Here Naverokê

Here naverokê


Tu çawa dikarî ji vê kursa Kitêba Pîroz feydeyê bibînî?

Tu çawa dikarî ji vê kursa Kitêba Pîroz feydeyê bibînî?

Ewilî li van rûpelên pêşîn binêre û paşê VÎDEOYÊ vêxe.

QISMÊ PÊŞÎN

Ji bo haziriya her dersê, qismê pêşîn bixwîne. Pirs (A) û ayetên (B) bi herfên qelew fikrên muhîm zelal dikin. Bala xwe bidê ku li kêleka hin ayetan “bixwîne” hatiye nivîsandin.

QISMÊ NAVÎN

Gotinên (C) li bin sernivîsa Hûr û Kûr Bifikire eşkere dikin ku ev qisim behsa çi dike. Binsernivîs (D) fikrên muhîm zelal dikin. Bi mamoste re ayetan bixwînin, cewabên pirsan bidin û li vîdeoyan mêze bikin.

VÎDEO dersê zelaltir dikin. Hin vîdeo tiştên ku bi rastî çêbûne, nîşan didin. Yên din jî wek senaryo hatine çêkirin û nîşan didin ku çi dikare biqewime.

Li ser sûret û binnivîsên wan (E) sohbetê bikin. Û li ser para Hinek Wisa Dibêjin (F) fikrên xwe bîne zimên.

QISMÊ DAWÎN

Parên Bi Çend Gotinan û Tu çi elimî? (G) dersê temam dikin. Ji xwe re roja qedandina dersê binivîse. Para Hedef (H) zelal dike ku tu dikarî çi bikî. Li bin para Zêdetir Hîn Bibe (I) hin meqale û vîdeoyên din hene.

Ayetên Kitêba Pîroz çawa tên dîtin?

Kitêba Pîroz ji 66 kitêbên biçûk hatiye berhevkirin. Ew ji du qisiman pêk tê: Nivîsarên Pîroz ên Îbranî û Aramî (“Peymana Kevin”) û Nivîsarên Pîroz ên Yûnanî (“Peymana Nû”).

Ayetên Kitêba Pîroz ji navê kitêbê (A), beş (B) û ayetê (C) pêk tên.

Mesela, Yûhena 17:3 tê maneya kitêba Yûhena, beşa 17an, ayeta 3yan.