Here Naverokê

Here naverokê

DERS 59

Li Hemberî Zilm û Zordariyê Dilsoz Bimîne

Li Hemberî Zilm û Zordariyê Dilsoz Bimîne

Hemû xizmetkarên Xwedê wê zû yan dereng muxalefetê, heta zilm û zordariyê jî bibînin. Gelo hewce ye ku ev yek çavê me bitirsîne?

1. Em ji ku dizanin zilm û zordarî wê bê serê me?

Kitêba Pîroz bi zelalî dibêje: “Erê, hemû yên ku dixwazin bi Mesîh Îsa re jiyana xwedayî bijîn, wê tengahiyê bikişînin” (2. Tîmotêyos 3:12). Îsa Mesîh rastî zilm û zordariyê hat, çimkî ew ne qismekî vê dinyaya Şeytan bû. Em jî ne qismekî vê dinyayê ne. Loma, gava hukûmetên dinyayê yan teşkîlatên dînî zilm û zorê li me dikin, em ecêbmayî namînin (Yûhenna 15:18, 19).

2. Em çawa dikarin xwe li hemberî zilm û zordariyê hazir bikin?

Pir muhîm e ku em îro baweriya xwe ya bi Yehowa xurttir bikin. Ji xwe re her roj Kitêba Pîroz bixwîne û ji Yehowa re dua bike. Tim here civînan. Ev tiştên hanê wê qewetê bidin te û dilê te xurt bikin ku tu li hemberî zilm û zordariyê, heta li hemberî tehdeya ji destê malbatê jî dilsoz bimînî. Pawlosê şandî jî gelek caran rastî zilmê hatibû. Wî ev gotinên xweş nivîsandibûn: “Xudan alîkarê min e, ez natirsim” (Îbranî 13:6).

Wekî din, eger em xebera xêrê tim belav bikin, emê dilxurttir bibin. Bi vî awayî, em dielimin ku em xwe bispêrin Yehowa û ji tirsa însanan bifilitin (Methelokên Silêman 29:25). Eger em ji niha ve xebera xêrê bê tirs belav bikin, emê hazir bin ku di dema qedexeyan de jî xebera xêrê belav bikin (1. Selanîkî 2:2).

3. Çima ji bo me baş e ku em li hemberî zilm û zordariyê teslîm nebin?

Helbet, tu kes naxwaze zilmê bibîne. Lê eger em di bin zilm û zordariyê de sebir bikin, îmana me wê xurttir bibe. Gava em ji xwe re dibêjin, “Êdî bes e, ez nema dikarim!”, Yehowa qewetê dide me. Û bi vî awayî, em nêzîktirî wî dibin (Aqûb 1:2-4 bixwîne). Yehowa gava dibîne em êşê dikişînin, dilê wî pir diêşe. Lê gava em dilsoz dimînin, dilê wî bi me pir xweş dibe. Kitêba Pîroz dibêje: “Eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê” (1. Petrûs 2:20). Belê, eger em dilsoz bimînin, Yehowa wê di dinyaya nû de jiyana bêdawî bide me. Wê çaxê, zilm li ser rûyê erdê namîne, û emê bi dilrihetî ji Yehowa re îbadetê bikin (Metta 24:13).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Tu dikarî li hemberî zilm û zordariyê dilsoz bimînî. Yehowa wê dilsoziya te bi bereket bike.

4. Gava malbata te li hemberî te radibe, teslîm nebe

Belkî hin ferdên malbata me qebûl nakin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin. Îsa Mesîh ji berê ve behsa vê meseleyê kiribû. Metta 10:34-36 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger malbata te pê bihese ku tu dixwazî ji Yehowa re îbadetê bikî, belkî ew li hemberî te çi bikin?

VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger meriv yan dostekî te tehdê li te bike ku tu ji Yehowa re îbadetê nekî, teyê çi bikira?

Zebûr 27:10 û Marqos 10:29, 30 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Gava malbata te yan dostên te li ber te rabin, ev soz çawa alî te dike ku tu teslîm nebî?

5. Di bin zilm û zordariyê de dev ji îbadeta Yehowa bernede

Gava kesên din nehêlin ku em ji Yehowa re îbadetê bikin, cesaret ji me re lazim e. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Serpêhatiyên van xwişk û birayan çawa dilê te xurt dikin?

Karên Şandiyan 5:27-29 û Îbranî 10:24, 25 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Eger hukûmetên dinyayê civînên me yan karê belavkirina xebera xêrê qedexe bikin, dîsa jî çima pir muhîm e ku em tim ji Yehowa re îbadetê bikin?

6. Yehowa wê alî te bike ku tu dilsoz bimînî

Li seranserê dinyayê, Şahidên Yehowa çi ciwan çi mezin li hemberî zilm û zordariyê ji Yehowa re dilsoz mane. Gelo çi alî wan kir ku ew dev ji îbadeta Yehowa bernedin? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çi alî van xwişk û birayan kir ku ji Yehowa re dilsoz bimînin?

Romayî 8:35, 37-39 û Filîpî 4:13 bixwîne. Piştî xwendina her ayetekê, li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ev ayet çawa nîşanî te dide ku tu dikarî li hemberî zilm û zorê xurt bimînî?

Metta 5:10-12 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî di bin zilm û zordariyê de dilxweş bimînî?

Bi milyonan Şahidên Yehowa li hemberî zilm û zordariyê dilsoz mane. Bawer bike, tu jî dikarî!

HINEK WISA DIBÊJIN: “Ez ditirsim ku belkî ez li hemberî zilm û zordariyê dilsoz nemînim.”

  • Teyê bi kîjan ayetan dilê kesekî, yê ku wisa difikire, xurt bikira?

BI ÇEND GOTINAN

Gava em li hember zilm û zordariyê dilsoz dimînin, Yehowa bi me pir serbilind dibe. Netirse, bi alîkariya wî tu jî dikarî dilsoz bimînî!

Tu çi elimî?

  • Xizmetkarên Xwedê ji ku dizanin ewê zilm û zordariyê bibînin?

  • Tu çawa dikarî xwe ji niha ve li hemberî zilm û zordariyê hazir bikî?

  • Tu çima dikarî emîn bî ku tu dikarî di bin tengasiyan de ji Yehowa re dilsoz bimînî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Birayekî me xizmeta leşkeriyê red kir û ket hebsê. Gelo Yehowa çawa alî wî kir ku ew dilsoz bimîne?

Li Hemberî Zilm û Zorê Dilsoz Ma (2:34)

Jin û mêrek bi salan li hemberî muxalefetê ji Yehowa re dilsoz mane.

Di Demên Guhertinan de ji Yehowa re Xizmetê Dikin (7:11)

Tu çawa dikarî bielimî ku tu li hemberî zilm û zordariyê li ser xwe bimînî?

“Li hemberî Zilmê Hazir Be” (Birca Çavdêriyê, Tîrmeh 2019)

Gava malbata te nehêle ku tu ji Yehowa re îbadetê bikî, gelo tu dikarî çi bikî?

“Rastiya Xwedê Ne Aştiyê, Lê Şûr Tîne” (Birca Çavdêriyê, Cotmeh 2017)