Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Dil Bidine Ber Hev

Dil Bidine Ber Hev

Çira gelek ferz e, wekî xizmetkarên Xwedê dil bidine ber hev?

Îş. 35:3, 4; Kl. 3:16; 1 Ts. 5:11; Îbr. 3:13

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 32:2-8—Hizqiya Padşa dil da ber cimetê, gava Asûrî hatin ku hicûmî ser wan bikin

    • Dn. 10:2, 8-11, 18, 19—Melek, Daniyêl Pêxember qewî kir, çaxê ew emirda mezin û sist bû

Çira Yehowa dixwaze, wekî rûspî kesên din hêlan kin û dil bidine ber wan?

Îş. 32:1, 2; 1 Pt. 5:1-3

Usa jî binihêrin Mt. 11:28-30

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Qn.Dc. 3:28; 31:7, 8—Yehowa gote Mûsa, wekî dilê Yêşû qewî ke, yê ku paşî wî gerekê bibûya rêberê cimetê

    • Kr.Şn. 11:22-26; 14:22—Wedê peyketina, Pawlosê şandî û Barnabas dil didane ber Mesîhiyên Entakyayêda

Çira ferz e payê meriva bidin gava em dil didine ber wan?

Mtl. 31:28, 29; 1 Kr. 11:2

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Hkm. 11:37-40—Her sal keçikên Îsraêlî diçûn serîkî qîza Yeftah Hakim xin û payê wê bidin, ku ewê mala xwe hîşt û konê Yehowada xizmet dike

    • Ent. 2:1-4—Rast e, Îsa gerekê şîret bida Mesîhiyên Efesê, lê ewî usa jî payê wan da

Em ça dikarin hêlana bidine xûşk-bira?

Mtl. 15:23; Ef. 4:29; Flp. 1:13, 14; Kl. 4:6; 1 Ts. 5:14

Usa jî binihêrin 2 Kr. 7:13, 15, 16

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 23:16-18—Yonatan zanibû, wekî hevalê wî Dawid hewcê hêlankirinê ye, lema jî wî digeriya wekî lê qewî ke

    • Yn. 16:33—Îsa dil da ber şagirtên xwe, gava got ku ewî dinya alt kiriye û ewana jî wê bikaribin hergê çev bidine wî

    • Kr.Şn. 28:14-16—Çaxê Pawlosê şandî gerekê biçûya Romê, rêva bira rastî wî hatin û dil dane ber wî

Çira em gerekê nekine kute-kut û hindava merivada bêqedir nîbin?

Flp. 2:14-16; Chd. 16-19

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Jm. 11:10-15—Mûsa pêxember gelek dilteng bû ji bo kute-kut û neguhdarîbûna cimetê

    • Jm. 13:31, 32; 14:2-6—Deh cesûs destpêkirin tiştên nêgatîv bêjin, ji bo çi jî cimet dilteng bû û bûne raber

Gava em wede tevî xûşk-bira derbaz dikin, ev yek ça me dişidîne?

Mtl. 27:17; Rm. 1:11, 12; Îbr. 10:24, 25; 12:12

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Dr. 20:1-19—Çaxê dijminê qewî hicûmî ser Cihûdayê kir, Yehoşefat Padşa cimet top kir, wekî Xwedêra dua kin

    • Kr.Şn. 12:1-5, 12-17—Çaxê Aqûbê şandî kuştin û Petrûsê şandî kirine kelê, birên ji Orşelîmê top bûn, wekî dua bikin

Gava wedê çetinaya em derheqa gumanê difikirin, ev yek ça me qewî dike?

Kr.Şn. 5:40, 41; Rm. 8:35-39; 1 Kr. 4:11-13; 2 Kr. 4:16-18; 1 Pt. 1:6, 7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 39:19-23; 40:1-8—Rast e şer avîtine Ûsiv û wî kirine kelê, lê dîsa jî ewî îtbariya xwe Xwedê dianî û dixwest alî meriva bike

    • 2 Pd. 6:15-17—Êlîşa netirsiya gava ordîke mezin miqabilî wî derket, û ewî dua kir wekî xulamê wî jî netirse

Kitêba Pîroz dikare me qewî ke

Yehowa bi hezkirinê çi soz daye me?

Zb. 55:22; 94:14; Rm. 8:38, 39; 1 Kr. 10:13

Çaxê em derheqa sebir û rema Yehowa difikirin, ev yek ça me qewî dike?

Nm. 9:17; Zb. 103:13, 14; 2 Pt. 3:9, 15

Yehowa bona kesên dilteng çi dikare bike?

Zb. 46:1; Îş. 12:2; 40:29-31; Flp. 4:13

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 1:10, 11, 17, 18—Yehowa guh da duayê Hannayê gava ew dilteng bû, û alî wê kir dilbîniyê bistîne

    • 1 Pd. 19:1-19—Çaxê Êlyas pêxember dilteng bibû, Yehowa nan-av da wî, û bi saya gumanê ber dilê wîda hat

Gumana meye ser hîmê Kitêba Pîroz ça me qewî dike?

2 Dr. 15:7; Zb. 27:13, 14; Îbr. 6:17-19; 12:2

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îb. 14:1, 2, 7-9, 13-15—Hela hê derdê lape giranda jî, Îbo ji hêviya saxkirina miriya dilbînî distand

    • Dn. 12:13—Daniyêl pêxember weke 100 salî bû, gava melek dilbînî da wî û derheqa xelata axiriyê jêra got

Gava em dua dikin û derheqa Yehowa difikirin, ev yek ça me qewî dike?

Zb. 18:6; 56:4, 11; Îbr. 13:6

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 1 Sm. 30:1-9—Çaxê Dawid rastî problêma hat, ewî Yehowara dua kir û dilbînî stand

    • Lq. 22:39-43—Çaxê Îsa rastî cêribandina hat, ewî ji Yehowa lava kir, ku alî wî bike, û Yehowa melek şand wekî wî qewî ke

Ça elametiya baş meriva dişidîne û çira em gerekê derheqa vê yekê merivên dinra jî bêjin?

Mtl. 15:30; 25:25; Îş. 52:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Kr.Şn. 15:2-4—Gava Pawlos û Barnabasê şandî serlêdana civatekê kirin, wana xûşk û birên wêderê qewî kir

    • 3 Yn. 1-4—Gava Yûhennayê şandî îda emirda mezin bû, ew gelek qewî bû çaxê pêhesiya, wekî ew meriv kîjana ku ewî hîn dikir, nava rastiyêda nin