Here Naverokê

Here naverokê

Gelo Ez Hazir im?

Gelo Ez Hazir im?

Gelo Ez Hazir im ku bi Civatê re Xebera Xêrê Belav Bikim?

Eger tu li gor van gavên li jêr hereket bikî, tu dikarî bibî mizgînvanê nebinavbûyî:

  • Gelo ez tim Kitêba Pîroz dixwînim, dua dikim û diçim civînan?

  • Gelo ez ji tiştên ku dielimim hez dikim, îmana xwe bi wan tînim û ji kesên din re behsa wan dikim?

  • Gelo ez ji Yehowa hez dikim, û min ji xwe re hevalên ku ji wî hez dikin, hilbijartine?

  • Gelo ez ji hemû dînên sexte û rêxistinên siyasî derketime?

  • Gelo ez li gor qanûn û pîvanên Yehowa dijîm û dixwazim bibim Şahidê Yehowa?

Eger tu bixwazî bi civatê re xebera xêrê belav bikî, mamosteyê te dikare vê xwestina te ji rîspiyên civatê re bibêje. Dû re, rîspî wê bi te re sohbetê bikin ku bibînin, ka tu hazir î yan na.

Gelo Ez Hazir im ku Bin Av Bibim?

Eger tu li gor van gavên li jêr hereket bikî, tu dikarî bin av bibî:

  • Gelo ez bûme mizgînvanê nebinavbûyî?

  • Heta ku ji destê min tê, gelo ez bi dewamî xebera xêrê belav dikim?

  • Gelo ez li gor rêberiya “xulamê dilsoz û şehreza” hereket dikim û destekê didim wî? (Metta 24:45-47)

  • Gelo min di duayeke şexsî de jiyana xwe daye destê Yehowa û gelo ez dixwazim ji wî re heta bi hetayê xizmetê bikim?

Eger tu bixwazî bin av bibî, mamosteyê te dikare vê xwestina te ji rîspiyên civatê re bibêje. Dû re, rîspî wê bi te re sohbetê bikin ku bibînin, ka tu hazir î yan na.