Derbazî serecemê

Derbazî naverokê bin

Teyaxkirin

Teyaxkirin

Gelo xizmetkarên Xwedêra teyax lazim e?

1 Kr. 13:4, 7; 1 Tîm. 6:11; 2 Pt. 1:5, 6

Em ji ku zanin wekî hine meriv wê guh nedine me, yan jî pey me kevin, gava em şedetiyê bidine wan?

Mt. 10:22; Yn. 15:18, 19; 2 Kr. 6:4, 5

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • 2 Pt. 2:5; Dsp. 7:23; Mt. 24:37-39—Çaxê Nuh “rastî dannasîn dikir”, meriva guh nedida wî, lema jî tenê ew û malbeta wî ji Tofanê xilaz bûn

    • 2 Tîm. 3:10-14—Pawlosê şandî Tîmotêyora got, ku ewî çiqas wext telî-tengiyada teyax dikir, û wî hêlan dikir ku ew jî teyax ke

Çira em ecêbmayî namînin gava ji aliyê neferên malê rastî peyketina tên?

Mt. 10:22, 36-38; Lq. 21:16-19

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dsp. 4:3-11; 1 Yn. 3:11, 12—Qayîn yekî gelek zulm bû, lema jî ewî birê xwe Habîl kuşt, yê ku merivekî amin bû

    • Dsp. 37:5-8, 18-28—Çaxê Ûsiv gote birên xwe, wekî Yehowa xewneke mexsûs nîşanî wî kiriye, wana lê avîte bîrê û paşê firotine dîltiyê

Çaxê em rastî peyketina tên, çira em gerekê ji mirinê netirsin?

Mt. 10:28; 2 Tîm. 4:6, 7

Usa jî binihêrin Ent. 2:10

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dn. 3:1-6, 13-18—Hela hê hingê jî gava padşa gote Şedrak, Meşak û Abednego, ku wê wana bikuje, yeke ewana qayîl nebûn serê xwe ber heykel daynin

    • Kr.Şn. 5:27-29, 33, 40-42—Şandiya hela hê hingê jî berdewam dikirin Mizgîniyê bela kin, gava hine meriva dixwestin bona vê yekê wana bikujin

Çi dikare alî me bike Yehowara amin bimînin hela hê hingê jî, gava me rast dikin û şîret dikin?

Mtl. 3:11, 12; Îbr. 12:5-7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Jm. 20:9-12; Qn.Dc. 3:23-28; 31:7, 8—Çaxê Yehowa Mûsa pêxember şîret kir, ew gelek dilteng bû, lê yeke ewî berdewam kir Yehowara xizmet ke

    • 2 Pd. 20:12-18; 2 Dr. 32:24-26—Çaxê Hizqiya Padşa gune kir, pêxemberê Yehowa lê şîret kir, û ewî bi milûktî ev yek qebûl kir û berdewam kir Yehowara xizmet ke

Çira hêsa nîne aminiyê xwey kin, gava kesên din pişta xwe didine rastiyê?

Yêr. 1:16-19; Heb. 1:2-4

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Zb. 73:2-24—Çaxê zebûrbêj dît, wekî merivên xirab ça bi jîyîneke rihet dijîn, ew fikirî gelo hêja ye, ku berdewam ke Yehowara xizmet ke

    • Yn. 6:60-62, 66-68—Çaxê geleka pişta xwe dane Îsa, bi saya baweriya xwe, Petrûsê şandî berdewam kir pey Îsa here

Çi wê alî me bike teyax kin?

Qewî xwe li Yehowa bigirin

Qn.Dc. 30:19, 20; Rm. 15:5, 6; 1 Kr. 10:13

Kitêba Pîroz bixûnin û ser bifikirin

Wz. 7:12; Rm. 15:4; Kl. 1:10, 11; 2 Pt. 3:15-18

Yehowara dua kin û dilê xwe jêra vekin

Rm. 12:12; Kl. 4:2; 1 Pt. 4:7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Dn. 6:4-11—Daniyêl berdewam dikir Yehowara dua ke hela hê hingê jî, gava emirê wî dikete bin xofê

    • Mt. 26:36-46; Îbr. 5:7—Şeva pêşiya mirina xwe, Îsa bi dil û can dua kir û kesên din jî hêlan kir dua bikin

Tevî xûşk-bira Xwedê bihebînin

Rm. 1:11, 12; Îbr. 10:23-25

Derheqa van tişta bifikirin, çi ku Yehowa mera soz daye

Rm. 8:25; 1 Ts. 1:3; Îbr. 11:6; 12:1, 2

Hezkirina xwe hindava Yehowa û xûşk-bira qewî kin

Mt. 6:33; 1 Kr. 13:4-7; 1 Ts. 3:12, 13; 1 Yn. 4:18, 19

Baweriya xwe qewî kin

Ef. 6:16; 1 Yn. 5:4; Chd. 20, 21

Hergê em bîra xweda xwey kin, ku Yehowa çi texmîn dike gava em gura wî dikin, ev yek wê alî me bike çetinayada teyax kin

Kr.Şn. 5:40, 41; Aqb. 1:2-4; 1 Pt. 3:14; 4:14, 16

Hergê em bi aminî teyax kin, ev yek wê çi karê bide me?

Em pesinê Yehowa Xwedê didin

Mtl. 27:11; Yn. 15:7, 8; 1 Pt. 1:6, 7

  • Meselên Kitêba Pîroz:

    • Îb. 1:6-12; 2:3-5—Mîrê-cina got, ku Yehowa meriva kerem dike û diparêze, lema jî ewana Wîra xizmet dikin. Lê Îbo gelek çetinayada teyax kir, bi saya çi jî hate îzbatkirinê, wekî Mîrê-cina derewîn e

    • Rm. 5:19; 1 Pt. 1:20, 21—Adem Yehowara amin nema, lê Îsa heta mirinê amin ma û caba vê pirsa ferz da: Gelo merivê bêqisûr dikare Yehowara amin bimîne, hergê ew bikeve nava cêribandinên mezin?

Em dil didine ber kesên din, ku ewana bikaribin teyax kin

Flp. 1:13, 14; Aqb. 5:10, 11

Sebir alî me dike xizmetiyêda pêşdaçûyî bin

Wz. 11:6; Lq. 8:15; 2 Pt. 1:5-8

Hergê em teyax kin, Yehowa wê ji me razî be û wê me kerem ke

Mt. 24:13; Lq. 21:19; 1 Kr. 15:58; Îbr. 10:36

Usa jî binihêrin Rm. 2:6, 7; Aqb. 1:12