Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

DERSA 60

Berdewam ke Dostiya Xwe Tevî Yehowa Qewî ke

Berdewam ke Dostiya Xwe Tevî Yehowa Qewî ke

Bi saya hînbûna vê kitêbê, tu gelek tişt derheqa Yehowa pêhesiyayî. Him jî hizkirina te hindava Yehowada diha qewî bû, çi ku tu hêlan kirî, wekî xwe tesmîlî wî bikî û bêyî nixumandinê. Hergê jî na, dibe ku tu îda derheqa vê yekê difikirî. Lê hemikî paşî nixumandinê jî, tuyê berdewam kî diha nêzîkî Yehowa bî, çimkî ev yek heta-hetayê dikişîne. Çi cûreyî?

1. Tu çima gerekê berdewam kî dostiya xwe tevî Yehowa qewî kî?

Em gerekê qewatê bidine xebatê, seva ku dîsa jî dostiya xwe tevî Yehowa hê qewî kin. Lê çima? Seva ku em “nexalifin” (Îbranî 2:1). Çi dikare alî me bike, ku berdewam bikin bi aminî Yehowara xizmet bikin? Em dikarin belakirina mizgîniyêda diha xîret bin û mecala bivînin, wekî hê zêde Xwedayê xwera xizmet kin (Bixûne Fîlîpî 3:16.) Tu tişt beramberî xizmetkirina Yehowara nabe! (Zebûr 84:10)

2. Tu dîsa çi gerekê berdewam kî bikî?

Rast e tu kûrsa hînkirina Kitêba Pîroz îda xilaz dikî, lê jîyîna teye Mesîhîtî dîsa jî berdewam dibe. Kitêba Pîroz dibêje, wekî em “merivê nû li ser xwe wergirin” (Efesî 4:23, 24). Çiqas tu berdewam kî Xebera Xwedê lêkolîn kî û bêyî ser civata, haqas hê zêde tuyê gelek tiştên teze derheqa Yehowa û hunurên wî pêbihesî. Bifikire ku tu jîyîna xweda ça dikarî hê rind çev bidî Yehowa. Guhastina nav xweda bike, ku dilê Yehowa şa kî.

3. Yehowa wê ça alî te bike, wekî berdewam kî ruhanîda pêşda herî?

Kitêba Pîroz derheqa Xwedê usa dibêje: “Wê xwexa we kamil ke, bişidîne, qewat ke, xweyîbingeh ke” (1 Petrûs 5:10). Her kes ji me tê cêribandinê. Lê Yehowa alî me dike, ku nava wan cêribandinada qewî bisekinin (Zebûr 139:23, 24). Ew soz dide, wekî him xwestin him jî qewatê bide we, ku bikaribin bi aminî wîra xizmet kin (Bixûne Fîlîpî 2:13.)

KÛR LÊKOLÎN KE

Pêbihese, ku tu ça dikarî berdewam kî ruhanîda pêşda herî, û Yehowa wê ça te kerem ke.

4. Berdewam ke tevî Dostê xweyî lapî baş xeber de û guh bide wî

Dua û hînbûna Kitêba Pîroz alî te kirin, wekî nêzîkî Yehowa bî. Lê ev du tişt ça dikarin alî te bikin, wekî berdewam kî hê zêde nêzîkî Wî bî?

Bixûne Zebûr 62:8, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça dikarî duayên xwe hê baş kî, seva ku dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kî?

Bixûne Zebûr 1:2, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu ça dikarî xwendina xweye Kitêba Pîroz hê baş kî, seva ku dostiya xwe tevî Yehowa diha qewî kî?

Tu çi dikarî bikî, seva ku hînbûna teye şexsî diha zef karê bide te? Seva ku hê zêde derheqa vê yekê pêbihesî, vêxe VÎDÊO, û paşê van pirsa şêwir ke:

  • Çawa ku vîdêoyêda hate kifşê, tu kîjan ji wan mêtoda dixwazî bidî xebatê?

  • Tu kîjan pirsa dixwazî lêkolîn kî?

5. Nêtên ruhanî dayne pêşiya xwe

Nêtên ruhanî wê alî te bikin, wekî ruhanîda diha pêşda herî. Vêxe VÎDÊO, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Kamêron ji nêtên xweye ruhanî çi kar stand?

Hemikî hemû kes nikarin derbazî welatê din bin, ku mizgîniyê bela kin. Lê çi jî hebe, em dikarin nêtên usa daynin pêşiya xwe, ku bikaribin bînin sêrî. Bixûne Metelok 21:5, û paşê bifikire, ku kîjan nêta dixwazî daynî pêşiya xwe . . .

  • civatêda

  • xizmetêda

Prînsîpa vê rêzê ça dikare alî te bike, ku bigihîjî nêtên xwe?

Dikarî nêtên usa daynî pêşiya xwe:

  • Duayên xwe hê baş ke.

  • Kitêba Pîroz bi temamî bixûne.

  • Civatêda tevî her kesî bibe nas.

  • Hînbûna Kitêba Pîroz tevî kesekî destpêke.

  • Ça pêşengê wedelû yan pêşengê hertim xizmet ke.

  • Hergê tu bira yî, nêtê dayne pêşiya xwe ku bibî berdestiyê civatê.

6. Jîyîna heta-hetayêra şa be!

Bixûne Zebûr 22:26, û paşê evê pirsê şêwir ke:

  • Tu çi dikarî bikî, seva ku him niha, him jî axiriyêda, jîyînêra şa bî?

TEMAMKIRIN

Berdewam ke dostiya xwe tevî Yehowa qewî ke û nêtên ruhanî dayne pêşiya xwe. Hingê tuyê jîyînêra heta-hetayê şa bî!

Wekilandin

  • Tu çima dikarî bawer bî, ku Yehowa wê alî te bike, wekî bi aminî wîra xizmet kî?

  • Tu ça dikarî dostiya xwe tevî Yehowa qewî kî?

  • Ça nêtên ruhanî dikarin alî te bikin, wekî ruhanîda pêşda herî?

Nêt

HÊ ZÊDE PÊBIHESE

Yehowa çi diha qîmet dike, vê yekê ku em tenê carekê pirseke ferzda aminiya xwe wîra îzbat dikin, yan gava nava temamiya jîyîna xweda wîra amin dimînin?

“Mîna Birahîm Amin be” (9:20)

Hela hê xizmetkarên Yehowayî amin jî dikarin şabûna xwe unda kin. Pêbihese, ku em ça dikarin şabûna xwe vegerînin.

“Bi Saya Hînbûnê û Fikirandinê, Şabûn Dîsa Kete Dilê Min” (5:25)

Tu ça dikarî nêtên ruhanî daynî pêşiya xwe û bigihîjî wan nêta?

“Bi Nêtên Xweye Ruhanî Efirandar Rûmet ke” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Tîrmehê, 2004)

Çima ferz e, ku em ruhanîda gihîştî bin, û bona vê yekê tu çi dikarî bikî?

“Ruhanîda Pêşda Herin; Roja Yehowa Nêzîk e” (“Birca Qerewiliyê”, 15 Gulanê, 2009)