Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Ez Hazir im?

Ez Hazir im?

Ez Hazir im Tevî Civatê Xizmet kim?

Seva ku bibî mizgînvanê nenixumandî, van tişta bike:

  • Timê Kitêba Pîroz lêkolîn ke, dua bike û here civata.

  • Bawer bike û qîmet ke wan tişta, çi ku pêdihesî û usa jî merivên dinra gilî ke.

  • Yehowa hiz bike û tevî merivên usa hevaltiyê bike, kîjan ku Wî hiz dikin.

  • Xwe dûr bigire ji teşkîletên polîtîkî û rêlîgiya qelp.

  • Li gora prînsîpên Yehowa bijî û bi xwestina xwe bibe Şedê Yehowa.

Hergê tu difikirî, ku îda hazir î tevî civatê xizmet kî, bêje dersdarê xwe û ew wê tevî rûspiya xeber de, wekî hûn rastî hev bên û evê pirsê şêwir kin.

Ez Hazir im Bême Nixumandinê?

Pêşiya ku bêyî nixumandinê, tu gerekê van tişta bikî:

  • Bibe mizgînvanê nenixumandî.

  • Çiqas dikarî mizgîniyê bela ke.

  • Piştgiriya “xulamê amin û serwaxt” bike, û pey rêberiya wan here (Metta 24:45-​47).

  • Duakirinêda xwe tesmîlî Yehowa ke û bira xwestina te hebe, heta-hetayê wîra xizmet kî.

Hergê tu difikirî, ku îda hazir î bêyî nixumandinê, bêje dersdarê xwe û ew wê tevî rûspiya xeber de, wekî hûn rastî hev bên û evê pirsê şêwir kin.