“Derewa Têderxin û Fesal bin” (9:32)

Ji vê serhatiyê: “Min Hê Zarotiyêda Xwedê Digeriya”, pêbihese ku ça keşîşekî, heleqetiya xwe tevî rêlîgiya qelp qetand.

“Kitêba Pîroz Jîyîna Meriva Diguhêze” (“Birca Qerewiliyê”, 1 Tîrmehê, 2011)