Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Pêşxeber

Pêşxeber

Bi saya vê edebyetê, Kitêba Pîroz Dikare Alî We Bike, hûn dikarin hêsa rêz û serhatiyên ji Kitêba Pîroz bivînin, bi alîkariya kîjana hûnê bikaribin cûre-cûre çetinayên jîyînêda sebir kin. Ev kitêb wê usa jî alî we bike, wekî van rêza bivînin, bi saya kîjana hûnê bikaribin berdiliyê bidine kesên din û alî wan bikin safîkirinên usa bikin, yên ku wê navê Yehowa rûmet kin. Wan têma kifş kin, yên ku wera hewas in. Her têmekêda pirsên kêrhatî hene û derheqa serhatiyên Kitêba Pîroz înformasiya kin hatiye dayînê (Binihêre çargoşe “ Ça Evê Edebyetê Bidine Xebatê”). Hûnê bikaribin zû van rêza bivînin, ji kîjana hûnê şîret û dilbîniyê bistînin. Hûnê usa jî wan xizna bivînin, kîjan ku dikarin merivên dinra jî bêjin, dêmek rêzên ji Kitêba Pîroz, kîjan wê wana bişidînin, wedê problêma alî wan bikin û berdiliyê bidine wan.

Hemikî hemû rêz derheqa van têmên vê edebyetêda nehatine dayînê, lê ev destpêka baş e bona lêkolînên we (Mtl. 2:1-6). Seva ku diha kûr lêkolîna bikin, rêzên margînal bidine xebatê. Seva ku diha baş nêta van rêza fem bikin, bidine xebatê Rêberiya Lêkolînkirinê bona Şedên Yehowa yan jî Îndêksa Edebiyeta Birca Qerewiliyê. Ev kanî wê alî we bikin wekî bivînin, ku derheqa filan rêzê çi înformasiya hatiye dayînê û usa jî hûnê bivînin femkirina teze ya vê rêzê.

Bira ev kitêb alî we bike qazanc kin bîlanî, zanebûn û femkirina ji Nivîsarên Pîroz. Çiqas hûn vê edebyetê bidine xebatê, haqas hê zêde hûnê bawer bin, wekî “Xebera Xwedê sax û zor e” (Îbr. 4:12).