Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Berdilî

Berdilî

Berdiliya ji Kitêba Pîroz gava em dilteng dibin

Xemgînî

Binihêrin “Xemgînî

Çevnebarî; hevsûdî

Binihêrin “Çevnebarî

Diltengiya ji bo vê yekê gava meriv me nimiz dikin, dilê me dêşînin û nemamiya me dikin

Binihêrin “Diltengî

Diltengî ji bo sistbûn û gunên me

Binihêrin “Diltengî

Dudilî ne, wekî em qîmet in

Binihêrin “Dudilîbûn

Diltengbûna êmosiyalîye qewî, ji bo kirên merivên bêrem

Binihêrin “Bêremtî

Em dikarin bifikirin, wekî em nikarin problêmekê safî kin, yan jî cabdarîkê bînin sêrî

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Drk. 3:11; 4:10—Mûsa pêxember fikirî, ku ewê nikaribe tevî Firewin xeber de û cimeta Xwedê ji Misirê derxe

    • Yêr. 1:4-6—Yêremya difikirî ku ew gelek cahil û necêribandî ye, wekî ça pêxemberê Yehowa xizmet ke û elametiyên Wî bigihîne cimeta neguhdar

  • Rêzên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Zb. 29:11; Îş. 40:29; 2 Kr. 3:4, 5; 4:7

  • Meselên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Drk. 3:12; 4:11, 12—Yehowa bi sebir Mûsa pêxember da bawerkirinê, ku Ewê alî wî bike, wekî cabdariya xwe bîne sêrî

    • Yêr. 1:7-10—Yehowa gote Yêremya ku ew netirse, çimkî Ewê alî wî bike vê cabdariya xweye çetin bîne sêrî

Gelek meriva şabûna xwe undakirine, çimkî rastî gelek problêm yan jî neheqiyê hatine

Wz. 9:11, 12

Usa jî binihêrin Zb. 142:4; Wz. 4:1; 7:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Rt. 1:11-13, 20—Çaxê malxê Nahomiyê û du kurên wê mirin, ew gelek dilşkestî bû û difikirî, wekî Yehowa ew hîştiye

    • Îb. 3:1, 11, 25, 26; 10:1—Îbo gelek xemgîn û dilşkestî bû, gava hebûna xwe, deh zarên xwe û sihet-qewata xwe unda kir

  • Rêzên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Rm. 12:19; Aqb. 1:13

  • Meselên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Rt. 1:6, 7, 16-18; 2:2, 19, 20; 3:1; 4:14-16—Nahomî dîsa bextewar bû gava vegeriya cem cimeta Xwedê, alîkariya wan qebûl kir û alî meriva dikir

    • Îb. 42:7-16; Aqb. 5:11—Îbo bi aminî sebir kir û Yehowa bi merdanî ew xelat kir

Gelek meriv ji bo nexweşiyê yan jî emirê mezin, nikarin haqas tişt bikin, çiqas dixwazin

Zb. 71:9, 18; Wz. 12:1-7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 20:1-3—Hizqiya ber xwe diket, çimkî ew gelek nexweş bû û ber mirinê bû

    • Flp. 2:25-30—Êpafrodîto xemgîn bû, çimkî birên ji Fîlîpyayê bihîstin ku ew nexweş e, û ew tirsiya wekî ewana wê bifikirin, ku ew nikare cabdariya xwe bîne sêrî

  • Rêzên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Zb. 92:12-14; Îş. 40:29-31; 46:4; 2 Kr. 8:12

  • Meselên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • 2 Sm. 17:27-29; 19:31-38—Padşa qedir hindava Barzîllay da kifşê û lê teglîf kir ku tevî wî here Orşelîmê, lê Barzîllay milûktî da kifşê û nexwest here, çimkî ew îda emirda mezin bû

    • Zb. 41:1-3, 12—Çaxê Dawid Padşa giran nexweş ket, ew bawer bû ku Yehowa wê alî wî bike

    • Mk. 12:41-44—Îsa payê jinebiya belengaz da, çimkî ewê her tişt da, çi ku destê wêda hebû

Hêrs; xeyd

Hine kes ji bo kirên merivaye nerast şabûna xwe unda dikin

Wz. 4:1, 2

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 1:6, 7, 10, 13-16—Dilê Hannayê gelek dêşiya, çimkî Pênîna hindava wêda nebaş bû û Kahînê Mezin, Elî, fikirî ku ew vexwarî ye

    • Îb. 8:3-6; 16:1-5; 19:2, 3—Sê hevalên Îbo wî sûcdar dikirin û bi vê yekê derdê wî diha giran dikirin

  • Rêzên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Zb. 37:8, 9; Ef. 4:26

  • Meselên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • 1 Sm. 1:9-11, 18—Çaxê Hannayê dilê xwe Yehowara vekir, dilê wê rihet bû

    • Îb. 42:7, 8, 10, 17—Çaxê Îbo baxşande sê hevalên xwe, Yehowa wî kerem kir

Peyketin

Binihêrin “Peyketin

Tirsa mezin; xof

Binihêrin “Tirs

Xwesûcdarkirina bi zêdeyî

Ez. 9:6; Zb. 38:3, 4, 8; 40:12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pd. 22:8-13; 23:1-3—Çaxê Yoşiya Padşa û cimetê Qanûna Mûsa bihîstin, wana xwe gelek neheq kir, çimkî fem kirin, ku tiştên nerast dikirin

    • Ez. 9:10-15; 10:1-4—Ezra û cimetê xwe gelek xirab texmîn kirin, çimkî hineka gura Yehowa nekiribûn û jinên xerîbra zewicî bûn

    • Lq. 22:54-62—Petrûsê şandî gelek ber xwe diket û xwe neheq dikir, çimkî ewî sê cara Îsa înkar kiribû

  • Rêzên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • Zb. 32:5; 103:9-14; Îş. 1:18; Kr.Şn. 3:19

    • Usa jî binihêrin Îş. 38:17; Mx. 7:18, 19

  • Meselên Kitêba Pîroz ku berdiliyê didin:

    • 2 Dr. 33:9-13, 15, 16—Minaşe nava padşên Cihûdayêye gelek xirabda bû, lê yeke ewî gunê xwe da rûyê xwe û hate baxşandinê

    • Lq. 15:11-32—Îsa meteloka kurê undabûyî anî, wekî bide kifşê, ku Yehowa hazir e bi temamî bibaxşîne