Here Naverokê

Here naverokê

DERS 60

Dostaniya Xwe ya bi Yehowa re Tim Xurt Bike

Dostaniya Xwe ya bi Yehowa re Tim Xurt Bike

Bi alîkariya van sohbet û dersên li ser Kitêba Pîroz, te Yehowa baştir nas kiriye. Bê guman, tu niha ji wî pir hez dikî û belkî te êdî jiyana xwe daye destê wî û tu bin av bûyî. Eger tu heta niha bin av nebûbî, belkî tu dixwazî bigihîjî vê hedefa muhîm. Lê helbet, pêşveçûna te di roja binavbûnê de naqede. Tu dikarî hem niha û hem jî heta bi hetayê nêzîktirî Yehowa bibî. Gelo çawa?

1. Çima gerek tu dostaniya xwe ya bi Yehowa re tim xurt bikî?

Ji bo ku em dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikin, gerek em pir xîret bikin. Gelo çima? Çimkî em tu caran naxwazin ku destê me ji destê Yehowa qut bibe (Îbranî 2:1). Çi dikare alî te bike ku tu bi dilsozî ji Yehowa re xizmetê bikî? Bi dil û can xebera xêrê belav bike û li fersendan bigere ku tu zêdetir ji Yehowa re xizmetê bikî (Filîpî 3:16 bixwîne). Rêya xizmeta Yehowa rêya herî xweş e! (Zebûr 84:10).

2. Wekî din, gerek tu bi dewamî çi bikî?

Erê, ev kurs bi vê dersê xelas dibe, lê jiyana te wek xizmetkarekî Yehowa hema bêje niha dest pê dike. Kitêba Pîroz dibêje ku gerek em şexsiyeta nû li xwe bikin (Efesî 4:23, 24). Eger tu Kitêba Pîroz tim lêkolîn bikî û tim herî civînan, tuyê li ser Yehowa û li ser sifetên wî bielimî gelek tiştên nû. Xîret bike ku tu di gotin û kirinên xwe de li gor sifetên Yehowa bimeşî. Eger lazim be, di jiyana xwe de guhertinên muhîm çêke ku tu dilê Yehowa xweş bikî.

3. Yehowa wê çawa alî te bike ku baweriya te xurttir bibe?

Kitêba Pîroz dibêje: “Xwedayê hemû keremê … ew bi xwe wê we nûvejen bike, xurt bike, hêzdar bike û we li ser bingehê qayîm bike” (1. Petrûs 5:10). Em gişt rastî ceribandinan tên. Lê Yehowa wê alî me bike ku em li hemberî wan bi dilsozî bisekinin (Zebûr 139:23, 24). Yehowa soz daye ku ewê hem xwestinê û hem jî qewetê bide me ku em ji wî re bi dilsozî xizmetê bikin (Filîpî 2:13 bixwîne).

HÛR Û KÛR BIFIKIRE

Gelo tu çawa dikarî li ser rêya rastiyê bi pêş ve herî? Yehowa wê te çawa bi bereket bike?

4. Bi dostê xweyî herî baş re tim xeber bide û guh bide wî

Bi saya dua û lêkolîna Kitêba Pîroz, tu bûyî dostê Yehowa. Eger tu van adetên baş dewam bikî, tuyê dostaniya xwe ya bi wî re bi pêş bixî.

Zebûr 62:8 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji bo ku dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bibe, tu çawa dikarî bi awayekî baştir dua bikî?

Zebûr 1:2 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji bo ku dostaniya te ya bi Yehowa re xurttir bibe, tu çawa dikarî ji xwendina Kitêba Pîroz zêdetir feydeyê bistînî?

Tu çawa dikarî ji lêkolîna şexsî zêdetir feydeyê bibînî? VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Ji vê vîdeoyê, tu dixwazî kîjan tewsiyeyan di lêkolîna şexsî de biceribînî?

  • Gelo tu dixwazî li ser kîjan meseleyan lêkolînê bikî?

5. Ji xwe re hedefên ruhî deyne ber çavê xwe

Hedefên di xizmeta Yehowa de wê alî te bikin ku tu ji aliyê ruhî ve tim bi pêş ve herî. VÎDEOYÊ vêxe û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Çima baş bû ku xwişka me ji xwe re hedefên ruhî danî ber çavê xwe?

Helbet her kes nikare ji bo belavkirina xebera xêrê mala xwe bar bike û here welatekî din. Lê her kes dikare di xizmeta Yehowa de ji xwe re tiştekî maqûl bike hedef. Methelokên Silêman 21:5 bixwîne û li ser van pirsan sohbetê bikin:

  • Gelo tu dixwazî di civatê de bigihîjî kîjan hedefan?

  • Gelo tu dixwazî di xizmetê de bigihîjî kîjan hedefan?

Pîvan û prensîpa di vê ayetê de çawa dikare alî te bike ku tu bigihîjî hedefên xwe?

Hin hedefên baş

  • Duayên xwe xweştir bike.

  • Kitêba Pîroz ji serî heta binî bixwîne.

  • Di civatê de her kesî nas bike.

  • Bi kesekî din re dest bi kursa Kitêba Pîroz bike.

  • Wek pêşengê alîkar yan pêşengê daîmî xizmetê bike.

  • Eger tu bira bî, xîret bike tu bibî alîkarê civatê.

6. Heta bi hetayê dilşad be!

Zebûr 22:26 bixwîne û li ser vê pirsê sohbetê bikin:

  • Tu çawa dikarî hem îro û hem jî heta bi hetayê dilxweş bî?

BI ÇEND GOTINAN

Dostaniya xwe ya bi Yehowa re bi dewamî xurttir bike û ji xwe re hedefên ruhî deyne ber çavê xwe. Bi vî awayî, tu dikarî hem îro û hem jî heta bi hetayê kêfxweş bî!

Tu çi elimî?

  • Yehowa dixwaze alî te bike ku tu ji wî re dilsoz bimînî. Tu çima dikarî ji vê yekê emîn bî?

  • Tu çawa dikarî dostaniya xwe ya bi Yehowa re xurttir bikî?

  • Kîjan hedefên ruhî dikarin alî te bikin ku tu bi pêş ve herî?

Hedef

ZÊDETIR HÎN BIBE

Ji bo Yehowa çi muhîmtir e? Ku em dilê wî tenê carekê, yan di temamiya emrê xwe de xweş bikin?

Wek Birahîm Pêxember Dilsoz Be (9:20)

Xizmetkarên Yehowa yên dilsoz jî dikarin dilxweşiya xwe winda bikin. Gelo em çawa dikarin dîsa dilxweş bibin?

Bi Rêya Lêkolîn û Fikirîna Kûr Dîsa Dilxweş Bibe (5:25)

Tu çawa dikarî ji xwe re hedefên ruhî deynî û bigihîjî wan?

“Hedefên ku Rûmetê Didin Yehowa Deyne ber Çavê Xwe” (Birca Çavdêriyê, 15 Tîrmeh 2004)

Gelo tu çawa dikarî bibî xizmetkarekî Yehowa yê gihîştî?

“Bibe Yekî Gihîştî – Roja Mezin a Yehowa Nêzîk e” (Birca Çavdêriyê, 15 Gulan 2009)